çend nimûne ji helbestên Seydayê tîrêj
Çend nimûne ji helbestên Seydayê tîrêj
Hate hundir
_______________________
Hate hundir ew ji niþkave li min çoglerizîn
Ji piyan ketme bi carek dest û pê tev tevizin
Rist û birbisk û guhar û gerdenî xemla giran
Lê dixun tud bê ji malbat û nijadê hur mizîn
Wek memê hundir û jer li min bûn wekî baxê dimir
Cejn û Newroza min e kubê civan hatiye zîn
Em ketin warê evînê bê hiþ û sewda diman
Wek beko gundî û ciran li min û xar qelizîn
Bes li dun xayê ji mer iþq û evînî sosrete
Pêjn û sawêrek ji kûbê em ji tirsad qovizîn
Bi gilî û gazinan derdê xwe mej hevre digot
Dil li me bûye birîn hestî li me tev derizîn
Pêþmerge
____________________
Em hemî pêþmerge ne
Em li xwe pir ewle ne
Serfirazîyê duxwazin
Em ne ben û kole ne.
Milletê Kurd namirê
Qet ji vê rê nagerê
Her wekî Tîrêj dibê
Çax û dewranê me ne
QULINGO
________________________
Qulingê min çima îro
Bi qîrên tê ji germiyana
Bi ceng û bask û perwazan
Berê te wa li zozanan
Li te rê dûro, westawo
Ji heval hogiran mawo
Berê te her li berjor e
Dikî gazî li pê wana
Bi vê qîrîn û hawarê
Xem û derdêm te tev rakir
Birînên dil te axaftin
Bi wan êþ û kul û jana
Gelo ma qey tu dilya ye
Ji germa kerbela jaro
Di vê cihê bav û bapîran
Welatê berf û barana
Welatê kanî û ava
Welatê wa çem û mava
Welatê çîçek û baxa
Welatê mêrg û çîmana
Welatê fêris û mêra
Cihê comerd û camêra
Welatê kaniya zêra
Cihê petrol û mircana
Welatê bilbil û bazan
Welatê þalûr û qazan
Welatê dîlber û nazan
Welatê ebr û qeytanan
Wealatê kovî û þêran
Welatê xêr û hem bêran
Welatê gol û avgêran
Cihê Medya û Mîtana
Weyaxud tu evîndarî
Dixwazê dîtina yarê
Di gel hev ku bikin seyran
Di nîv bax û gulîstana
Li te mizgîn qulingê min
Qonaxa te ne pir dûr e
Bi yek firê tu dighê cem
Di nava erd û ezmana
Ne wek rengê min diljar î
Ji gist û dîtina yara
Me çeng û bask û per nîne
Ku wek te bighêjim wana
Ji Yezdan ez dikim hêvî
Tu bighê meqsed û wara
Bi dilþahî li hev rûnin
Li ser darên di qizwana
Bi xwedê kî qulingê min
Tu raweste hela carek
Ji te'r bêjim du sê peyvan
Delalê ber dil û cana
Berê te ger li Amed bî
Tu xweþ deynî qulingê min
Li kêla þêx Seîdê kurd
Bidî ber deng û fîxana
Bikî qêrîn li ser gorê
Ku kuþtî pêk ve bin dorê
Silavê min li hemyan ke
Heval û hogirê wana
Silavê min bikî dîsa
Li kurdê ameda rengîn
Li wa girtiyên di riya millet
Di çal û hepsa û zindana
Eger tu diçî Mehabadê
Li nîv gorê þehîdan deyn
Bibêje Qadî û Seyfî
Hezar rehmet li ser wana
Berê te ger li Serhed bî
Weyaxut Dêrsim û Sason
Li zozanê þerefdînê
Li Agrîdax û Sîpana
Silavê min li kurdan ke
Çi xort û qîz mêr û jin
Li xakî kurd û Kurdistan
Li birc û xan û eywana
Bibêje ku gelek Tîrêj
Ji bo we tim pesindare
Belê ma çi bikî ew gêj e
Ji ber van çerx û dewrana
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2003-08-11 (4963 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |