Kemenda ne merda
Kemenda ne merda Ti kip kirin, bi bê bextî, ti xistin kembera mirinê…
Ne hi?tin mûm ?ewqa xwe bi dê, ne hi?tin bi helê…
Ti vênsandin ey ?emalk ey xetîr…
Dev bixwîna dor te pêçan, çûk di ber wanre ne firî…
Ti xapandin bi zimanê dest kê?ê sînorên wan..yên sexte..
Yên hilanîna wan nêzîk di bê…
***
Xwe ve?artin li ?ev re?ê, tirsoneka bizdoneka..
Ti li gorepanê, li meydanê, hemû ronî li te bûn..
Kamîra, tiving, berhûr, gur û rovî, çavên wan li te devê wan vekirî, hemû mane begem, ji lehengîya te, gernasîya te.
Dîwar, perde, li hawîr te danîn.
Bi çavên nêçîrvana li te nerîn, nêçîr, rav, dest ser tetîkê .
Tilî ki?andin…dengê te ku?tin….banga te xistin…
Perçiqandin feryada te, ?ewitandin, gazîya te ve?artin.
Gewherê te bin erd kirin…
* * *
Kemenda nemerda avêtin te, li te badan rîpik û vîlik.
Te pêl xefka nemerda kir, te pêl bumba qesaba kir.
Ti ketî dava birçîyan…
* * *
Bi merdîtiya te xwe kirin serkevtî.
Bi dilovanîya te xwe kirin mêr, bi dilpakîya te xwe kirin jîr û hêja...
?ehreza yek zana, bi behwerîya te xwe kirin zîrek.
Bi tnahîya te xwe kirin segvan.
* * *
Pilan ew bû te bê dad qir bikin, temenê te bidizin, talan bikin..
?epelîke din kete ser birrên çepelîyên wan.
Xwe riswa kirin careke din.
Perde hilîn ji ser riwên wan yên re?, yên nepixî, bi sikratên, ?ehîdên me.
* * *
Man cinawirên can sitên.
Xwe kirin can parêz ti kirin xwîn rijên, da kû jiyana te kin bi kin.
* * *
Te ters kirin maseyên wan.
Ew badeya ji xwîna me, ew meya ji xwêdana me, pijiqand ser çavên wan.
* * *
Te maze û tametîtkên ji ser pi?ta me anîbûn.
Di qirka wande hi?tin.
* * *
Bijî ti bijî ey heval.
?avê cîhanê careke dî vebû li dirindiya wan, li nokeriya wan, li zik re?îya wan, li derewên wan, li çavnebariya wan, li kurnazîya wan….
* * *
Te ne hi?t li paqên dîlanvanên xwe bi nerin, te nehi?t li cokê, nav, sîngê artîstên xwe tema?ekin.
Te nehi?t ew ?abin li tiyatroyên avabûyî bi hestû û kiloxên me.
Ey heval…. ey ?ehîd.
Bihrî Bênij - Qami?lo, 02. 11. 1998
Helbesta : Bihrî Bênîj
Rojavayê Kurdistan - Bajarê Qami?lo
Dema we?ana helbestê : 14. 05. 2007
Bihrî Bênij rez7799@hotmail.com http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-05-14 (4816 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |