Ciwanên Kurdistan
Ciwanên Kurdistan
Ey cîwanê Kurdistan
Baz û pilingê çiyan
Te riya serxwebûnê
Ji xwe re kiriye viyan
Neviyê Rustemê Zal î
Tu torinê Kawa yî
Li hemberê neyaran
Wekî bahoz û ba yî
Bi berxwedan û hedan
Dimeþî ser tariyan
Pir ronak û zana be
Azad bike Kurdistan
Welatê bav û kalan
Ji pahla ta ardahan
Ji afrîn ta pahlayê
Navê þirîn Kurdistan
Zûke sazke karên xwe
Da ku hilgirî barê xwe
Bi taveke her jiyan
Ronahîke warê xwe
Bizane kurê Kurdan
Hêviya te ye Kurdistan
Di riya sexwebûnê de
Ew deþt û mêrg û zozan
Ey cîwanê Kurdistan
Dozdarê welatê xwe
Destgirtiyên aþitiyê
Þervanên rojên giran
Her bijîn her bijîn
Li ser xaka Medyayê
Cîwanên Kurdistanê
Azad û serfiraz bijîn
Ew þerxwaz û erjeng in
Paþverû û serjeng in
Tirk û Ereb û Ecem
Hem bav Gur e him jî kal
Ji bona Kurdistanê
Ji bo warê jiyanê
Xweþmêr û canfîda yî
Xwînsar î, wek Þêra yî
Li hogiran bigere
Bike rêheval ji xwe re
Aþitîyê bike jiyan
Xweþik be bila cîhan
Dijmintiyan nexwaz e,
Dostaniyan saz bike
Tým þadûman û geþ be,
Bila cîhanate xweþ be
Li ser riya aþtiyê
Ji bona azadiyê
Rûyê dijmin reþ bike
Bi yekîtî û ronahiyê
Hûn egîd in him mêrxas
Him xwende him zana ne
Kevokên bask spî ne
Wek Piling û Þêr û Baz
Her bijî, tu her bijî
Baz û Pilingê çiyan
Xwe kar bike here Þer
Azad bike seranser
Kurdistan warê te ye
Çavên wê li benda te ye
Di bin destê dijmin de
Dixwaze azad bijî
Her bijîn hûn azad bijîn
Bazên deþt û zozanan
Þêrên bajar û yekbanan
Wek mêr û Þêran bijîn
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2009-01-12 (4123 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |