BÝLÛRA MÝN
BÝLÛRA MÝN
Bilûra min a þîrîn
tu di sariya sibehê
û hingûra êvarê de
hevalê bêhevalan,
destbirayê þivan û dilketiyan î.
Dengê te
hêstirên dilên xemgîran,
silava ji hev-veqetiyan,
girîn û zarîna dilketiyan
tîne bîra min.
bilûra min tu î,
xemrevîna terkeserên dinyayê!
Dengê bilûra min,
çiya û zozanên bilind,
kaniyên bi gul û rihan dorgirtî,
guhê þkeft û serê zinaran
guhdarên te ne!
û sira bayê xerbî
te di nav pelên darê de digerîne.
Bilûra min, were emê
bi wî çiyayê bilind re
bi hewa kevin,
û bibin cîranê bayên xurt
û hevalê kimtên wan
yên bi mij û dûman,
û tê de dengê xwe berdin,
û zarîna dengê me
bikeve nav kortal û geliyan
û bêcaniya erdên jêrîn
bihejîne;
û pêlên ava heftreng
ên xemzebaz
nalîna me bigehîne
deþta Sirûç û Diyarbekrê;
û beriya mêrxasên Berazan;
û kalîna berxan
tev þehîna hespan
li me vegerînin.
Bilûra min, binêre û bibihîze!
Roj çû ava,
stêra êvarê bû geþ,
kolosên çiyan ên gewr
û hewraniyên wan ên sor û zêrîn
bûne çûn;
û pêlên ava þevê ên reþ
ketine deþt û newalan
heta rûyê gir û kepezan.
Di qeraca de
kevir piyê þevgera dixapînin
û bêdengiya þevê de
pêjna lingên mêrxasan tê.
Bilûra min,
dengê xwe berde!
Dinya, mîna zarokekî berþîr,
ket dergûþa xwe;
Dengê xwe berde, bilûra min,
û jê re bilorîne,
xema wê birevîne!
Bilûra min tu î.
Xemrevîna terkeserên dinyayê;
û li rohelatî
dema ko dinya hiþyar dibe
ji xew radibe
ji me re
strana azadî û serbestiya
Kurdistanê
binehwirîne,
û dengê wê stranê, bila,
mîna tîrêjên rojê ên pak û zêrîn
bikeve nav dil û guhên me.
Bilûra min,
Tu î xemrevîna dilketiyên welêt.
Celadet Alî Bedir - Xan
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-07-18 (6284 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |