Li bajêr, gund û kom, mala Kurda vêran û koçber bu
Her tim çar rêzê dora me, neyarê xunmij û hov bu
Cînarê meyê cîhanê boy me, dur û dereng şarin
Xiravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu
Konstantînopolîs, Anatolîa û Pontos çi bu
Ew gelên dest danîn, ji Tirkra devşîrmeyê çekdar bu
Tev macirên Gurcî, Bulgar, Arnavut jî wenda kirin
Xravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu
Li Zîlan, Agiryê û Tendurekê qetliam bu
Li Xarpêt, Qoçgîr, Dersimê xenikandin û kuştin bu
Hezaru nehsidu bîstu pêncanda jî fermanek şandin
Xiravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu
Panzdeh salanda sîh hezar zarokê Kurda şehîd bu
Çend şeş salên reşda, çar hezar Kurd faîlî meçhul bu
Ka pênc hezar gund kanê ? Xirav, wêran û vala kirin
Xiravî tim bi deste demoratîk cumhurîyet bu
Hinek bi banga aşitîyê aşuber û bê hiş bu
Tim li dora yekî gerîyan, tar û mar bê qiymet bu
Navê aşitîyê guhurand, zivirand, ji bo dest danîn
Xiravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu
Bê wesle wek jana birînê, li bejn û bala me bu
Bê ru bezirganê hilbijardina parlementoy bu
Ji mera dibêjin, hunjî vî rêyêda qeşmer bin
Xiravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu
Hinek caran jî wekê cengaweran tekoşînger bu
Dawîda xebatkarê demokratîk cumhurîyet bu
Wan zarê Kurdê tekoşînger boy azadî xapandin
Xiravi tim bidestê demokratîk cumhurîyet bu
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne.