Dîroka nivîs û alfabeyê
Ev glovera axikî orjinal e.
Berî zayînî 1980î li Mezopotamyayê
hatiye çêkirin û behsa malbata
Lagaþ dike.
Li gor lêkolînên arkeologan cara pêþî sumerî li Mezopotamyayêberî zayînî (bz) li derdora salên 3500î li ser kevir û lewheyên axikî bi awayekî sîstematîk wêne kolane. Piþtre wêneyên xwe basît çêkirine ku mirov têbigehîje. Ji wêneyên weha hêsan û sîstematîk re pîktogram dibêjin. Ji ber ku sumerî wêneyên xwe li ser heriya þil û bi kam nivîsîne,detaliyên wan ji aliyê arkeologan ve baþ nehatine xwendin û fêm kirin. Piþtî sala 3000 î sumerî pîktogramên xwe bi pêþxistine û wek nivîsar li ser lewheyên axikî yên biçûk nivîsîne. Ji wan lewheyên axikî hinek ji wan di firnan de þewitandine û hinek ji wan jî li ber tava rojê hatine þewitandin.Wek nimûne, dema wêneya rojê bê çêkirin, divê weha basît û hêsan be ku ji aliyê herkesî ve were naskirin û zanîn. Lê bi tenê ne çêkirin, herweha ew kesê ku wêneya rojê bibîne jî, bizanibe ku ew di wateya "roj" an "demê" de hatiye çêkirin. Ku "roj" sembol û nîþana "dem" an "zeman" bûye. Ji wêneyên weha yên watedar re
îdeogram dibêjin.
Herweha sîstema pîktogram û îdeograman gelek zehmet û tevlihev bûne û ji ber wê yekê sumeriyan bi qasî 2000 sembol bi kar anîne. Di proseseke din de kîte þûna wêne girtine û ji wê forma kîte-wêne reîro dibêjin fonogram. Fonogram di prosesa nivîsîna sumerî de pêngaveke gelek pêþketî bûye, xwendin û nivîsandinê hêsantir kiriye. Herweha bi alîkariya fonogramê hejmara sembolên sumerî ji 2000 î daketine 600 î.
Mîtolojiya Gilgamêþ bi wê nivîsara lewheyî hatiye nivîsîn. Mirov dikare bêje ku bi nivîsîna mîtolojiya Gilgamêþ çîrok û romana yekemîn hatiye nivîsîn. Bingehê wêjeya nivîskî bi nivîsîna Gilgamêþ re dest pê kiriye. Gilgamêþ lawê Lugalbanda bûye û bi kêmasî ew qehremanê pênc helbestên sumeriyan bûye. Gilgamêþ bi xwepadîþahê sumeriyan yê bajarê Ûrûk bûye. Li gor mîtolojiyê ew nîv Xwedê û nîv însan bûye. Li pey mirinê geriya ye û piþtî gelek bûyer û serûvenên mezin û dijwar ne dermanê mirinê lê dermanê ciwanbûnê dîtiye. Lêbelê berî ku ew dermanê ciwanbûniyê bixwe marekî reþ ew derman xwariye û herweha ciwanbûn jî ji destê Gilgamêþ çûye. Gilgamêþ di nav qehremanên epoyiyên akadî de jî gelek populer bûye. Varyanta mîtolojiya Gilgamêþ ya herî baþ bz di salên 668-627an de li ser 12 lewhayên suryanî hatine nivîsîn û ji aliyê padîþahê asurî Assurbanîpal ve li pirtûkxana Nînovayê hatine kom kirin.
Zimanê sumerî heta 2000 salên bz hatiye û ji wir bi þûn ve, him zimanê devkî û him jî zimanênivîskî miriye. Arkeologên Ewropî piþtî zayînî di salên 1800 de li Mezopotamyayê li ser ziman û çanda sumeriyan lêkolînên xwe hûr û kûr kirine, di dawiyê de gehiþtine wê baweriyê ku îro li cîhanê tu gel nîne ku bi zimanê sumerî dipeyive. Lê piþtî sumeriyan heta demekê li herêmê asûrî, babîlî û akadî bi zimanê sumerî nivîsandine. Ew jî piþtre destpêkirine û bi zimanê xwe nivîsîne.
Piþtî zayînî di 1920 î de arkeologan li Boxazkoy di lêkolînên xwe de rast hatine ku hîtîtan jî bz di salên 3100 î de nivîsarên taybetî bi kar anîne. Zimanê hîtîtan zimanekî hînd-ewropî bûye.
Li gor lêkolînan bz di salên 3000 de li Misirê jî bi navê hieroglîf wêneyên yekbêje li ser keviran hatine kolan. Herweha ji wir bi þûnve prosesa nivîsê li Mezopotamya û li Misrê ji hev cuda lê peralel dom kirine. Di sîstem û prosesa misirî de zêde guhertin û pêþketin çênebûne lê di ya Mezopotamyayê de her ku çûye guhertin û pêþketin çêbûne. Piþtî sumeriyan, akadî, hîtîtî, hûrî û ûgirîtî guhertin û pêþketinên mezin di nivîsara sumeriyan de çêkirine.
Du varyantên nivîsara misirî hene: Hîeroglîf û hîeratî. Hîeroglîf li ser dîwar, kevir û metalan û hîeratî jî li ser papîrûs hatine nivîsîn. Di salên 700î de hîeratî bi pêþketiye û ji gotinê derbasî kîteyan bûye û bi îtalîk hatiye nivîsîn. Piraniya nivîsarên misrî yên kevn li ser kevirên goristanan hatine nivîsîn. Ango goristan bûne dibistan.
Akadî di salên 2500 î de nivîsara sumerî digrin û bi pêþ dixin. Lê bi tenê di karê burokrasiyê de bi kar tînin.
Di salên 2400 î de vê carê hîtîtî nivîsara akadiyan wek nimûne digrin, bi ya xwe re muqayese dikin û nivîsara xwe xurt û bi pêþ dixin.Di salên 1700 î de Hammûrabî dibe padîþahê Babîlê.
Hammûrabî li cîhanê cara pêþî qanûn dinivîse. Qanûna Hammîrabî pêþî li ser dîorît û piþtre li ser lewheyên biçûk tê nivîsîn. Dîorît kevirên mezin in û li nav bajêr hatine daçikandin ku her kes bikaribe bibîne û bixwîne. Qanûna Hammûrabî ji 282 madeyan pêk hatiye. Herkes Hammûrabî nivîskar û qanûnasê yekemîn qebûl dike. Di heman demê de li Babîlê ne tenê nivîs herweha matematîk û astronomî jî bi pêþ ketine.
Di salên 1500 î de hûrî û di salên 1200 de jî ûgirî nivîsara akadî digrin û bi kar tînin. Di wê demê de nivîsara ûgirî ya herî pêþketî bûye. Ev nivîsar jî her çiqas li gor yên hîtît û hûriyan bi pêþketî be jî di asta bêjeyan de maye û negehîþtiye asteya kîte û tîpan. Nîvisara ûgirî ya lewheyî ku bingehê xwe ji pîktograma sumerî digirtibû û ji wir û bi þûn ve, êdî temen û dema xwe tijî dike û dimre. Piþtî 2000 salî ev sîstema sumerî ji binî ve dimire û di þûna wê de sîstema misrî xurt dibe, bi pêþdikeve, her ku çû xwe nû dike.
Herweha di salên 1500 î de çînî jî li ser sîstema gotinan nivîsaraeke wêneyî bi kar tînin. Ev li herêma wan bi sînor dimîne û belav nabe.
Berî zayînî di salên 1000 î de fenîkiyên bîblosî di hîeroglîfa misirî de guhertineke mezin çêdikin. Ji 25 tîpan sîstemeke bîblosî îcad dikin. Ji vê sîstema nivîsarê re dibêjin bîblos.
Di heman demê de li Filîstînê nivîsara aremî bi pêþdikeve û bi tîpên konsunent gelek tiþt dinivîsin û j ê re gotin nivîsara aramî. Di salên 500 (bz) î de ji wê nivîsara aramî, nivîsarên hîndî û hebrî çêdibin. Ev alfabe ji Rojhilata Navîn heta Hîndistanê dibe alfabeyeke pirnetewî. Piþtî 1000 salî ango pz di salên 500 de ji alfabeya hîndî jî alfabeya erebî çêdibe.
Yewnanî (grekî) di salên 725 an (bz) de 5 tîpên bi dengdêr (vokal) li sîstema bîblos an jî bi navekî din li ya fenîkî zêde dikin û ji re dibêjin "alfabe." Êdî alfabe hatibû dîtin. Dîtina alfabeyê di teknîkê de pêþketin û þoreþa herî mezin û girîng ç'dibe. Alfabe bi hêsanî tê bi kar anîn. Êdî xwendin û nivîsîn hêsa dibe. Alfabe demokrasî û zanyariyê bi xwe re tîne. Êdî ew pêwîstbûna ku hinek kes bixwînin, tercûme bikin û hinek din jî guhdariya wan bikin ji holê dihat rakirin. Bi alîkariya bazirganên fenîkî yên deryayî alfabeya yewnanî li cîhanê belav dibe. Herweha ji dema pîktografiya sumerî heta alfabeya yewnanî ya dengdêr 2575 sal û hîeroglîfa misirî jî 2275 sal derbas dibin.
Di vê prosesa dûr û dirêj de nivîsar 4 sefhayên girîng derbas dike:
1. Dema sumeriyan ku her wênek bûyerek an jî hevokek dihat xwendin, jê re pîktogram digotin.
2. Dema nivîsara bêjeyî ku her þiklek wateya gotinek dida.
3. Dema sîstema kîte ku nivîsar bi kîteyan dihatin xwendin.
4. Bi dîtina tîpan re êdî her dengek bi tîpek hat nivîsîn û navê alfabê lê hat kirin.
Berî zayîni di salên 500 î di alfaba yewnanî de hinek guhertinên din tên çêkirin û alfabeya etrûskî û ya latînî çêdibin. Welatên Ewropa yên rojhilat formên kirîlî didin alfabeya yewnanî û alfabeya kirîlî peyda dibe. Ji aliyê din ve alfabeya yewnanî ber bi Romayê dibin û li wir têde guhertinên biçûk çêdikin û jê re dibêjin alfabeya latînî. Alfabeyên yewnanî û latînî ji 22 tîpan û ya krîlî jî ji 43 an pêk tê.
Ji nivîsara fenîkî þaxeke din jî cuda dibe jê re alfaba aramî dibêjin. Di salên 500 î (bz) de ew jî dibe du beþ û jê ya hîndî û ya hebrî çêdibin. 1000 sal piþtre ango pz di salên 500 de ji alfaba hîndî jî alfabeya erebî derdikeve holê. Di vê sedsalê de ji ya çînî jî ya Japonî dize.
Hema hema di hemû alfabeyan de tîpên biçûk tune bûne û bi tîpên mezin hatine nivîsîn. Piþtî zayînî di salên 700î de li Ewropa bi navê karolînska alfabeyek bi tîpên biçûk hatiye nivîsîn. Di salên 1500 î de bi navê Behranavîn alfabe him bi tîpên mezin û him jî bi tîpên biçûk tê nivîsîn. Alfabeya latînî vê guhertina pêþketî dipejrîne û bi vî formê nû ango bi tîpên mezin û biçûk heta îro dom dike.
Çavkaniyên nivîskî
1. Randi och Gunnar Håland, National Encykklopedins Världs Historia, Band 1, Bokförlaget Bra Böcker, Oslo- 2000
2. Rodney Castleden, År för År När hände vad i världhistorien, Bokförlaget Trevi, Södertälje-1996
3. Hans Herteel (Redaktör), Litteraturens Historia-1, P.A. Norstedt & Söners Förlag- 1985
4. Alf Henrikson & Björn Berg, Alla Tider En Världshistoria, En Trevibok från Form- 1995
5. Ron Karter, äldre kulturer, Natur och Kultur, Sverige- 1992
6. Paulo Coelho, Beþinci Dag rûpel 121, Can yayinlari, Îstanbul-1998
7. Lorenz Larsbo, Språk i Världen Allmän Språkkunskap, Almqvist &Wiksell Läromedel-1989
8. Kerstin Erlandsson-Svevar & Hans Thorbjörnsson, Svenska Plus- Nonnäer Utbildning, Stockholm- 1996
9. Bonnîers Compaet- Lexîkon 1998- Swêd
Amed Tîgrîs
http://members.chello.se/amedtigris/
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2003-08-19 (5681 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |