Helbestên, Kemal Burkay
Kemal Burkay
HÊVÎ
Li wir, li gundan, li çîyan, bin berfê da
Bi hêrs be, bê hêvî mebe, serbilind be
Bi dil û can bêje stranên azadîyê
Roj wê bê û erd bi gulan bixemile
Li wir, li çol û bajaran, li Kurdistanê
Ger birçî û bê derman bî jî, serbilind be
Ev e hêza xebatkaran, rîya þoreþê
Yek be û bimeþ, rizgarî bi yekitî dibe
1974
EVÎN
Evîn çi ye, germîya dest û çavan e
Evîn çi ye, ji dil tê, kilam e
Baran e li ser axa havînê
Pel û ba ye
Evîn azadî ye
Him dilop e, him derya ye
Nîsan 1990
ROJBAÞ
Rojbaþ dinya!
Rojbaþ ewrên reþ û sipî
Dar û ber, gîya, mêþ û mûrî
Rojbaþ roja zer û sîs
Gulên rengîn
Çûkên dengîn
Rojbaþ zinarê mezin
Toza ber lingê min
Gelîyê kûr
Çîyayê dûr
Ava çirik
Gula dirik
Ba û baran
Rojbaþ jîyan!
Çileyê Pêþîn 1990
MEÞKA KURDAN
Dengê meþkê nerm e
Ji lorîya dê
Dengê meþkê nerm e
Ji kilameke xemgîn
Lê meþka kurdan
Deh qat xemgîn e
Di têlên dil da dilerze
Rojên koçerîyê tîne bîran
Çîrokên evîndaran
Ku tim bê mirad mane
Zulmê, berxwedanê û çîyan
Û mêrxasên þikestî
Meþka kurdan
Wek ji sedsalan nisilîye
Hunguvê êþ û jan e
Çileyê Pêþîn 1993
DENGBÊJ
Dengbêjî ji dil e
Dilê dengbêj dikele
Dengbêj bayê beriyên welatê min e
Berhemên zozanên rengîn e, gul e
Kilamên wî dengê simên hespên kumêt in
Ava belakiyan e, bi þirrîn e
Geh çemekî dîn e, dixulxule, bi qîrîn e
Geh giran dikiþe, dilorîne
Li dengê wî geh þer e, geh aþtî ye
Þayê dîlanan e, gîrîya þîn e
Dengê wî jana birînan
Tama bîranînan
Germiya evîn e
Berxwedan e, hisret e, hêvî ye
Dengê wî zmanê me yê þîrîn
Çîroka Kurdan e, jîn e
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2003-04-25 (5551 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |