PÊWENDÎ DI NAVBERA KURD Û SUMERÎYAN DE
Dr. Khalid Hamza
Sala 1973' an li Kurdistanê ez li pola 10' an de bûm. Mamosteyek me yê ereb hebû ,me hînî perwerdeya polîtîk dikir. Rojekê ,mijarekê me li ser tevgerên cûdayî xwazan li erebîstanê hebû.Mebesta mamosta tevgerên ku azadiya xwe ji ereban dixwazin - Wek Kurd û tevgera gelerî ya baþûra Sûdanê -. Mamoste van tevgeran bi împiryalîzmê, sionîzmê û dijminên ereban re girêdida. Yanê, her kesê ku mafê xwe ji ereban bixwaze, bê guman dijmine!!. Mamoste bi þêwîyek nasiyonalist (nijatperest) û dilekî reþ êrîþî tevgera azadîxwaz li baþûrê Kurdistanê dikir. Peyvên gelek ne baþ li ser dîrok û zimanê kurdî dikir û digot: "Kurd koçerin, welatê wan yê taybet tuneye, wek qereçîane her roj li derekêne. Her êlekê (eþîr) kurdan zimanekî wan ê taybet heye, lome jî ji hevûdû tênaghên, dijminên me wan bi kar tînin ji bo perçekirina welatê me... û hwd". Mamoste helbet mirovê rêjîmê bû û ji ber hindê piþta wî xurt bû. Lê em xortên kurda ku sêçarîka (3/4) polê ji me bûn wek þêra li hember wî rawestan û hindikekek ma ku me wî bixware. Mamosteyê me têgihîþt ku problêm ewê mezintir bibe, ji ber vê yekê dixwest dawî li dersê bîne, lê bi herhal min bi bawerîyekî pir mezin û bi hêmenî ji wî re got: "Hûn dîrokê li ser kêfa xwe dinvîsînin, lê bizanibe ku vî xakî êg hûn têde cîwar bûne ev xaka bav û kalên me yên Sumerîyane û ewê rojekê were ku ev rastiyê ronî û zelal bibe". Bê guman ez ta roja îrojî li ser vê baweryê de me, ku ew sumerîyên kevnar bav û kalên me yên kurdane. Ji ber ku, nakeve serê dînan jî ku miletekî wek miletê kurd yê bê keyan û desthelat ku bi sedan sal bin destî, tevkujî, qir kirin, malwêran kirin û sirgûn kirin ji alîyê miletên her yê hov û dil reþ, bê kultûr û nezan, nasyonalist û kevneperest ve dîtibe û ta nûke jî asîmile ne biye. Zimanekî dewlemend, kultur û folklorekî zengîn ser dirêjye ya hezar salan parastibe.Hîç nakeve serê nezanan jî ku miletekî hejmara wî nêzîkî 40 mîlyon be ku wek zîpik û baranê ji ezmanan barîbe, yan wek ceh û genim ji bin axê derketibe.
Sumerî Kîne?
Sumer, kevintirîn sîvîlizeye (þaristanî) yê cîhanê ye. Nêzîka 5000 sal bz ( Berî Zayînê) li baþûrê Mêzopotamiyayê di nav çemên Dicle û Ferat li baþûrê Iraqê iro de dîroka Sumerîyan dest pê dike. Di vê herêmê de sumerî þaristanîyeke pir pêþketî û bi nav deng ava kiribûn. Ango bandora wê þaristanîyê li ser hemû alîyên jiyana rojavayê Asya yên olî, civakî, zanistî, çandî, kultûrî û cotyarî hebû. Bi taybetî bandorên olî ku ta roja iro di Tewrat, Bîbil û Quranê de diyarin. Hêjaye gotinê ye ku sumerî çêkerên yekemîn tîpên nivîsandinê di dîroka mirovatîyê dene ku bi tîpên mîxî tên naskirin. Tîpên Sumerîyan yên mîxî bingeha komunîksiyonê li seran sera Rojhilata Navîn de serdirêjye ya 2000 sal bûn. Sala 2370 bz, sumer hat dagîrkirin ji alîyê miletên samî ve bi seroktîya Sergonê Agadî(akadî) kû bav û kalên aþûrî û babilî ne. Sala 2000 bz dewleta Sumerîyan hat rûxandin bi destê Amorîyan (Samî). Piþtî vê kurte informasiyonê li ser sumer û sumerêyan, gelek pirsiyar tên bîra mirov, pirsên ku ta roja iro nehatine þirûve kirin wek:
1- Ma çi bi serê sumerîyan hat piþtî rûxandina Sumer, gelo tev hatin kuþtin, asîmile bûn, wenda bûn?
2- Heger ew gelên kevnar wek Aþûrî û Faris ku ta roja îro xwe parastine, çime Sumerî wenda bûn?
3- Gelek dîrok, antropologîk, êtnîk nas dibêjin ku kurd bi hezar salan li Mêzopotamîye dijîn, ma dûre ku kurd nevîyên Sumerîyan bin?
Gelo bi rastî jî ma tiþtekî me yê kurdan û ya sumerîyan dighên hev?.
Dîrokvanekî kurd, Murþidê Yûsif (MY) di pirtûkeka xwe ya taze de ku di sala 1999 hatiye çap kirin bersiva vê pirsê dide. M.Yûsif ji rojava Kurdistanê, xwendina xwe ya bilind li ûnivêrsitêta Þamê li fakulteye dîroknasiyê qedandîye. Navê pirtûka wî: "Dûmûzî (Tawûsê melek) Lêgerîn li ser koka ola kurdan yê kevin"e.
Di vê pirtûkê de nivîskar hewil dide bi zanistî, objêktiv û mêtodîk pêwendîyên olî û zimanî di nav Kurd û sumerîyan de xwiye bike. Li ser sedema nivîsandina vê pirtûkê mamoste M.Y awha dibêje: "Gelek nivîskar û lêkolînvan li ser peydebûn, nimêj û bawerîyên Êzîdîtîyê rawestane, pir westîyane ji bo diyarkirina cî û dîroka wê li ser nexþa olan yên kevin de, hindikji alîyên wê yên veþartî þirûve kirine.Li pêþ jimarekî mezin ji lêgerînan û lêkolînên bi texmîn û cure bi cure, çewt û ne rast jî,min pêwîst dît ku lêkolînekê bi zanistî, objêktîv û bi pilan li ser koka ola kurdan bigiþtî û bi taybet yê êzîdî û pêþketina wê li ser pêvajoya dîrokê amade bikim". Belam mamosta gelek çetinayî dît jibo peyda kirine çavkanîyeka bingeh jibo lêkolîna xwe li nav deryayekê ji çavkanîyan yên liser Kurdistan û Mêzopotamîye yê, wek ku mirovek li derzîyekî bigere li nav deryayekê bi serê wî hat.Lê piþtî ku mamosteyek ji zankoya Þamê pirtûkekê bi navê: "Temûz"- bawerî ya herhebûnê û kiras guhertinê li hunera rojhilata kevin de" diyarîye wî kiribû, derîyê ronkayîyê li pêþ wî vebû û dilê wî hênik kir.Pirtûk yê arkiologê elemanî yê bi nav û deng Anton Mortkarte,pir bi nirx û giran buhaye.Di vê pirtûkê de A,Mortkart li ser bawerîya xwedayê sumerî Dûmûzî dipeyîve.Mamosta M. Yûsif derheqa pirtûka A. Mortkart awiha dibêje: "Min vê pirtûkê gelek, gelek caran xwend û ez gîham encamekê zanistî ku Dûmûzî ( yê sumerî ) ew Tawûsê Melek ( yê kurd ) bi xwe ye. Ku bawerî ya Dûmûzî "bawerî ya herhebûnê û kiras guhertinê" ew bê guman, bawerî ya êzîdîtayî yê ye".M.Y bi bawere ku kurd li ser dirêjîya ya hezar salan û bi þêwîyekî pêþketî agahdar bûn li ser dîroka gelan yê giyanî(ruhî) û olî li rojavayê Asîya yê de ,ku kurd gihabûn qonaxekî bilind di warê micûlên olî de. Lê bi derketina Dûmûzû, ola kurdan giha qonaxekî hîn bilindtir.Nivîskar di vî warîde wiha dibêje: "Bi derketina bawerîya Dûmûzî (Tawûsê Melek) ya kurdi ya sumerî di salanên 3000 bz de, micûla olî ya kurdî giha qonaxa temambûnê, zanistiyê û hostayetîyê, bi taybetî di warê koka felek, jiyan, mirin, ji dayikbûn û çarenûsê de".
Dûmûzî Kiye?
Dûmûzî -ku bi navê Dûmûzî yê þivan dihat naskirin - bixwe kiralê bajarê Uruk (3800 - 3200 bz ) ku yek ji bajarên sumerîyên kevnar bû . Xweda yê mûsim, pît û bereketê û jiyanê, serokê PANTHEON Ê (civatgeha olî) sumerîyan bû. Xwedayeke gerdûnî û timdijî bû -hertim kerasê xwe diguherîne- ku li hember hêzê mirinê - mirina mirovan û siruþtê - raweste. Dûmûzî xwedayeke xakî û bi du pesnan bû. Him xwedê û him jî mirov bû. Di nav xelkê de dijîya, li gel wan radibû û rûdiniþt, dixwar û veduxwar.
Xelik bi DÛMÛZÎ bawer dikirin jiber ku ewê jiyanê bide wan. Wek çawe pêxember Isa digot: " Kî bimin bawer bikê ,ewê tum bijî ".Bi nerîna nivîskar navê Dûmûzî navek kurdîye û navê wî ji du wiþeyan hatiye ava kirin:
DUMO = TUMO = TUM ku bi wateye -tim-
ZIY= JÎY û nav bi tevayî dibe TUMZIY - TIMZIY = TIMJIY .Di bawerîya min de merov kane bi þêwîyek din navê DÛMÛZÎ þirûve bike, wek nimûne wilo:
DUM = TUM,TIM
O = EW
ZIY = JÎY
TIM(TUM) EW JÎY
Bi rastî jî nav û pesin li hev tên, ango li gor bawerîyên wê demê de, Dûmûzî, xwedayeke hertim kirasê xwe diguherand û jiyana wî bê dawî bû .Bi nerîna mamoste navê TAWÛSÊ MELEK ê kurdî yê êzdî JÎ, ji nav û wateye DÛMÛZÎ hatiye û awhe hatiye guhertin:" DÛMÛZÎ = TAMZIY = TAWÛSÎY = TAWÛSÎ MELEK". Hêjaye gotinê ye ,li gor gotina mamoste M.Y ku Kurd ji Tawûsê Melekre bi kurtî dibêjin TEMO.Bê guman TEMO ji TUMO -TIMO hatîye û wek hûn dizanin ,kurt kirina navan dinav kurdan de heye û normale wek mînak: „ Dûmûzîy dibe Dûmo(Temo) , Þêxmûs dibe Þexo.û hwd „
Di dema desthilatdarîya mîrê sumerî " CÛDÎYE " di dewleta " UR" ê 3 an de bawerîyên " DÛMÛZÎ " berdewam dikirin di jîyana miletê sumerîde bi seroktîya xewda "NÎNGYZÎYDA ".Ev pedþe -wek êzîdîyan dibêjin - xwedayeka kurd bû bi pesin û nirx bû,sîmbola wî Mar bû .Di sala 2350 bz serokê PANTHEON Sumerî yê kurdî bû.Gelek arkiolognas nizanin wateya navê NÎNGYZÎYDA çiye . Hinek dibêjin bi wateya „dara wekhevyê „ ye hinek jî dibêji „dara jîyanê" ye.Lê nivîskar, piþtî lêgerîneka dirêj giha bawerîyek ku navê wî pak kurdîye û " êzî " xwedayê kurdên êzîdî, ji navê wî xwedayî hatîye û wiha þirove dike:
NÎN= xwedê bi zimanê sumerî
GY=ÊY = bi wateye YÊ - Ê
ZÎY=JÎY bi wateye JÎYAN
DA= DA
NÎN ÊZÎ DA
Mamoste M.Y dixwaze bi vê þirûve kirinê bêje ku koka ola kurdên êzîdî ji xwedayê sumerî NÎNGYZÎYDA hatîye,ku êzîdî miletên wîne.
Pedþê min ewil mîr bû
Xwedanê cêþê kibîr bû
Bi heftî surêd siltan ÊZÎ ray xebîr bû.
Mamosta M.Y li se dîroka êzdîtayî yê wiha dibêje: "Êzîdîtîtayê oleka kurdî ya pir kevne ,bê guman ne tiþteka asane ku mirov dîroka olekî temena wê nêzîkî 4000 salî be bîne bîra xwe. Lê di praktîkêde, Êzîdîtîtayê gelek peryûdan buhirandîye û di peryûda xwe ya pêþînde di destpêka sala 2000 bz de, nimêj ji NÎNGYZÎYDA " ÊZÎ"re dikirn di çarçewa baweriyî yên " DÛMÛZÎ" -Tawûsê melek de. Bêguman Êzîdîtîtayê wek olên din yê li Mêzopotamîyeyê ji pesnê xwe yê gerdûnî "erdî" û jiyanî, hêdî hêdî gihan bawerîyên gîyanî û felekî û bawerîyên xwe bi xwedayekî bi tenê anîn. Helbet ev tu kêmanî naghîne rûmeta bawerîya ola êzîdîtayê û eve tiþteke normale di pêþketina micûlên olîde li cem hemû miletan, wek nimûne xwedayê hîbroyan ADÛNAY bû, paþê YEHWE.....".
ZIMANÊ KURDÎ Û SUMERÎ
Zimanê sumerî, kevintirîn zimane ku hatîye nivîsandin di dîroka mirovatiyêde, zimanê Mêzopotamîye (Iraqê iro û herêmên cîran) ser dirêjiye ya nêzîkî 3000 sal BZ bû. Bêtirê arkiolognas û pisporê zimanan dibêjin ku zimanê sumerî zimanekî serbixweye û nakeve girûpa ti zimanan û bi taybetî girûpa zimanên Hindo-awropî û ne yê Samî jî. Lê mamosta M.Y bi bawere ku zimanê kurdî û sumerî gelek nêzîkî hevin û koka wan jî yeke. Mamosta Murþid Yûsif li ser pêwendî di nav zimanê kurdî û zimanê sumerî wakino dibêje:" ciyê daxe ku ta roja iro hiç lêkolîn û berhevdanîn dinav zimanê kurdî û somerî ji alîyê arkiolocîknas û zimannasan nehatiye çêkirin. Ez bawerim ku herdû zimanan ji kokekîne û di warê pronense , gramatîk û wate de di gelek peyvande wek hevin. Herdû zimanan sistêmek yê gramatîkî hene ku liser bingeha peyivgirêdanê , gotinên nuh ava bikin, yanê kû meriv peyveke serekî (kok) bi peyvek din re girêbide,ewê wateyek nuh derkeve, wek nimûne peyva DAR di kurdî de, heger em peyve STAN yan BESTpê girêbidin ewê wateyek nuh bide DARstan, DARbest ". Mamosta çend wiþe ji zimanê sumerî ku li ber dest hene þirûve kirîye û di bawerîya minde, bê ku nêzîka 4000 hezar sal ji dema rûxandina keyana sumeîyande bihurîye û taybetmendî yên zimanê sumerî wê demê de ,lê gelek nêzîk bûn di nav peyvên herdû zimanan de heye . wek mînak:
Li gor têkstên mixî yên sumerî ku sumerîyan bi (KÊ-IN-CÎ) dihatin naskirin
KÊ = KEY
IN = ÊN
CÎ = CÎ
- O-TENE-BIJÎTIM: Navê qehremanek yê mitoloji ya tofana sumerîye. Bi wateye mirovê ku tenê tim dijî (Yalniz adam).
- GAL: Kal-Mezin, mezinê malê, mezin û giring (Yaþli). [Lu gal: Kal= Yaþli]
- CIMÊ: Kurmancîde dibêjin DIYAMIN û CAMIN yan bi kurtî CAMI (Annam)
- CIN: ÇWÎN, ÇIN. Lê di mîtolocîykê sumerî de ku rovîyek û jina xwe bûn, dema kûçik êrîþî wan kirin, rovî ji jina xwere dibêje ( Çimê timal) Bi wateye ( EMÊ ÇIN MAL).
- CEH: CEH-CE (Arpa) [Þe]
- XU: Bi wateye xuwarin, emdibêjin BI-XU, DI-XU..û hwd (Yemek)
- GIR: GIR [Gir: Agir =Ateþ]
- LO: LO .Bi kurmancî LO û LÊ [Lû: Lo=Adam]
- NENDA: Bi wateye xuwarinê NAN DA (Yemek verdî)
- KALO: Helbestvan, mirovê ku qewla (qewal) û nimêje dixwîne,mirovê mezin. Li gor M:Y ku (Qewal) di ola êzîdîde ji (KALO) yê sumerî hatîye. Dibe jî ku awhe hatîye guhertin (KALO=QALO=QEWALO=QEWAL)
- RA: RA .Bi kurdî dibêjin (JI-BOTN -RA) bi sumerî (LOGAL-BI-RA)
- GU: GA .Bi kurdî dibêjin (GU-LIK) (Okuz-Buzagi) [Gu-d: Ga =Sigir]
- MI: MÊ
- A DAN: DAN. Em dibêjin (DAN Ê ÊVARÊ YAN DAN Ê NIVRO) (Ogun)
- ARA: HÊRA .Hinek kurd ji ard (arvan) re dibêjin (AR)(Un)
- BAR: PAR (Pay)
- DAR: DAR-TEXT (Tahta)
- KÊÞÎ: KÎR.LÊ bi kurdî em dibêjin (HESPÊ KÊÞÎ)(Aygir)
- TARÎ: TARÎ. Bi sumerî dibêjin (ARÎSTA TARÎ) ku bi kurdî dibe (ERDÊ TARÎ)(Koyu)
- UDUN: ATON (Ocak)
- NEMIR: NEMÊR.Bi wateye xesandî(Kisirlaþtirma)
- SAR KIÞATÎ: SERGIÞATÎ
- GUR: GOR, MEZEL (Mezar)
- TENE: TENE-TENÊ. Bi sumerî ji mirovekre dibêjin (EME TENE) bi wateye ku mirovekî yek bi tenêye, wek wî tuneye( Yalniz)
- ALAMAT: ALAMAT. Wek þikefta alamata. Þikefteka ku wêne liser tatan hatine neqiþ kirin. (Îþaret, heykel)
- INÞÊ: KER. Bi kurdî em ji ker re dibêjin ( HOÞÊ)(Eþek)
- A: AV , AW (Su)
- A-GAR: AVGÊR. Korta avê (Gol)
- ABANNA: HAWIN. Tiþtek ji teixt yan jî ji hesine ku mirov bîber, gejnij û hwd têde hur dike.
- UHULU: XWELÎ (Toprak)
- ARA HÛR: HÛR HÊRANDIN, ARDA HÛR HÊRANDÎ ( Ufalamak-egirmek)
- HAR AÞ: DESTAR, AÞ HÊRÎN (El degirmeni)
- MAHAL: MOXIL, BÊJING (Elek
-DUMU = KEÇ,ZAR
- DUMU-BISAN: DIBÎSTAN (Okul)
- DOB: DEB
- MAK:MAK, DAYIK (Anne)
- KÊSIK: QÎZIK, KEÇ (Kiz)
-AKA = AKA,DIKE
-UTU =HETAW.ROJ
Di warê zimanê sumerî de, mamoste Selahaddîn Mihotulî di pirtûka xwede "Arya Uygarliklarindan Kurtlere" jî çend wiþe yên sumerî ku nîzîkî zimanê kurdî þirûve kiriye . Ez dixwazim van wiþeyan, ji bo xwedevanên birêz re binvîsînim jibo bêtir aga bin li ser nêzîkbûna zimanê kurdî u sumerî.
Wiþeyên mamoste Selahaddîn evin:
- [Gala: Galîn = Þarki soylemek]
- [Ganaî: Gelî = Vadî]
- [Gîg: Genim = Bugday]
- [Gu-mu-þe: Gameþ = Manda]
- [ Gîþþatu: Gîþtî = Hepsî]
- [ Kun: Kun= Delîk]
- [ Maraþu: Marazîn-merez = Hastalanmak]
- [Pa: Per, bask= Kanat]
- [Sa: Sor =Kirmizi]
- [Sag: Ser =Baþ]
- [Þe-bar: Çevder= Çavdar]
- [Þe-g: Jekirin= Kesmek]
- [Tag: Telaq= Boþanma]
- [Zu: Zanîn= Bîlmek]
-[Dur-ri-þe: Dirêjî= Devamli, uzanti-
[Ba]: Ba (Esmek)
Dijminên me bi her þêwîyek, bi hemû hêzên xwe dixwazin xaka kal û bavên me yên sumerî,dûroka me ji me bistînin. Hezar nav li me dikin, carek em dibin ereb, carek turk, carek faris.Carek dibêjin em qereçin, koçerin ji bin erdê derketine.
Gelek tiþtên balkêþ di dîroka Mêzopotamye yê hene, heger pisporan bi logik objiktîvî pê micûl bibin, ez bawerim ewê gelek girêkan di diroka kurdan de hal dibe.Li ser dîroka Sumeran li Mezopotamye yê de, Dîrokvan Fadil Abdul Wahid ku mamoste yê sumerînasiyê di zanko ya Bexdayê ye dibêje:" Bêguman,Sumerî nevîyên miletên kevnar yên berî zayînê yên Mezopotamyanin ku ji bakur barkirine baþûr.M.Y dibeje:" Piþtî lêkolîn û lêgerînan ez gîham encamekê ku Li bakura Mêzopoyamya yê û li ser dirêjya ya heza salan ti milet cîwar ne bûye xêncî miletê Kurd.Wek nimûne, ev têkistê sumerî: UMA-DA-KAR-DA yê 2000 hezar salî bz li ser mêridiwana perestgehekî sumerî hatibû dîtin.Arkîyolognas (H.K DRIVER) dibêje ku ev welatê Kardo yê sumerîye, ku li baþûrê gola Wanê de ye.(STRABON) li ser miletê vê derê gotiye ku Kardoxîne û welatê wan li rojhilata Dicle û li torosê ye ,ku çiya yê wan bi çiya yê Kurdistan tên naskirin.
Bê guman ev karê mezin ku mamosta Murþid Yûsif pê rabûye û têde gelek westîyaye,kareke pîroze û bi nrxe , hêvîdarim ku awê bibe bingehek ji bo hemû pisporan jibo lêkolîn û lêgerînên tazetir li ser diroka me yê wendayî, ku dijmin bi dara zorê jime distîne.
Stockholm, 2002.05.21
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-04-01 (5485 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |