JÎN Û HEBÛN
JÎN Û HEBÛN
Ez xumxuma ava çeman,
Ez çerx û govend û sema,
Tîn im di nêv kat û lema,
Jîn im, hebûn im, tevger im.
Bayê siba tê xweþ ez im,
Berfa sibatê xweþ ez im,
Xurtî di latê xweþ ez im,
Hiþk û ziwa bin, ez ter im
Giranbiha me, zêr û dur
Ez tim hebûn im, xurt û gur,
Yaqût û lal û gewher im.
Pêþve diçim kar û xebat,
Di nav çiyan de hîm û lat,
Pêlan didim Zab û Ferat,
Çelq û xumîn û gur-gur im.
Pir xurt û hêz im ez hebûn,
Ez pêþveçûn û serxwebûn,
Herdem di nav damar û xûn,
Ez her heme, qet namir im.
Bihiþt ez im, agir ez im,
Bakir ez im, rakir ez im,
Xemgîn kir û þa kir ez im,
Herdem didim, ez na kirim.
Jîn im, bihar im har û dîn,
Candar bi min herdem bi tîn,
Min dane wan ev hilm û bîn,
Dinêv hebûnê cîgir im.
Ev ax û ba û av im ez,
Ev pêtî û alav im ez,
Xweþ ronî û pertav im ez,
Xurtî di zendên karker im.
Herdem heme, peyda me ez,
Tava riwê xeyda me ez,
Cama bi dest Seyda me ez,
Ez ol û vîn û bawer im.
Jîna Cegerxwîn im ji dil,
Ez xurtî û tîn im di dil,
Ez hêz û xurtî me di mil,
Karim vî laþî ragirim.
Cegerxwin
1903 - 22 / 10 / 1984
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Fermo, li vir mizeke !
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-07-03 (5240 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |