Roja Cîhanî ya Zarokan
Roja Cîhanî ya Zarokan Em zarokên Kurda ne
Ji bê pirsî winda ne
Kesî haj me tunî ne
Va em jî reben ma ne
Cejna zarokên cîhan
Ji mafê me ye dîlan
Em jî bi kêf û şadî
Bi raqisin bi lîlan
Lê mixabin sed carî
Jiyana me reştarî
Ya heval û hogiran
Buhar li wan dibarî
Zimanê dê qaçaxe
Bav bi nalîn û waxe
Wa Netewên Yekgirtî !
Ji vê rewşê me daxe
Kurd ne hov û bela ne
Em jî zarokên wa ne
Daxwaza me aştî ye
Çima bi we giran e ?!
Gelî zarokên cîhan
Bîst û pêncê cehzeran
Cejna me mendala ye
Ji bil zarokên Kurdan
Ji mafê me jî azadî
Bi cejin û kêf û şadî
Bi yarî û nûcil bin
Bilind bangkin azadî
Çima wisa em dîlin
Weha em ne li bîrîn
Wa Netewên Yekgirtî !
Em zarok in hêsîrin
Armanca me aşîtî
Hezkirin û biratî
Gunehê me çi heye
Kîn û pevçûn hilatî
Konê Reş
Rojavayê Kurdistan
Bajarê, Qamişlo 28. 06. 2007
http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2007-06-28 (4812 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |