JI BO GELÊ KURD: LÊKOLÎN LI SER DÎROKA KURD Û KURDISTAN
Demekî em MED bun xudîyê ked û emega xwabun. Me ji xwara cengawerî dikir. Lê îro ji me hinek kes ji xelkêra hêjan e. Çima...? Tev dîrokvanê cihanê dizan e pêşîya dîrokê, ji mera hatîy e gotin ´´Kürtî´´ û ´´Gutî´´ em bi navê van eşîretan mezin bunin gel û milletê Kurd çê buye. 2 hezar sal berîya Mîlladê, li rextê rojhilata Asya piçuk me devlet çê kirinin û jimara me gîştîy e ber Hîndîstanê.
10 hezar sal berîya Milladê ji ber koçberîyê mezin, ji Iskandînavya´y heta başurê û li başurê rojhilatê bela bunin. Em qetekî ji irqên Hînt-Avrupay (Arî) û Kurdin. Milletê Kurd bi koçberî ji Qafqasyê derbas bunin hatinin çîyay Araratê li dora xwa cih bunin. Kurdên îro berîya dîrokê bi navên Kürtî û Gutî du eşîretê mezin gîştinin rojhilatê behra Hazar´ê li rojhilatê ber Hîndîstanê cih bunin. Disa van eşîrên mezin, gîştinin başurê körfeza Basra´y û çunin heta behra Umman. Li rojhilata Behra Reş li du bajêrê mezin hukumdarîya eşîrên Kurda hebu. Berîya Mîlladê sala 302 da hukumdarê Ruma Mîthîrîdates Qiral´lîya Pontos´ê çê kir. Gava Rumê Pontos xurt bun, li Kafkasya başurê- rojhilata Behra Reş bi şerên mezin ji destê Kurdan girtin. Barbar Fatîh Sultan Mehmet Han 1461´da dawî li vî Qirallî tîyê anî û kir kolonîya xwa. Dîrok divê 4 hezar sal berîya Milladê Kurd li wî welatê mezin cih buvun. Heta wexta koledarîya Iskenderê mezin jî hukumdarîya Kürtî û Gutî´ya li ven dera hebuy e. Wî demê ziman Kudî buy e û ol (dîn) ê Zerduştî û Yezîdî buy e.
Qenderêku dîrok dibêj e nawê Qiralên Kurda ê berê TOSA, û bi nawê din DîYAKOS bu. Dîyakos, 1808 sal berîya Millad ê li bajêrê Behl û li dora wî hukumetek çê kiriy e û di li ser wî hukumetê Padîşah buy e. Berîya Mîlladê di sedsalê 9 da Keykubat, çiqas Kurd hebuy e anîy e ba hev Imparatorliğa Med çê kirîy e. Disa 612 sal berîya Mîlladê nebîyê (tornê) Keykubat, pîyay hêja Keyaksar -bi navê din Hohîster-, hukumeta Asurîya hilşandîye û paytextê wan girtîye destê xwa.
Tevanîya Gutî´ya; bi navê Subarî, Hurî, Lolo û Kasî çar eşîret bunin. Eşîra Subarî ya li Ararat ê, li Toros´sê, li Hember- Toros´sê, ji Iskenderunê bigir e berberê Behra-Sipî hetanê xilasîya bajêrê Fenîke, li Bakurê Surîyê (Başurê Puçuk) da, bi navê Mîtan, Neyrî, Haltî û Muskî çend hukumet ava kirin e. Hukumeta li Torosê bi navê Muskî ji sed salê berjortir jîyay e. Di alîyên Yunanî´yanda êriş hatiy e û hilşîyay e vê derê buy e kolonîya Yunan´a. Memê Alan ji bajêrêk kevnare û pêşîya wan ji Alanya´y e. Alanya bajêrê Kurda buy e. Mem lawê Mîrekî
Kurd buy e. Çağa Alanya ketîye destê Yunanî ya malbata kalikê Memê Alan bunin koçber hatinin Iskenderunê. Bi navên îra Samandaği wî wextê bajêrên herê mezin û dema her çar hukumetên Kurdan da wekê paytextekî navîn buy e. Û jimara merovên têda dijîya
9 milyon buy e.
Mitanî´yan 16dê sedsalên berîya Milladê da hukumeta xwa xurt çê kiribun. Mîtanî´yen leheng û şervan, li hember Hîtît´îya û li hember Fîravunên Misirî´yan bi sed salan şer kiribun.Dawîyê da bi Fîravunara li hev hatin çê kirin. Ji li vî li hevhatinê şunda 1405 sed salên ji berîya Mîla dê, Firavunê Misirê, tornê padîşahê Totmsmîtanê yanê keça Vatamanra zewicî. Ji vîzevacê, Fîravun Amamotîs´ê 3´ yan hat dunyay. Wî Fravun jî bi prenseseki Kurd ra zevac çê kiriribu. Navê wî prensesê jî Dîlehepa bu. Eynî Fravun dawîya umrê xwada disa bi prensesekî Kurd ra zevicîbu. Nawê wî prensesê jî Totohepa bu. Totohepa di dirokêda bi nawê Nefertîtî pir bi qedir û qiymet bivu.
Hurî´yan li ber, berê Dîcle, Firat ê û li bakurê Amed´ê (Dîyarbekîr) bun. Hurî´yan 2000 sal ji berîya Milladê da bi navên sazîyên Mîrtî (prenseslikler) hukumet çêkiribun. Wan hukumeta wî çağê alîyê wanê hukukî medenîyetê pir zexm bu û hukumdarîya wan hukumeta 2000 sal bivu.
Lolo û Kasî´yan jî çîyay Araratê û Zagros ê derbas bun. Ber,berê Dîclê pîya bun alîyê başurê. Li vendera 2000 sal berîya Milladê bi navên Üllam, Şomîr, û Akad´a sê devletên mezin hebun. Lolo´yîa û Kasî´yîyan bi navên Ullam, Şomîr, Akad´an ra şer kirin, çend sal şunda van devleta ji holê rakirin. Paytextê wan Soz, Lakos û Babîl´ê xistin destê xwa. Ji wur şunda bi nawê KURDîVAN devletek çê kirin û li Babîlê 700 sal hukumdarî kirin. Wan demanda milletê Armenî jî li Yunanîstanê di mintiqa Taselya da bi cîh bun. Ango Kurda çîyay Zagros û Araratê tevê ber, berê Behra Sipî xistinin destê xwa devletê pir mezin çê kirinin û 35 sed sal şunda Armenî hatinin ven dera.
Lêkolînê ilmî dibêj e bi angora gotinên dîroka Merduh tê gotin, li Asya Piçuk êku devletê herê ewil çê kirinin Kurdin û milletên herê kevnarenin. Di dîrokêda Imparatorluğa bi navê Med hatîy e çê kirin. Iro Kurd ew bixwanin…
Di Kîtabên (Nîvîsên) devletên Asurî´da navên Gutî û Kurdan di şerên hember Asurî´yanda navên eşîrên Med- Kurd bi tespît ji hev cihê tên gotın.
Ji Armenî´yan çend nivîskarên dîrokê gotinên Kürdîyan, Kürtîk, Mar, Med û Kurd wekê hev di manekîda gotinin. Di sed salên 8´da nivîskarên dîrokê Vartan, di nivîsên xwada dêla navên Med´da navê Kurd nivisinday e. Dîrokvan Hartom, salên Mîlladî 1316´da pirtukekî dîrokê nivisandîy e û dinivîsê xwada gotiy e Med bi xwa Kurdin. Nivîskar, Istirabon di nivîsên xwada ji Kurdara ´´Gutî´´ gotîy e. Û nivîskara giştikê gotiy e meru nikari ser veqetindina Med´a û Kurd´an gotina bivêji. Ji Iranê Dr. Ikbal, di purtuka xwa bi nawê Dîroka Iran´a Kevn da nivisandiy e ´´Med û Kurd´´ ji hevin…Prof. Zaîs, jî di purtukê xwa da gotîy e ´´Med bi xwa ji eşîrêtê Kurda buy´ e. Müşîrüddevle bi navê ´´Iran Bostan´´ pituka dîrokê nivisandiy e. Û gotîy e ´´Milletên Med bi zimanê Kurdê îro qise kirin e.
Devleta Tirka di sala 1965 da bi zimanê Fransizî bi navê li ´´Tirkîyê Turîzm´´ pirtukek derxistîy e. Gotiy e bajêrê Dîyarbekir bajêrekî kevnarey e çaxtê hatiy e çêkirin nay zanîn. Û gotiy e alîyê kultir û medenîyetêda bajêrekı herê kevn e. Navê bajêr Amed bu û xudîyê bajêr Hurî´yan bun. Hurî´yan berîya Milladê salên 4000´da hetan salên 200´a li bajêrên Amedê Mîr´liğê (prens liğê) puçuk çê kiribun…
Hurî´ya, Subarî´yan tev hev ji irqekînin. Berîya 2000 sal hukumdariya Huri´ya kêm bu û ji ber vî yekê, bun du qet. Ji vana yek Mîtanî bun. Mîtanîyan bi hêzekî xurt bela bun. Ji berîya Mîlladê salan 1750´da hetan salên 1350´ya xwa hunandin û Imparatorî yekî
mezin çê kirin.
Hezretî Merduh li Tahranê di esera bi navê Tarîh-î Merduh ´ê di pelên 22, 26, 66´da aha gotiy e. ´´Bi angora pir esera tê gotin, eşîrên Lolo, Gutî, Kasî û Hurî bi van navên rengîn Kurdê Çîyay Zagrosê´nin. Van eşîrana bi devletên Sümer, Elam û Akad´ra jîyanin. Yek cara jî bi hevra şerê giran kirinin. Di van wextan da ango 4000 sal berîya Mîlladê ji hukumetên Kildanî û Asurî tiştek nay qisedan´´. Nivîskarên Kurda rehmetlî Emîn Zekî Bey bi navên pirtuka xwa Tarîh-î Kurd û Kurdistan´da ji bo erdê Kurdistan aha gotiy e.´´Li rojava û bakurê Iskenderun û dora Behra Sipî despê dik e Li alîyê bakur-rojhilat Maraş, Elbîstan, Akçadağ, Hekîmhan, û heta Haruk´a diç e û li Navîna-Anatolia di bajêrê Sivasê da derbas dib e. Li alîyê rojhilatê di bajêrên Bayburt, û Erzurumê´da derbas dib e. Li alîyê başurê Kafkasya dîgêji bajêrên Kars. Û li viran ber bi başurê- rojhilat´da ber biberê diç e hinda Iran´ê. Li vir jî li başurê Gola Urmîyê despê dik e û disa başurê îran zeft dik e li alîyê başurê - rojhilat diç e mintiqa, Hamedan -Ekbenyan û Bahtîyarî´yê vê derê jî digiri nav xwa diçi pîya dib e bakurê-rojhilat da Körfeza Fasê. Van xetana sinirê Kurdistanê alîyê rojava, bakur û rojhilat nîşan did e. Alîkîjî ji Iskenderunê şunda ji başurê-rojhilatêda despê diki ev xet diç e Surîyê ji nîzîkê Helepê da despêdiki hetanê Çîyay Kurd digiri nav xwa. Paşê li alîyê başur diç e Iraqê bajêrê Musul û Kerkuk digiri nav xwa. Li virjî bi xetekî diç e rojhilate û ji Musul şunda berbi başurê -rojhilat´a ji Tekrît û Sehrîbanîyê derbas dibi û ji mintiqa Huzîstan diç e. Mintiqa rojhilatê berdid e . Li alîyê Benderdilin´ê digêji körfeza Fas´ê. Ev xetajî alîyê rojhilat û başurê Kurdistan´ê nişan did e.´´
Bi angorê hinek nivîskarê dirokê tê gotin li Anatolîa, navîn di bajêrê Enqerê da eşîrên ´´Kurtî û Gutî´´hukumdarî kirinin. Li her derê vî bajêrê rezên tieîyên reş danînin, ji ber tirîyên reş, navê bajêr kirinin Enqere. Iro ev bajêr paytextê Tirkay e.
Min vî nivisa xwa bi piranî, ji pirtuka Doza Kurdistan girt. Nivîskarê pirtukê Kedrî Cemîl Paşa´ye. Ji berku wek gelek Kurda Kadrî Cemîl Paşa jî, ji bo Kurdistan kar û xizmeten mezin kirini bi hurmet, şan û şeref wan bir tînim.
Ji bona dîroka Kurdistan, bi pir partî, sazî, rêxistin, tevê bi şehsiyetanra hevdîtin û lêkolînê me
berdewam e. Ji van xebatê me şunda emê dîroka Kurdistan ê peyder pey bi weşînin.
27. 11. 2002
alicahitkirac@yahoo.de mirezdin@hotmail.com PDK Slide Show 9 : http://www.pdk-xoybun.com/images/alicahitkirac_pdk.htm
PDK Slide Show 10 : http://www.pdk-xoybun.com/images/xoybun12.html
http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2003-04-18 (6200 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |