Lewzê Şaîrekî ( Prof. Şerefê Eşirî )
Ez ku heme sixrî cin,
Dest nedine lewzê min,
Lewzê minî qedîmî,
Emrê Mêka-Medenî.
Ez dinivsînim şêrê çê,
Ku hîn bibin zarê dê,
Axir ziman ez zanim,
şengesarê eginim,
Li ber bêriyê, bêderê,
Qulçê terî, sivder3e,
Diçopînim xebera,
Bela dikim herdera.
Cahilê îro xizanin,
Kurmancî qet nizanin,
Ka rê bidine apê xwe,
Qelema xwe çerxêxe,
gilî-gotina pêşxe,
Reşbelekê xwe derxe.
Sed heyf îro nava me,
Yê wa netê jî hene,
Li cahila dikine kîn,
Xwe hesab dikin Pûşkîn.
1979-Êrîvan
Cahil: ciwan- gênc.
Prof. Şerefê Eşirî
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2004-07-19 (4842 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |