ZAROKTIYA MIN A AMEDÊ !
ZAROKTIYA MIN A AMEDÊ ! Gelî hevalan dixwazim xwe bidim nasîn bi we
Li Amedê ez hatim dinê li wê bûm ji dayike
Ta neh saliya xwe ez mam li Ameda rengîne
Ez bi hesreta rindayî û bedewiya sûra wê me
Sibeyan diçûme ba mela Mehmud dersa qurane
Lê nediçûm, min quran dixiste nav qelşê sure
Ez û hevalan diçûn nava bax û bostan û reze
Me didizî fêkiyê xweş, notirvan dida pey me
Ez û hevalan pêxas tena derpê û kirasê spîne
Pişt re diçûn diketin nav çemê Dîcle yê şirîne
Li wê jî me dizî pêtix û zebeş, qitî û şemamoke
Diketin ava Dîcle, me avjenî dikir heta êvare
Rojek kiras û derpê min dizîn, mame ûryan e
Nav Dîcleyê da em diman wek werdek û qaze
Êvar dibû min quranê hildida dihatime male
Dayik ji min dipirsî digot; tu çûyî dersa qurane?
Min digot; belê sond dixwar bi hezar qurane
Lê dayik ji min bawer nedikir diçû ba mela
Mela jê ra digot; du roj in çavê min pê neketiye
Diya min digot; Remê min bixwîne bibe însane
Bavê min digot; Remzan lê navê min Remezan e
Bavê min dest min girt, peya em hatin Norşîne
Ji bo perwerdeya xwendin û zanîna ilmê erebiye
Pêşî min naskir Ehmedê Xanî, Nûbihara biçûke
-1-
Pişt re em rabûn çûne medresa Mela Şabedîne
Perwerde li wê hîşt, hatim Ristemgedûk û kope
Min vekir dikan, kirî mal û dest avêt tîcarete
Pişt ra min çêkir otêl, navlê danî otêla Serhede
Ez bûme koçber ji destê ceşik û dewleta rome
Dema bipirsin tu ji ku yî ? Ez ji Amed û Mûşê me
Axa min hatiye vestiran ji her cîhên Kurdistane
Jibo wî bûme evîndarê welat, ew bo min evîn e
Ji min ra digotin; Remo û Remzan dayik û bave
Ji hesret û kesera welatê xwe bûme dilmeqese
Seydayê Dilmeqes
Dema nivîsandina helbestê - 15. 09. 2006
Dema weşandina helbestê - 17. 04. 2007
Seydayê Dilmeqes http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2007-05-14 (4748 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |