DÎYARÎYA YARÊ
DÎYARÎYA YARÊ
Ji dostê re çi rêkim, ez diyarî ?
Diyare yar dixwazî min bi yarî
Dixwazim can û dil jêre bi?ênim
Tenê þerme, hemî derd û hejarî
Dixwazim herdû çavan jêre rêkim
Bikêr nayên, ji wan her xwîn dibarî
Divêm jêre ziman û dev biþênim
Ne hêja ne þev û rojan bi zarî
Nizanim ez, çi hêjaye ku rêkim ?
Cihan pêkve bihayê biskê tarî
Serî, naçare min danî li ber pê
Me go : Þahim, tu pêlêke siwarî
Tenê xanim, bi nazî hete ser min
Zivistan e, li min þîn kir biharî
Bi wan lêvên þirîn go : rabe seyda!
Tu serbest î ji min çibkî, dikarî
Ji rêve ez bezîme pê û destan
Bi jor ve hilkiþîme ez ji xwarî
Ji bexçê paxilê çûme du sêvan
Ji bistanê riwan dêmên henarî
Ji lêvên erxewanî min du sed cam
Þeraba hingivînî nû, vexwarî
Bi destê xwey sipî ez kirme hembêz
Wekî pola helandim ez bi sarî
Me herdû dest li bejnê bûn hemaîl
Bi ber pêlan ketin reþbisk û çarî
Me talan kir ber û bistan bicarek
Kenî û go : bese rabe Hesarî !
Me go : gorî Cigerxwîn bû divê rê
Bi dest nayê wekî îro tu carî
Cegerxwin
1903 - 22 / 10 / 1984
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Fermo, li vir mizeke !
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-07-03 (5101 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |