BIHAR
Gava dinê dibe bihar,
dibişkivin devî û dar.
Zozan têne guharrtin zû,
mîna cilên bûkên di nû.
Nêrgiz, sosin, kulîlk û gul,
direvînin xeman ji dil.
Dinya dibe wek gola şîn,
çîçek didin sed rengî bîn.
Xasma siban berbangê zû,
tev radibin ew teyr û tû.
Vêk ra dikin şahî û saz,
hişyar dibin hulîlk û baz.
Bilbil dibe dengbêjê wan,
dikit qîrîn ji dil û can.
Pîroz dikin rojên di hev,
hîn xweştir e biharê şev.
( Osman Sebrî )
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2004-07-18 (5743 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |