Serenca Me Çûkan Dixwand
Serenca Me Çûkan Dixwand. Serenca Me Çûkan Dixwand ....,
Min tu kiþandî ber derderkiya serê sibê
Ya meha xomurdanê, havîna malxopan.
Êþlêbarîna serenca me þehlûlê dixwand
Min got dilo, em biçin ba wê bi serdanî
Te got na, dilo tu dudil î, dilo tu bêdil î!
Min tu kiþandî ber derderkiya serê sibê
Ya meha xomurdanê, havîna malxopan.
Êþlêbarîna serenca me þehlûlê dixwand
Min got dilo, em biçin ba wê bi serdanî
Te got na, dilo tu dudil î, dilo tu bêdil î!
Min pêsîra xwe je te re kir textê stranan
Kevirê tilsimê min da bin balgiya bihurî.
Ezablêbarîna serenca me bilbil dixwand
Min got dilo, ez te bi pêla dengê wî xim
Te got na, dilo tu bêhiþ î, dilo tu dilreþ î!
Min tu dirêjkirî li ber heyva panzdehþevî
Xelata gazina stranbêjan ji min re hatibû.
Xwelîlêbarîna serenca me kund dixwand
Min got dilo êdî dereng e, te got na, lez e;
Ey dilo, bêxem î, bêhîs î, tu bi çend can î!
Abdullah Karabag
15. 04. 2007
Abdullah Karabag http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-04-17 (4816 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |