15.07.1951—15.07.2022 — Netewa Kurd, di 15.07.1951 da, lawê xwayê hêja, Mîr Celadet Alî Bedir-Xan, wenda kir. Mîr Celadet Alî Bedir-Xan, wekê her Tekoşerê Kurd, nemire û di Dilê meda, dijî...
Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun
P D K — XOYBUN
15.07.1951 — 15.07.2022
Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun ( P D K — XOYBUN ) ê, Mîr Celadet Alî Bedirxan, bi Dilekî germ, bibîr tînim. Mîr Celadet Alî Bedirxan, wekê her Tekoşer û Şehîdên Kurdistanê, nemire û Dilê meda dijî. Şehîdên Kurdistanê, yên berîya vê demê û yên hetanê îro, bi bîr tînim û tevkujînên, li hemberê Kurda, li Kurdistanê û yên li dervayê Kurdistanê buye, hemuyan, Şermezar dikim...
Kurdistanîyên Hêja : Mîr Celadet Alî Bedirxan, di 26'ê avrêlê 1893 de, li bajarê Bakurê Kurdistanê, Stenbol ê, ji Dayik buye û di 15'ê tîrmehê 1951 de, li Rojavayê Kurdistan ê, Hêcanê/Şam ê, çuye ser dilovanî ya xwe. Mîr Celadet Alî Bedirxan, siyasetmedar, rojnamevan û zimanzanê kurd bû. Celadet kurê Emîn Alî Bedirxan û Senîha Xanimê ye.
Kurd û Kurdistan, lawê xway hêja, Rewşenbîr, sîyasetmeder û ronekbîr ê Kurd, Mîr Celadet Alî Bedir-Xan î, roja 15 Tîrmeh ê, di sala 1951 de, bi dilekî xemgîn, wenda kir. Rewşenbîr, sîyasetmeder û ronekbîr ê Kurd, Kekê hêja, Mîr Celadet Alî Bedir-Xan, nemire û di Dilê meda, dijî...
Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun
P D K — XOYBUN
Kekê Hêja, Mîr Celadet Alî Bedir-Xan, Di Dilê Meda Dijî.
Celadet Alî Bedirxan :
Celadet Alî Bedirxan, di 26'ê avrêlê 1893 de, li bajarê Bakurê Kurdistanê, Stenbol ê, ji Dayik buye û di 15'ê tîrmehê 1951 de, li Rojavayê Kurdistan ê, Hêcanê/Şam ê, çuye ser dilovanî ya xwe. Celadet Alî Bedirxan, siyasetmedar, rojnamevan û zimanzanê kurd bû. Celadet kurê Emîn Alî Bedirxan û Senîha Xanimê ye.
Jiyangerî :
Celadet yek ji lawên malbata mezin a kurdan Malbata Bedirxaniyan bû. Ew wekî pêşengê nivîsîna kurdî bi tîpên latînî tê nasîn. Di warê lêkolînên li ser zimanê kurdî de gelek xebitiye û li surgûn û nefiyê kovarên Hawar û Ronahî weşandiye. Xebatên Celadet bûn bingeha edebiyata Kurmancî ya hemdem. Di jiyana xwe ya siyasî da, Celadet beşdarî gelek çalakiyên neteweperwerane bû, ew endamê Xoybûnê û yek ji damezrînerên wê bû. Piştî şerê Bedirxaniyan dijberî Sultan Ebdilhemîdî, tevî malbata xwe ber bi Yemenê ve hate surgûn kirin.
Piştî ku tevgera rizgarîxwaza Tirk bi serokayetiya Mistefa Kemal Ataturk bi serkeft, mafên Kurdan hatin berbendkirin, di vê demê da fermana bidarvekirina Emîn Alî Bedirxan û her sê lawên wî derket. Emîn û lawên xwe Sureya çûn Misrê, Kamûran û Celadet jî çûn Almanyayê. Wan li wir dest bi xwendina bilind kir. Celadetî xwendina bilind qedand û bawernameya doktoraya Hiqûqê wergirt. Li sala 1930ê, ew hat bajarê Şamê û dest bi xebata niştimanî kir. Di nav zebata Xoybûnê da endamekê pêşeng bû, ew yek ji beşdar û alîkarên Serhildana Agirî bû.
Ji bilî zimanê kurdî Mîr Celadet bi van zimanan jî dizanibû: Ingilîzî, Fransî, Almanî, Tirkî, Farisî, Erebî, Yunanî. Kovarên Ronahî û Hawar bi sernivîskariya wî derdiketin.
Nifşa sêyem a Malbata Bedirxaniyan di serê sedsala 20ê da bi Celadet, Kamûran û Rewşen Bedirxan ve destpêdike û xeleka vê malbata serhildêr ya dawiyê ye. Bêguman di xeleka dawin a Bedirxaniyan da Celadet Bedirxan cîhê heri giring digre. Celadet Alî Bedirxan an jî bi navekê din Mîr Celadet li 26ê Nîsana sala 1893ê li Stenbolê hate dinyayê. Bavê wî siyasetmedar û rewşenbîrê navdar Emîn Alî Bedirxan e ku ew jî yek ji kurên Mîr Bedirxan e.
Dema Celadet ji dayik bû, malbata wî li Stenbolê li sirgûnê bû. Dayika wî Senîha Xanim Çerkez e. Bavê wî Emîn Elî Mufetişê Dadgeha Stenbolê bû. Her wiha, wî li wan salan da di nav tevgera Kurdan da jî cihekê giring digirt.
Ji ber ku Osmaniyan qedexe kiribû malbata Bedirxanî biçin Kurdistanê, Emîn Elî ji bo gihandina zarokên xwe bi çand û zimanê Kurdî ji Kurdistanê çîrokbêj dengbêj û mamostayên ziman û qerwaşan dianîn. Yek ji wan nivîskaran jî Helbestvanê navdarê Kurd Hecî Qadirê Koyî bû ku ew mamosteyê serekiyê zarokên Emîn Elî Bedirxan bû.
Celadet tevî xuşk û birayên xwe yên din li ber destê wan mezin bû. Her wiha Bedirxanî ji Stenbolê bi malbatên li sirgûnê yên wekî Şemzînî, Babanî û Cemilpaşayan re jî hevalbendî dikir.
Osmaniyan li malbata Bedirxan gumanan dikirin. Lewma karê fermî didan ber wan û her tim cihê wan diguherandin. Celadet di zaroktiya xwe de tevî bavê xwe di van sirgûnan da derbas kir û li bajarên wekî Stenbol, Isparta , Edirne , Konya, Aqqa, Nahlûs û Selanikê geriya.
Di 18 saliya xwe da Celadet li Stenbolê dest bi dibistana Medresaya Harbiyê dike. Di salên Şerê cihanî yê yekê da ew wekî mamosteyê gihanidina zabitan xebitî û di ser da li eniya Qefqasê li dijî Rûsan şer kir.
Piştî ku di encama şer da Imparatoriya Osmanî têkçû, û di nav welatparêzên Kurd da pêvajoya rêxistinê destpêkir, Celadet li Stenbolê ket nav karên siyasî û bû yek ji hîmdarên Komela Vêkxistina Civaka Kurd. Ew li pey derfeta damezrandina dewleteka Kurdî bûn.
Piştî şer dewletên serkeftî yên wekî Brîtanyayê li Kurdistanê ketin hin hewldanan. Celadet li sala 1919ê tevî birayê xwe Kamûran û Ekrem Cemîl Paşa û Faîq Tewfq çû Kurdistanê. Li cem wan Zabitên Siyasî yên Brîtanî Major Noel jî hebû. Armanca wan amadekariyên Peymana Sewrê bû.
Kemalîstan ku ji gera Celadet û hevalên wî haydar bûn suwar şandin ser wan û ew mecbûr kirin bizivirin. Celadet di vê gera xwe da heta Meletiyê li Kurdistanê geriya û li ser rewşa welat serwext bû.
Di encamê da, li Sewrê, di bin çavdêriya berdevkê Kurdan Şerîf Paşa , hin mafên netewî hatin nîşankirin. Celadet di vê gera xwe ya Kurdistanê da di nav eşîran da gelek metelok, peyv û çîrok jî kom kirin. Li sala l922ê, dema Kemalîst hatin ser hukmî û Stenbol bidestxist, ji bo serokên Kurdan ku di nav wan da Bedirxanî jî hebûn, fermana mirinê derçû. Li ser vê yekê, Celadet tevî birayên xwe Kamûran, Safter Tewfîq û birazayê xwe Heqî ve li sala 1923ê berê xwe da Almanyayê û li wir dest bi xwendina li zaningehê kir. Li sala 1925ê, dema li bakûrê Kurdistanê serhildana Şêx Seîdê Pîran destpêkir, Celadet ji bo tevlîbûna serhildanê bi dizî hate Kurdistanê. Lê heta ku ew giha welat serhildan hatibû şikestin. Ew careka din bi alîkariya eşîrên koçer ji Kurdistanê derket û zivirî Almanyayê.
Di vê navberê da, birayê wî yê biçûk Safter li Almanyayê ji ber nexweşiyê mir. Birayê wî yê din Tewfiq jî zivirî Tirkiyê û li wir bi zora Kemalistan paşnavê xwe kir Çinar û ket xizmeta Tirkan. Vasif Çinar birazayê Mîr Bedirxanî jî di vê demê da ji aliyê Mistefa Kemalî ve wekî wezirê perwerdeyê hatibû wezîfedarkirin. Vasif Çinar ji malbata Bedirxanî hatiye derxistin.
Kamûran piştî hatina Celadetî li Almanyayê ma û doktoraya xwe ya hiqûqê dawî kir.
Mîr Celadet piştî dawîkirina zanîngeha hiqûqê bêyî ku doktoraya xwe temam bike hate Qahîre ya Misrê. Bavê wî Emin Elî li ser doşega mirinê bû. Piştî mirina bavê xwe çû Beyrûtê û li wir bicîh bû. Di van rojan da, li Sûriyê û Beyrûtê gelek rewşenbîrên Kurd civiyabûn. Kemalîstan pistî serhildana Şêx Seîdî careka din berê xwe dabû rewsenbîrên Kurdan. Yên ku ji ber kêra wan filitîbûn, berê xwe dabûn binxetê.
Celadet piştî ku hate Beyrûtê ket nava tevgera welatparêzên Kurd. Di vê navberê da, hewldanên damezrandina rêxistineka neteweyî jî destpêkiribû.
Piştî tevlîbûna Celadet, li 5ê Îlona sala 1927ê li Lubnanê li bajarê Bêhemdûnê kongreya damezrandina Xoybûnê pêkanî. Di nav damezrênerên Xoybûnê da ji bilî Celadetî rewşenbîrên wekî Dr. Nurî Dêrsimî, Qedrî Can, Dr. Nuredîn Zaza, Memdûh Selîm Wanlî, Hemze Bêgê Muksî, Ekrem û Qedrî Cemîl Paşa û serekên herêmî yên wekî Haco Axa, Emînê Perîxanê, Mistefa Şahin Begê Berazî, Bedredinê Hebizbinî û gelekên din jî hebûn.
Yek ji biryarên Xoybûnê ew bû ku ew ji bo piştgiriya serhildana Araratê li herêma sinorê binxetê têkevin nav hewldanên leşkerî.
Bi vê armancê Celadet tevî Haco Axa û Resûl Axayê Miheme li herêma Torê tevî suwarên Kurd êriş birin ser qereqolên Tirkan.
Lê ji ber ku ew negihiştin armancên xwe, Celadet berê xwe da Çiyayê Araratê û tevî serhildêrên Serhedê bû. Li dûmahiyê, ev serhildan jî têkçû û wî tevî Ihsan Nûrî Paşayî xwe avêt Îranê.
Li Tehranê Şahê Îranê Mehmed Reza Pehlewî xwest wî bi hin bertîlan ji tevgera Kurdan dûr bike û li devereka cîhanê jê ra konsolosiya Îranê pêşniyaz kir. Ji ber ku Celadet ew daxwaza Şah qebûl nekir, ew her wê demê ji Iranê hate derxistin. Piştî Îranê, Celadet demekê li Başûrê Kurdistanê û li Bexdayê ma. Lê Inglîzan nexwest ew li Îraqê bimîne û rê li wî tengkir. Ew careka din jî bi neçarî zivirî Sûriyê û li Kurdistana rojava xebata xwe meşand.
Li wir tevî endamên malbata Cemil paşayan, Hemzeyê Muksî û Haco Axa bi navê Civata Alikariya Kurdên Belengaz komeleyek damezrand. Armanca wan ew bû alikariya Kurdên ku ji bakûr revîbûn bikin.
Sûriyê wê demê di bin dagirkeriya Fransayê da bû û têkiliyên Fransî û Kemalîstan baş bûn. Ji ber zixtên Tirkan, Fransiyan jî nedixwest ew li Kurdistanê bimîne. Li Tebaxa sala 1930ê tevî rewşenbîr û serhildêrên Kurd ên din bi zorê li Şamê hate bicîhkirin.
Xebatên siyasî ên bêencam û dorpêçana dewletên serdest berê Celadetî dabû rêyeka din. Rewşa herêmê jî êdî dest nedida ku Kurd ji bo hevkariyê dewleteka alîgir bibînin an jî serhildaneka neteweyî birêbixin. Hin sedemên din jî ku Celadet her bi rewşeka nû ve dehf dabûn, rewşa navxweyî ya Kurdan bû. Di nav Kurdan da xwendin û nivisandin û karê rewşenbirî gelek kêm bû. Li dûmahiyê, ew gehişt bû wê baweriyê ku ji bo şiyarkirina Kurdan divê karê rewşenbîrî bike û biryara xwe da.
Li rojên sirgûniya Şamê Celadet dest bi karê zimanzanî û afirandina elfûbêyeka Kurdî kir. Celadet ji bilî Kurdî bi zimanên Tirki, Erebî, Farisî, Frensî, Rûsî, Yûnanî, Almanî û Ingîlîzî dizanibû. Li gor fikra Celadetî, ew li encama muqayeseya gelek ziman û elfûbêyan gihişt hindê ku elfabeya Latînî dikaribû berî li nivîsîna Kurdî vebike. Ji xwe ew ji sala 1919ê ve xwedî vê baweriyê bû û li Almanyayê li ser etîmolojiyê jî xebitîbû.
Helbet, ji bo pêkanîna raman û îdealên xwe kovarek ji wî ra lazim bû. Li sala 1931ê ji dewleta Fransî destûr girt ku li Sûriyê kovarekê derbixe.
Piştî amadekariyan, li 15ê Gulana 1932ê hejmara yekê ya Hawarê gihand xwendevanan. Armanca Mîr Celadet ewe bu ku alfebeya Kurdî latînî bi vê kovarê li seranserê Kurdistanê belav bike. Mîr Celadet li kovara Hawarê de jî diyar kiriye ku ji bo yekxistina alfabeya kurdî çendîn name ji bo Tewfîq Wehbî nivîsandine, lê mixabin tu bersîv wernegirtiye. Ji ber wê yekê jî li kovara Hawarê de dest bi nivîsandina zaravayê Soranî (latînî) kiriye.
Her li wê salê kitêba xwe ya gramerê a bi navê Rêzimana Elfabê ya Kurdî çap kir.
Celadet Bedirxan li Şamê di rewşeka nebaş da dijiya. Kemalistan li Tirkiyê dest dabû ser hemî mal û mulkê malbata wan. Celadet ji ber sedemên aborî mecbûr ma ku mamostetiya zimanê Fransî û parêzeriyê bike.
Ew li kolana Salihiye di odeyekê da dima. Ev ode navenda Hawarê, mêvanxane û cihê razanê jî bû. Çavên wî li bendê bûn ku careka din derfetekê bibîne ku bikare biçe Kurdistanê. Lê piştî ku serhildana Malbata Eliyê Yûnis jî hate tefandin, wî fahmkir ku di paşeroja nêz da ew derfet çênabe.
Ji bo vê yekê wî biryara zewacê girt û li sala 1935ê li Şamê bi dotmama xwe Rewşen Xanimê ra zewicî. Rewşen xanimê wê demê mamosteyî dikir.
Di zewaca wan da bi navên Cemşîd û Sînemxan du zarokên wan çêbûn. Her wiha, kurekê wan bi navê Safter jî hîn di yeksaliya xwe da miribû. Keça Rewşenxanê ya ji şûyê (mêrê) wê yê yekê bi navê Useyma bû li ba wan dima. Ji zarokên Celadet, Cemşîd li Almanyayê doktorî xwend û li sala 1999ê çû ser dilovaniya xwe. Ji Cemşîd kurek û keçek bi navên Kurd û Evîn hene. Kurd li Almanyayê doktorî qedandiye û niha jî li wir karê xwe didomîne. Evîn jî çalakvaneka civakiye û ew jî niha li Almanyayê dijî.
Her wiha, keça wan Sînemxan niha tevî malbata xwe li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dijî. Sînemxan li gel nivîskar û endezyarê neftê Salah Sadallah(Nivîskarekî Kurde û nêzîkî 25 berhemên wî hene) jiyana hevjîniyê pêkaniye û wê jî du zarokên bi Navê Dilnaz û Azad heye. Dilnaz li Zanîngeha Sorbuna Fransa beşa wergeriyê qedandiye û niha jî li gel zarokên xwe (Ciwan, Mîro, Alan) li Parîsê dijî.
Azad Endezyarê Elektrikêye û wî jî kurek bi navê Alan heye. Ew jî niha li Qatarê dijî. Sînemxan Bedirxan hewl dide hemû berhemên Bedirxaniyan kom bike û ji nû ve çap bike. Heta niha nêzîkî bîst û pênc berhemên Bedirxaniyan û berhemên hevjîna xwe Salah Sadallah çap kiriye. Niha bernameya wê ya herî girîng amadekirina Ansiklopediya Bedirxan e ku îsal 15.05.2011 li roja derxistina kovara Hawarê amadekariyên Ansîklopediya Bedirxan hate ragihandin. Armanca vê Ansîklopediyayê ewe ku hemû berhemên Bedirxaniyan li nav vê ansîklopediyayê kom bike û pêşkêşî xwendevanên Kurdî bike. Useyma jî niha tevî malbata xwe(sê keç Şîrîn, Nesrîn, Ruşen) li Beyruta Lubnanê dijîn. Bi destpêka Şerê Cîhanî zextên siyasiyên li ser rewşenbîrên Kurd li Sûriyê careka din destpêkir.
Dewleta Fransî di nav salên 1943ê û 46ê da bi zorê rûniştina li Şamê li ser Celadet ferzkir. Qedexe bû ku ew ji Şamê derbikeve. Ev bi zorê rûniştina li Şamê ji aliyê rejîma Sûriyê ve jî heta 1948ê hate domandin. Piştî destpêka Şerê Cîhanî yê Duyê Celadet dest bi karên rojnamevaniyê kir û li sala 1942ê li Şamê Kovara Ronahî weşand.
Pênç hejmarên Ronahiyê yên pêşîn li ser nûçeyên Şerê cîhanî bûn. Di demên paşîn da jî êdi Ronahî kovareka xwerû Kurdî bû û bi nivîsên li ser ziman, wêje û çanda Kurd hatibû xemilandin. Piştî ku li sala 1943ê Hawar hate rawestandin jî, Mîr Celadet giranî da ser Ronahiyê.
Hingê birayê wî, Kamûran, jî li Lubnanê kovareka Kurdî-Fransî bi navê Roja Nû derdixist. Serpêhatiya_kovara Ronahî jî heta sala 1945 ê ajot.
Mîr Celadet di jiyana xwe ya rewşenbîrî da ji bilî xebatên kovar derxistinê gelek kitêb jî nivîsîn. Her wiha, ji bilî kovarên ku wî derdixistin, di gelek kovarên Kurdî û yên zimanên din da jî nivîsiye. Ji ber tengasiyên aborî, Mîr Celadet li sala 1950ê li gundê Hecanê, ku nêzî Şamê bû, dest bi karê çandinê kir. Ji bo debara malbata xwe, ew mecbûr mabû karekî wiha bike.
Her çende gelek hevalên wî yên dewlemend hebûn û wan dixwest alîkariya wî bikin jî, wî alîkarî qebûl nedikir. Li Gundê Hecanê ji bo avdana pembûyê zeviyên ku diajot bîreka mezin kola. Di nameyên ku ji malbata xwe ra dinivisîne navê wê bîrê danîbû Bîra Qederê.
Mîr Celadet li 15'ê Tîrmeha sala 1951ê li gundê Hêcanê nêzîkî Şamê çû ser dilovaniya Xwedê û termê wî li kêleka bapîrê wî, Mîr Bedirxanî, li Goristana Mewlana Xalidê Nexşebendî li taxa Kurdan li Şamê hate veşartin.
Li van salên dawî de hinek nûçe derdikevin ku qaşo Celadet Bedirxan ji aliyê dezgehê hewalgiriya(îstîxbarata) dewleta Suriye ve hatiye kuştin. Lê belê heta niha tu belgeyek di vî derbarî de tûneye û zarokên Mîr Celadet (Sînemxan û Useyma Bedirxan) jî di vî derbarî de didin zanîn ku ev nûçe bê bingehin û ji gote gotan pêkhatiye.
Berhem :
Elifba Kurdî
Rêzimana Kurdî
Rûpelên Elfabê
Ferhenga Kurdî
Rêzimana Elifbaya kurdî
Dîbaca nimêjên îzêdiyan
______________________________________
Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun
P D K — XOYBUN
______________________________________
Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun
P D K — XOYBUN
______________________________________
“Sonda me mirin e di riya te de welat.
Kefen kirasê me ye ferman lihem li hilat.
Hinc li me miriye ji bo me ma xebat.
Xwîna me hat firotin pê bikirin Kurdistan.
Em dîltiyê naxwazin ji me re rûmettire goristan.
Li ser tirba kuştinê kal û pir digrîne.
Dil kezebê me gişkan tijî xwîn û birîn e.
Xort û law qîz û bûk hemû sond xwari ne.
Xwîna me hat firotin pê bikirin Kurdistan.
Em dîltiyê naxwazin ji me re rûmettire goristan.
Bi lorîka mirinê em hatin pêçandin.
Liyandin şûna şîr em bi xwînê mijandin.
Faîk Bûcak, ne tenê siyasetmedar bû. Helbestvan jî bû. Di hemû helbestên xwe de bang li xort û keçên Kurd dikir. Hêviya wî xort bûn. Helbesta xwe ya navdar “Sonda Mirinê“ ji bo xorten ku canê xwe yê ezîz ji bo welat feda dikin, li zîndanan jiyana xwe ji dest didin nivîsandi bû.
Faîk Bûcak, dema ku helbestên xwe dinivîsand wê demê şert û îmkanên îro weke îro tune bûn. Mirov nikarîbû tiştên nivîsandî bi xwe re bigerîne. Faîk Bûcak helbestên xwe êvarê bi dost û hevalên xwe didan jiberkirin û digot ”qîza xalê min, van helbestan baş jiber bike, rojekê ku ez canê xwe ji dest bidim bela ev helbest wenda nebin. Berî şehadeta wî dostekî helbestên wî bi dengê wî di kasêtekê de tomar kiribûn.
______________________________________
Yarê bixun e sitranê dîlanê.
Dilê min birîn e lê dilovanê.
Min dil da te bejn zirava halanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Ji çîya û deşt nalin tê ax yarê.
Boy te dilê min jan da birîndarê.
Li warê me derman gulê baharê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Mezra botan warê mîr û mîrekê.
Mem got, em nevin çîroka dîrokê.
Tarîya zîndan ronîk e jîrekê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Kanê mezra botan xwazil bi berê.
Mem çubu warê Zîna evîndarê.
Fesadê wan bu sebebê kederê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Sê Ehmed û Xecê çu ser zozanê.
Wekê kevok bu li çîyay Sîpanê.
Xezal xun berda ser bejn û fîstanê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Zarok roda çu ji ber şîpa avê.
Hilanîy e dengê şîna dêw bavê.
Bîr anî Helepçê dil bu wek şevê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Neyar hat boy qirkirina Dêsimê.
Hovîtî kirin li Muş û Amedê.
Xun rijandin li Zîlan û Qoçgîrê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Boy Kurdistan li ber gule baranê.
Hunandîy e vejînî û xoybunê.
Boy Partî Demokrat a Kurdistanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Hun Dizanin !
Ji Yêzdanê Dilovan,
Dîyarî Bihuşte...
Ew der Kurdistane...
Ava Bihuştê...
Kanîya Zemzemê...
Hebuna li bin Axê...
Zêrê Zer û Ava Reş...
Kakilên, Gûz û Tûyan...
Darên Rezan û hwd...
Li Welatê Kurdistane...
Kaniya Neftê, Diherike Cîhanê...
Çavên birçîyan, Zur bu...
Ewrê reş, li ser Kurda, rêz bu...
Terorîstên, bi Cilên Reş, har bu...
Amerîka û Ewropa, Hevkar bu...
Pêşmerge, bi Top û Tifingan, ra bu...
Barzanî, bê xew ma û Tekoşer bu...
Emê, bi avakirina Kurdistan a mezin, dagirkerên Kurdistan ê, ji ser axa Kurdistan ê, bavêjin der û dawî li Saltanat û Heytehola wan bînin. Emê, komarên wan, hilşînin û desthilatîyên wanên gemar, bikin tarîtî ya dîrokê...
Xuşk û Bira yên Hêja !
Ji boy aşîtîya Cîhanê, hewceye em, dawî li şeş devletên îro, -Tirkiye, 2-Îran, 3-İraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin, Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn tevê Nexşê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paşê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
Di vî pirojê da, Nexişê Kurdistana mezin, digîhî je, Ewropa yê. Hewceye, her Kurdên, bi xîret û mêrxas, beşdarê, ramana, Kurdistan a mezin be.
Ez hêvîmim, Partî û Rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, li her perçeyên Kurdistan ê rista ( sîstema ) Federe, pêk were. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, pêk bîne... Ger ev yek pêk ney, Partîya me, Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun ( P D K — XOYBUN ) amadeye, bi angorên Qeydeyên (Normên) Demokrasîyê, li Kurdistana mezin Rista ( Sîstema ) Key'atî yê û Mîr'atî yê, pêk bîne...
Ez hêvîmim, zaravayên Kurdî, Kirmaşanî, Kurmancî, Hewramî, Soranî, Goranî, Zazakî/Kirmanckî, Loranî/Lurî, Kelhori, Lekî, Şêx-Bizinî, Baxtîyarî û hwd, di Kurdistanek Yekgirtî, Serbixwe û Federe an jî Key'atî yê û Mîr'atî yê da, xurt û geş bive...
Kurdistanîyên Hêja :
Alî Cahît Kiraç : Kurdistanîyen hêja, werin, beşardarê PDK-XOYBUN ê bin, em, bi hevra, Kurdistana Mezin, avakin û ruhê Şêhîdên Kurdistanê, şad bikin...
• Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê — Xoybun ( P D K — XOYBUN ), bang li kevneşopên PDK ya 1965 ê û bang li kesên Kurdistanî dikim, beşdarê PDK-XOYBUN ê bin, em bi hevra, axa Kurdistana pîroz rizgar bikin...
• Dubare, bang li kevneşopên PDK ya 1965 ê û li her kesên Welatparêz û Kurdistanî dikim, bi endamtî, beşardarê PDK—XOYBUN'ê bin, Partîya xwa ya PDK ê, xurt û zindî bikin. PDK—XOYBUN, berdewama PDK ya 1965'a ye û dixwaze, bi zindîbuna PDK ê ra, bi avakirina Kurdistana mezin, ruhê Şehîdên Kurdistan ê, şad bike...
Ez hêvîmim, Partî û Rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, li her perçeyên Kurdistan ê rista ( sîstema ) Federe, pêk were. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, pêk bîne... Ger ev yek pêk ney, Partîya me, Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun ( P D K — XOYBUN ) amadeye, bi angorên Qeydeyên (Normên) Demokrasîyê, li Kurdistana mezin Rista ( Sîstema ) Key'atî yê û Mîr'atî yê, pêk bîne...
Ez dubare hêvîmim, zaravayên Kurdî, Kirmaşanî, Kurmancî, Hewramî, Soranî, Goranî, Zazakî/Kirmanckî, Loranî/Lurî, Kelhori, Lekî, Şêx-Bizinî, Baxtîyarî û hwd, di Kurdistanek Yekgirtî, Serbixwe û Federe an jî Key'atî yê û Mîr'atî yê da, xurt û geş bive...
Ez disa hêvîmim, partî û rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, emê bi avakirina Kurditana mezin, li Kurdistan ê Rista (sîstema) Federe, pêk bînin. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, avake... Anjî Kurd, Rista/Sîstema Paşa'tî yê (Key'tî yê/Qiral'tî yê), bikar bîne… Piştê Pêncî Salê jî, wekê Mînak'a Îngîlîzstan ê, Rista (Sîstema) Parlamentoyê jî, pêk bîne... Piştê avakirina Kurdistana Mezin, Devleta Kurdistanê, Devleta Îsraîlê û Devleta Hîndîstanê wekê Yekîtîya Ewropayê, Yekîtîya Kurdistanê, Îsraîlê û Hîndîstanê pêk bîne… Kurdistan, Îsraîl û Hîndîstan, hewceyê Yekîtîyê ye...
An jî, Kurdistan, Îsraîl, Hîndîstan û Îngîlîzstan bi hevra te'vê Yekîtîya Ewropayê be, Navê Yekîtîya nu jî, bibe; Yekîtîya Welatên Arîyan... Hewceye, Amerika û Rusya jî, di nav Yekîtîya Welatên Arîyan da, Cîyê xwe bigire...
• Ez amademe, bi welatên Emperyal ra, Peymanek pêk bînim... Di vî peymanê da, 500 sal, berjewendîya welatên Emperyal, hebe û Kurdistan jî, heta hetayê, azad be...
• Eger, welaten Emperyal, ji bo avakirina, Kurdistana Mezin, alîkarî bide me, wê demê, emê jî, 500 sal, qezenca, ser-erd ê û bin-erd ê, Kurdistanê, ji % 50 yê, bidin wan, welatên hevkarên xwe û emê, 500 sal, Lula Neftê jî, ji wan, welatên hevkarên xwe ra, vekin... Emê, ji bo parastina Kurdistanê, ji 50.400.000 endamên Artêşa Kurdistanê ra, 50.400.000, Dabançe, Tifing'ên herê Moderin, Rokêt'ên, Antî-Panzer û Fûze'yên, Antî-Tîyare û hwd, ji wan, welatên hevkarên xwe, bikirin...
Kurdistana Mezin Bihuşt a Cîhanê ye...
— Berjewendîya Amerika'yê û Hevpeymanên Amerîka yê, di Hevpeymanî ya Kurdistana Mezin da ye…
(Berjewendîya Welatê Amerika yê, Welatê Îngîlîzstan ê, Welatê Îsraîl ê, û Welatên Ewropa yê, di Hevpeymanî ya Kurdistana Mezin da ye…)
— Birêz, Rêvebir û Serokên Hêja, Kurdistana Mezin, Di Berjewendî ya Welatên weda ye…!!!
Birêz, Rêvebir û Serokên Hêja, yên Welatên Emperyal, ez hêvî dikim, welatên we, pirojeyên xwa, yên, Rojhilta Navîn, bi angorê, avakirina, Kurdistan a mezin, ji nuva, nujen bike...
Berjewendîya welatên we, di Hevpeymanî ya Kurdistanê da ye. Ez hêvîme, welatên we, bi welatên Hevpeymanên xwe ra, li hemberê, welatên Dagirkerên Kurdistanê, ''Surîyê, Tirkiyê, Îranê, Iraqê û hwd'ê'', piştevanîya avakirina Kurdistana Mezin bike...
Dema, welatê Amerika, bi Welatên Hevpeymanên xwe ra, li hemberê, welatên Dagirkerên Kurdistanê, ''Surîyê, Tirkiyê, Îranê, Iraqê û hwd'ê'', piştevanîya avakirina Kurdistana Mezin bike...
Nîv'ê, Gaz û Neft'a Kurdistanê, 500 sal, ji welat'ên Hevpeyman'ên Kurdistanê ra ye !!!
Nîv'ê, Qezenc'ên, Çem, Gol û Derya'yên, Kurdistanê û Nîv'ê, Qezenc'ên, ji Ser-Edê û ji Bin-Erdê, Kurdistanê, 500 sal, ji welat'ên Hevpeyman'ên Kurdistanê ra ye !!!
80% ji çavkaniyên dewlemendiya Asya, Kafkasya, Balkan û Afrîkayê yên di Nexşeya Kurdistana Mezin de hene, dê ji bo 500 salan bidin hevalbendên Kurdistanê ... Ya mayî; %20ê serweta sererd û binerd ji bo mûçe, alavên leşkerî û xerciyên din ên 54,400,000 Pêşmerge û polîsên Kurdistana mezin tê bikaranîn.
Kengê Kurdekî Were Kuştin, Hun Jî Sê Zarokan Çêkin ! . .
Gelê Xuşk û birayên Kurd, neyarên Kurda û dagirkerên Kurdistanê bi sed salane, Bira, Bav, û Xuşkên me Kurda bi şiklên curbecur dikujin. Dibê em dev ji tolhildanê bernedin. Ango hewceye em mafên xwayê Tol Hildanê bikar bînin.
Gelê Xuşk û birayên Kurd, dema neyarên Kurda û dagirkerên Kurdistanê, Kurdekî kuşt, hun jî bi cengawerî tol hilanîn ( heyf hilanîn ) bigirin.
Gelê Xuşk û birayên Kurd, kengê Kurdekî bi destê neyarên netewa Kurd were kuştin, hun jî, di şuna wî kesê şehîd da, sê zarokan çêkin !...
Gelê Xuşk û birayên Kurd, dema hun nu dizewicin, an cêvî an jî sêber zarok bînin dinê !...
Gelê birayên Kurdên li Kurdistan ê û Kurdên li seranserê Cîhanê, hetanê sed salê kî din, bi kêmasî, sê an jî çar Jin bînin, ango sê caran an jî çar caran bizewicin, bila jimara Kurda, li Kurdistanê û li seranserê cîhanê, zêde be. Dakû em, bikaribin, li hemberê dagirkerên Kurdistan ê, xwe biparezin û em li hemberê Teknolojî ya îro wenda nebin !...
Yarê bixun e sitranê dîlanê.
Dilê min birîn e lê dilovanê.
Min dil da te bejn zirava halanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Ji çîya û deşt nalin tê ax yarê.
Boy te dilê min jan da birîndarê.
Li warê me derman gulê baharê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Mezra botan warê mîr û mîrekê.
Mem got, em nevin çîroka dîrokê.
Tarîya zîndan ronîk e jîrekê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Kanê mezra botan xwazil bi berê.
Mem çubu warê Zîna evîndarê.
Fesadê wan bu sebebê kederê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Sê Ehmed û Xecê çu ser zozanê.
Wekê kevok bu li çîyay Sîpanê.
Xezal xun berda ser bejn û fîstanê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Zarok roda çu ji ber şîpa avê.
Hilanîy e dengê şîna dêw bavê.
Bîr anî Helepçê dil bu wek şevê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Neyar hat boy qirkirina Dêrsim ê.
Hovîtî kirin li Muş û Amed ê.
Xun rijandin li Zîlan û Qoçgîr ê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Boy Kurdistan li ber gule baran ê .
Hunandîy e vejînî û xoybun ê.
Boy Partî Demokrat a Kurdistan ê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Hezar salê, Dagirkerên Kurdistan ê, Bav û Kalê me, bi şiklên Curbe-cur kuştine. Dema em, Kurdistana mezin, çê nekin, ewên hîna, Hezar salên din jî, me û Zarokên me, bi şiklên Curbe-cur, bikujin. Divê em, dawî li şeş devletên îro, ''1-Tirkiye, 2-Îran, 3-İraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn, tevê Nexşê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paşê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne.