20.06.1930 - 20.06.2012 - Di Serhildana Gelîyê Zîlanê da, Tevkujîya Gelîyê Zîlanê Ji Bîra Me Naçe...
Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun
P D K - XOYBUN
20.06.1930 - 20.06.2012
Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun ê, Roja 20.06.1930, di Serhildana Gelîyê Zîlanê, pîroz dikim... Þehîdên Serhildana Gelîyê Zîlanê, Þehîdên Kurdistanê, yên berîya vê demê û yên hetanê îro, bi bîr tînim û tevkujîna Gelîyê Zîlanê, Þermezar dikim...
Kurdistanîyên Hêja :
Tekoþerên Kurd, wekê her demê, di Serhildana Gelîyê Zîlanda jî, xwastine Kurdistanê, ji bin Dagirkerî yê, Rizgar bikin. Wekê, hemên Serhildanên Kurdistanê, vî demê jî, Komara Tirk, ji bo Dagirkerîya xwa bimeþîne, bi êriþên hovane, êriþê Serhildana Gelîyê Zîlan kirine û bi hezaran Kurd kuþtine, Gundan þewitandine, malan xirav û wêran kirine, Kudan bi dara zorê, bi Koçberî yê (Surgun) derbeder kirine... Dibê em, kirinên hemu dagirkerên Kurdistane, ji bîr nekin...
Li gorîya dewletê rojên 19 û 20ê Hezîran sala 1930 an kurên Kor Hiseyin Paþa û Emîn Paþa li Cildiran û Bazîdê ji hidût derbazê Tirkîyayê dibin xetên Telxrafê di çetînin û têne gelîyê Zîlanê, davêjin ser nehîya Zîlanê. Esker ji Erdîþê hereketê gelîyê Zîlan dike. Navbera Erdîþê û Gelîyê Zîlan 20 km ye. Kurên Kor Hiseyîn Paþa û Emîn Paþa davêjin ser Erdîþê.
Þer di navbera eskerên komara Tikîyayê û Kurdan da derdikeve.
Em dîsa çewa berpirsîyarê dewletê dibêjin bi wî awayî qise bikin : „Di roja 29.06.1930 an da, siet 02.45 an da qefleyek iþqîya, bi qasî 200 siwarî û 80 peya davêjin ser qereqolên Surbaxan û Norþên. Bi qasî 25 esker winda bû ne. Iþqîya makînelî tifingek sivik, 2 sandoq cepxane, 2 heywan û telefonek dibin.“
Kolorduya nehan li gora emrê serdarê umûmîya sereskerîyê roja 02.07.1930 an vî emrî dide : „ Iþqîya di bin idara lawên Kor Hiseyîn Paþa û Emîn Paþa da bi qasî 350-400 kes li hêla gundên Sofî Mistefa, Kanî, Romika Jorî, Çaqirbeg, Gurgure, Xaçli, Koru, Xirabêbiçûk û Çawîþ da ne.“
„Hêla Gelîyê Zîlan, iþqîya di bin idara Seyît Resul da bi qasî 400 kes tê texmîn kirin. Di Gelîyê Zilan da li dora gundên Þûrik, Susok, Kadir, Esker, Minewer, Sivik, Axi, Dedelî û Þeytanava ne. Si gund û temamîyê gundên hêlê alîkarê iþqîya ne.“
„Hêla Çildiran, Di bin idara Usiv Evdal ku ji Iranê ketiye welatê me, çend kes hene hê nayê zanîn. Ev koma iþqîya jî li dora gundên Çilîyajerîn, Þêxromî, Alîkelê, Xaçan, Qeymez û Þêxsicû da ne. Kifþ û eþkere bû ye ku li bakûrê hêlê di navbera hidûd û Tendûrekê da Xalidê Xelikanî û Tozoyê Melikanî cî girtine. Mexseda wan eve ku alîkarîya iþqîyayê gelîyê Zîlan bikin.“
„Iþqîya ji dûr va bi tifingan berik dibarînin û direvin. Gundên li hêla mintiqa serhildanê ku alîkariya van iþqîyan dikin tê bi temamî bêne þewitandin, kavil û kambaxkirin. Hizretê Mereþal emir daye û dixwaze ku iþqîya sax were girtin.“
„02.07.1930 an da li mintiqa kolordîyê ev hereket hatin kirin : Gundên Kaymez, Xaçan, Kolesor, Çilî û Osmanî ji jor va bi firokên þer hatin bimbe kirin. Gundên Patnosê bi bimbe û tifingên makîneli têne berik barandin.“
„Roja çarê Temûzê sala 1930 an, siet di navbera 02,50 û 07.00 an da iþqîya hicûmê qereqolên Bêlukbaþî, Qerebûrûn û Qeyabûrun û hawîdorê gundê Tacbûrûn kirin. Di nava van iþqîyan da Ihsan Nûrî, Bro Heso Têlî û Evdilqadir hene. „
„ ! 5 ê Temûzê li cepeyê Eþref Beg ji 500 kesan zêdetir iþqîya hetine imha kirin û kuþtin. Li mintiqa alaya suwarî, iþqîya iltica kiri ye. Li vê hêlê ji gundîyan ji sedan zêdetir mêr, jin û zarok û 150 àyan zêdetir heywan, 6 hesp ketine dest. Bi temamîya heywanên vê hêle hatine civandin.“
„ ! 8 ê Temuzê firokên þer eþîreta Xelikan ji jor va bimbe kirin. Ji eþîreta Xelikan 18 insan û heywanek, ji eþîreta Tozo 6 mêr, mirî û 5 jin birindar, 7 heywan hatine telefkirin. „
„21 ê meha Temîzê, di nav du rojan da eþîreta Xelikan ji jor va bi firokan hatin bimbe kirin. 25 mirî, hewçend jî birîndar û gelek heywanên xwe windakirin.“
„25 ê Temuzê, Mifreza Derwêþ Beg li dora Erdîþê hinek kesên ku xwe di nav dar û keviran da veþartibûn girt, belê ji kesên girtî zaftir kes jî sedem xwestin birevin hatin kuþtin. Bi qasî 200 heywan jî hatine sitandin û li Erdîþê teslîmê komisyonê kirin.“
„29 ê Temuzê, Derwêþ Beg bi mifreza xwe va ku li Gelîyê Zîlan ji bo paqijkirinê wezîfe girtî ye melayê gundê Papûþkin ku yekê sebebê serhildanê bû û pê ra 4 kesên dî mirî girtî ye. Ji xeynê wan 9 tifing û bi qasî 700 heywan hatine civandin.“
„2 ê meha Tebaxê, Mifreza Derwêþ Beg li gundên Koçköprü, Gurgurbaba û Pertaqê nihêrî û di þikeftên dora van gundan da bi Heso ra kesek nenas kuþtî xiste destan. Dîsa jinên ku di van þikeftan da xwe veþarti bûn xiste dest.“
„Zozanên Oramarê ji jor va hatin bimbe kirin. Di dehê meha Tebaxê da Mifreza Derwêþ Beg iþqîyayên bi nav û deng Siltan, Usiv, Kasim, Tahir, kurmamê Kor Hiseyîn Kasim û Mihyedîn kuþtî kirîye dest. Gundên Þereflî û Meral þewitand û bi qasî 30 sîlehan xiste dest.“
Çewa em li dibînin ku tiþtên berpirsîyar û kumandarên dewletê bixwe dibêjin li hêla Gelîyê Zîlan, Patnos, Erdiþ, Çildiran, Bazî û Diyadînê çira insanan tê kirin, gund tev têne þewitabdin û wêrankirin, mal û heywan têne talankirin. ~ê talankirin û qirkirinê dewlet dibêje û ne kesek din. Bi rastî zilm û zordestî, bê wijdanî û bê imanî hê gelek xirabtir bû ye.
Em niha parîyek ji gotinên resmî derkevin û kurt li ser qetlîama Gelîyê Zîlan bisekinin. Kumandarêk esker bi navê Deriêþ Beg me di gotinên rismî de jî dît ku çewan ji insanetîyê derketîyê, di Gelîyê Zîlan da zarok û zêç, jin û kesên kal, xort û zilaman qetil kirî ye, tazî û birçî, li ser berf û baranê, li ber xezeb û tofanê hiþtî ye. Malên wan, xanî û qîyandinîyên wan talan kirî ye, heywanên wan bi zorê sitandîyê, bi qetlîama insanan têr nebû ye, heywanan jî qetil kirî ye. Gundan þewîtandî ye, kavil û wêran kirî ye, dilê wî rihet nebû ye ji jorva bimbe daye kirin, kevir li ser kevirê nehiþtî ye. Insanên zarok, jin û kal, kesên bê sîleh, bê guneh û bê mecal, heywanên bê zar û ziman ku ji alîyê vî sereskerê hov û wehþ va hatine kuþtin kesek jimara wan nizane.
Jimarên ku ji alîyên berpirsîyarên komara nû va hatine eþkerekirin û raporkirin min hin ji wanan li jor nivîsand. Belê ev jimar ji deveyê guh e. Jimarên rastî kes nizane. Kes nizane çend zarok , jin û kal di þikeftan da hatin bimbe kirin. Kes nizane li serê çol û çîyayên Gelîyê Zîlan, di newal û daristanên Gelîyê Zîlan da çend kesên Kurd hatin qirkirin. Leþê wan bûn qismetê gur, hirç û heywanên hovên wek seresker Derwþ Beg.
Li ser her bostek axa Gelîyê Zilan nalîna hestîyan bilind dibe. Her bostêk axa Gelîyê Zîlan bi xwîna jin, zarok, kal û xortên Kurd hatîye avdan. Ava newala Gelîyê zîlan ji xwîna Kurdan sor bû ye. Îro di gelîyê Zîlan da gundên gelîyê Zîlan þahîdê zindî ne kû li gelîyê zîlan çî bû ye. Kesên ku ji wê demê hê sax mane kêmin. Belê kesên ku mane ji hêja jî ji tirsa Derwêþ Begê bê îman newêrin kula dilê xwe û qetlîama Derweþ Beg bînin zimên. Kudera gelîyê zîlan bête kolan ji bin axê, hestîyê insanan, barut û berikên Derwþ Beg derdikevin.
Gelîyê Zîlan ji alîyê komarê va hat tarûmarkirin. Kêsên sax man ji Gelîyê Zîlan hatin nefîkirin. Gelîyê Zîlan ji insanan hat valakirin. Gelîyê Zîlan û hawîdor ma ji gur, hirç, beraz û heywanên hovên ra ku ev heywanên hov ji Derwêþ Beg bi wicdantir û gelek qanctir û aþtir li ser erd û axa gelî disekinîn û disekinin.
Hezar salê, Dagirkerên Kurdistan ê, Bav û Kalê me, bi þiklên Curbe-cur kuþtine. Dema em, Kurdistana mezin, çê nekin, ewên hîna, Hezar salên din jî, me û Zarokên me, bi þiklên Curbe-cur, bikujin. Divê em, dawî li þeþ devletên îro, ''1-Tirkiye, 2-Îran, 3-Ýraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn, tevê Nexþê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paþê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne.