Şakîr Epözdemîr : Cemil Çîçek û Sînorê Ermenîstanê !
Cemil Çîçek û Sînorê Ermenîstanê !
Li Tirkîyê tiştên sosret rû didin. Sîyasetvanên Tirkan naxwezin Kurdan nas bikin. Wextek jê Wezîrê Tendiristiya Tirkîyê Dr. Sûat Seren beyanatêk da go .” Dû dijminên me henin, yek Mosqofin, ewên dinê jî Kurd in.” ( Salên 1963’yan- İqtîdara AP yê bû. )
Serokwezîr, Serokkomar, siyasetmedar û mezinek ji hemî mezinên rêka demoqrasîya piralî meztir Silêman Demirel sala 1968ê li Sawirê ( Stewrê ) go “- Deriyên Sînor vekirîne, ewên ku ji me bawer nekin û ne razî ne, bila ji vî welatî herin..”
Serokwezîr Teyyîb Erdoxan, ji alek va go “- Jinbin, zarok bin, kê dibin bila ew bin; ewên ku ji zilmê ra bêje zilim û li pêşberê vê dewletê derkevin wê bêne cezakirin.. ”
Ji alek din va li Hekkarî berê xwe da milletê Kurd û ji wan ra go : “- Ji vî welatî herin. Ya hunê weka me bin, ango hunê herin..” Teyîb Beg İnkara Kurdan, hemî eqeliyet û miletên Tirkîyayê û heqîqetê dikir a. “- Tek dîl, tek watan, tek millet, tek bayraq..” Ma ev ne înkar e ? Ma înkar ne kufr e ?
Emê herne kû ? Ewjî ne kifşe.
Wextek jê nijadperestên Tirkan digotin : ” Gîdin, canınız ve günlünüz nereyî isterse oraya gidin. Hindistana, Pakistana gidin. Birleşmiş Milletlerden Yurtluk isteyin. Barzanîye gidin..” ( Kovara Ötükenê sala 1967 Nihal Atsız ) ( bi Tirkî : Herin ! Dile we kudê dixwazê, canê we kêderê divê herne wêderê ! Herne Hindistanê. Herne Pakistanê ! Herin ji Teşkilata Miletan cî û warék daxwaz kin. Herne Ba Barzanî ! )
Wezîrê Dewleta Tirk, Siyasetvanêk xwedan tecrûbe, ji xwe va Misilman, hiqûqnas û Cigirê Teyyîb Begê ku wê mesela Kurdan bipişkêfê û çareser bike, Cemil Çîçek li hafa alemê dibêjê “- Kurdan Êdirê ( İğdir ) girt û xwe gihandine sînorê Ermenistanê..”
Xebereka Kurdan heye dibê : ‘Rû li pêşin, kû biêşin’. Gelo ev siyasetmedar û rêvabirên vê dewleta ‘yek welat, yek ziman û yek beyreq’ hîç Kurdan nas nakin. Gelo ma em ji Efganîstanê mihacir bûne hatine vî welatî. Ma nizanin ku welatê Kurdan her welatê wan bu ye û wê her welatê wan bî. Ma hîç nizanin ku ev welatê bermayîyé Osmaniyan jî nîvenîv mişterekê hemî xelqên ku ketine şêrê Balqanan, Çeneqelê, Dumlûpınarê û Kibrîsê ye ?
Niha Cemîl Beg, qe nizanê ka di şerê cîhana yekemîn da Hêzên Milîsên Kurdistanê li Serhedê şerê Dewleta Urusatê û yê Çeteyên Ermenîyan kirin û ev hêzên çekdarên Kurdan di pêşîya Artêşa Osmaniyana da bû ku ew artêşa pesfende li hafa çavên alemê mexlûb û perîşan bû.
Kî Bedlîs, Mûş, Bîngol, Dêrsim û heya Erziromê diparastan. Ma Dewleta Cemîl Çîçek bo çi Gazîtî, Qehremanî û Şan û şerefê dane Entab û Mereş û Riha yê.?
Eva em Kurd nizanin, gelo bo çî Wezîr û Serokwezîrên Dewleta Tirkan vê rastîyê qebûl nakin ku Kurdan ji Şerê Çaldiranê (1514), heya Şerê Nizîbê (1839) tam, tamina 325 salan di binê al û senbolên xwe da û di bine fermandarîyên Mîrên Kurdan da, Artêşên Kurdistanê, yanê artêşên Mîrên Kurdan, sînorên Osmanîyan ji Besra yê heya Qafqasan parastin û di hemî şerên giranên Osmanî û İranîyan da ev Artêşên Kurdistanê her li pêş bûn û di qada şer da singên xwe didane singê dijmin ? (*)
Erê.. wê demê ‘Artêşên Kurdistanê’ bi dehan bûn. Ev artêşên ha li gora tifaqa Kurd û Osmanîyan ya Amasyayê ku ev ittîfaq di sala 1514 yê da li Amasya yê di navbera Yavûz Sultan Selîm Xan û 28 Serok Dewletên Kurdan da kete heyatê.
Ez dibêjim Dewletên Kurdan, hun bêjin Beg, Mîr, Emîr, Hikimdar, Melîk ango weka hêndêk kesan bêjin Serok Eşîr. Lê ya rast ewe ku Kurd bi Osmaniyan ra weka milletêk runiştine ittifaqê girêdane. Kurd ne weka Xelqên Anedolê, Balkanan, Erebistanê, Afrîqayê û wanên din ‘Osmanlı Teb’asî’ ne. Dewle li serê Kurdan, dîplomasî û Hêzên Çekdar yê Kurdan, Osmanî bûne Osmanî û di 4 salan da hemî welatên Misilmanan girtin û bûne Xelîfe.
Ji sala 1517 yê heya 1847 ê 330 salan ji 10 yê ne kêmtir, di navbera 10 û 15 heb ‘Ekrad Hukumetlerî’ Sancaxên Kurdan henin. Dewleta Osmaniyan nikarê tevlî hisab û kitab û îdara van hikûmetan bibin. Ne tenê ev hikûmet, ji sedan (100’an) jortir Sancaxên li ser navên Yurtluk / Ocaklık, Yurtluk, Ocaklık û Paşa Sancaxiyan, ango Kılasik Osmanlı Sancaxiyan, statuyên Kurdistanê yên otonom henin. (**)
Birêz Cemil Çîçek gava ku ketibû peyî Prf. Necmeddîn Xoce, weka heyetêkê ‘ehlê rehmê’ serêk dabûne Kurdistana Başûr. Li ser axa Kurdan ku wê gavê Dewleta Emerikan û hevalbendên Koalisyonê Statuyek dabûne Kurdistanê, Birêz Çîçek Bayreqa Kurdistanê dibîne û hema pêra hêrs dibî, tê Enqerê dixwazê ku teqrîrek bide Meclisê, wê demê rojnamevaneke Tirk ço mesela Bayreqê bi Birêz Mesûd Barzanî re raportaj kir û Cenabê Mesûd Barzanî ji rojnamevan ra vana got : ”- Gava ku di sala 1946 ê da ez ji dayîka xwe ra bûm, ez li Mahabadê di binê vê Aleya Pîroz da hatim dinyayê. Ev bayraq, ancax ku piştî cenazeyê min bikeve erdê bê xarê. Wê ev alaya pîroz heta hetayê li seré çiyayên Kurdistanê pêl bide..” Cemil beg, di cîda tevizî, weka nijatperesteke Turancı bi xwe va hat û lerizî.. ”
Necmeddîn Xoce jî di dagerê da ji birayên xwe yên mislimanên xwediyê ‘Millî Görüşê’ ra gotibû “- Li wê herêmê Dêr ji Mizgevtan zehftirin.” Welatê Selaheddîn dikira welatê filan.
Gelo ev misilmanî, demoqratî, insanetî, birayîtî, Sosyal Demokratî, liberalî, welatparêzî û tiştên qencên dinyayê weka ku siyasetmedarên dewleta Tirk dinirxînin welêne, ango tam bi eksé vé ne ?
Niha ku siba Birêz Cemîl Çîçek vê meqaleyê tercûme bike û bixwînê, hun dizanin tiştê ku herê li cenabê wî giran bê çîye ? ‘Artêşên Kurdistanê’ nin, Artêş ! Wê hema teqrîrêk hazir ke û herê bide Serokê parlementoyê, dê bêjê “- Çewa dibe ku hê Artêşa Tirkiyeyê ango Artêşa Tirk ava nebuye û Artêşên Kurdistanê hatine avakirin ?
Wey rebîyo ! Kurdên Konyayê dibêjin ku Malbata Cemîl Çiçek bi eslê xwe Kurdin. Xwedê bike ku ev yek xelet bî. Camêr hewçend ji Dewleta Tarî ra emek daye.
Bakurê Kurdistan Enqere, 01.04.2009
Dema weşana nivîsê : 12.04.2009
T Ê B İ N Î ...
(*) - 1514 AMASYA ANTLAŞMASI, Kürt - Osmanlı İttifakı ve Mewlana İdrîs-î Bitlisi – Şakir Epözdemir- Pêrî yy. İstanbul 2005 - sayfa 47 - Ji bona Artêşên Kurdistanê, eynî eser sayfe 149 – 150 – 151 - 152
(**) - Aynı eser – sayfa 169 – 170 - 171 ( Osmanlı İmparatörlüğünün Hükmü Şerifi 29 Ramazan 1262 K OH 1822-9-1846 2 ( M ) – tarih ve sayı – Kurdistan Hukumet Merkezleri : Bitlis, Cizre, Palo, Egil, Genc, Hakkarı, Mehmûdî, Hizan, Hazzo, Kotor, Hamîd ( ? ), İmadîye, Tercil ( Hezro ). Ji xeyrî van 13 hikûmetan, hikûmetén Baban û ya Soran jî yek di sala 1806ê da ya din jî 1836ê da têk çone. 96 heb Statuyén Kurdan li vî ‘Hikmé Şerîf tê xwendin û ji xeyrî van fermanrewanên Kurdan 44 yê din jî henin. ( Mêzekin : Dîwan û Jînewayî ya Ehmedê Xanî cild 1 sayfe 111 - 115 ê - Ebdilla Warlı - Sipan yy. Digel ku 15 hikûmetên Kurdan hebûne, ronakbîr û siyasetvanên Kurdan vana hîç naynine ziman. Gelo bo çî ?
http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
http://www.xoybun.com/nuceimages/Parastina_Sinore_Kurdistana_Mezin_1.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2009-04-12 (3706 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |