Çend Helbestên / Çerkesê REÞ
DENGÊ RÊ :
_______________
Ez diçime Kurdîstanê,
Çavê min jî, we jî ronik,
Rêketina vê destanê
Her gurr dike hestê tenik.
Hêdî-hêdî rê min dibe,
Lê dil û hiþ idî wirin,
Ruhê minda qibeqibe
Awazeke dûr û þîrin.
Û nizanim-rê distirê,
Yan ev xûna mine gevez,
Ez nizaným... Lê min tirê
Tava zengil bi hub û rez
Zinge-zinge li erþ-ezman,
Û hewardor dibarin zêr,
Wek bext, xiyal, xewn û guman,
Wek bawerî, wek surr û sêr.
Û ez diçim... Roja sayî
Bêhed kûre û jibare.
Aso-aso-sût û þayî,
Her tiþt qey bêy kaþ û bare.
Teyr û tû va çawa rêber,
Sewta digrin ji buluþtê,
Perwaz didin bi eþq dor-der,
Dua dikin bi niviþtê.
Daristan bi hezar destî
Silav dikin va hewardor,
Vediresin dîrok, rastî,
Bûyer dertên ji kuncên kor.
Vedbeþirin kanî û çem,
Diteyîsin þaristanî,
Hev diqetin kulîlk û xem,
Dil lêdixe baristanî.
Dil lêdixe baristanî,
Ez gihîþtime Ýtaka xwe,
Qurbetiyê qey serî danî,
Heyecanî va min dixwe!
Çerkesê REÞ
****
RÝCAFÊN XWEDîTÝNÊ :
________________________
Ev çi to çiyane, ev çi to gelî,
Cîhan qey nûva diefire vir,
Bi nirxên sivte dikenin gilî,
Paþla hevdanin hê xwelî-kevir.
Dîroka xûna xwe dihesim ez,
Weldgerînim rûpel bi rûpel,
Dibme dabîrê Rojhilata rez,
Ber min vedibin hezar zer û çel.
Ez hatime, ku kûr biqacqicim
Navbera dîtin-nedîtinêda,
Ku berbi berga eslê xwe biçim,
Û rûreþ nebim ber mîr û xweda!
Kurdistane ev... Xewnerojk, rastî
Hevdu radmûsin, dibine karwan,
Ez xwe hes dikim çawa berdestî
Û dikevime nav xizmeta wan!
Kurdistane ev... Çavkaniya þûna
Xûna heyetiya minda tim hiþiyar,
Li hev dikevin tawê hesîna,
Ez dîhar dibin ça peya û siyar.
Hevdu dialin hêvî û keser,
Dûrva diqûje saweke qîçik,
Ax, ev çi doze û ev çi heþer,
Ku ha diteqin her qundax-qulçik!
Dûxan dikele ruhda wek decal,
Li ser bîvkê min tê-dibe risas,
Aca taw-têwiyê vedibe mecal,
Têk diçin qey bêy hemû tîn û baz.
Kurdistane ev... Xwe digerim ez,
Hundurê minda dihilþin dîwar,
Çemek dipeke, diþûlike bez,
Tesele dibin gazî û hewar.
Gelo kû bû ew pêþiyê minî kal,
Ku xwest peydake warekî mayîn?
Nepejirandiye tu þer-dew û qal,
Temûl nekiriye hicûmên xayîn.
Çi qewimîye gelo wê demê?
Li ser çi hevdû vir bûne dijmin?
Dilsariya kûr-dûr ça bûye qeme?
Çima undabû lêzimtiya amîn?
Li wî kalkê min ne risme, ne nav,
Ne gilî-gotin, ne temî û soz,
Her tek bîranîn wê didine nav,
Ku betreng bûne, bi tewqin û toz.
Kê bû gelo ew pîrka mine dûr,
Ku rex kalkê min sekinî tivdîr?
Sifre raxist ber cîranên xemxur,
Ber dilê wanda hat bi qand û jîr.
Rebê min, kê bûn malbavanên wê,
Ku hatin zeya xweyîng verêkin?
Bilind kirin ew fîncanên qawê,
Kîjanada bext, rehm hebûn hertim.
Çaxê ew malbet rêdiket ji vir,-
Kê jêra oxir, xêr û bext dixwest?
Kê recadekir axirîke çivir?
Kê direqisand ceni û helbest?
Gelo nusletê wan kîne îro?
(Çiþk jî omidin, rûken, dilþewat),
Kî wê karibe gilîke gelo?
Kî wê bûyera rêzke wek xelat?
Mejûyê minda ha nikdibin pirs,
Lêye hiþyarbe xûnêda dîrok,
Tarî diherike bêtîn, tirse-tirs,
Vedgerime ser binga wek çîrok.
Çerkesê REÞ
****
BERBÝ BERBANGÊ :
_______________________
Kal-bavê min ji war-miskenê xwe
Firîn-dûrketin bi xem û xiyal,
Li welêt histin girî-kenê xwe,
Li welêt hiþtin risqet, bext û tal.
Begeryame ez... Ax, dîhar dibin
Kulîlkê mirziyên enzele bi qal,
Li gîyanêda dîsa siyar dibin
Çendik-çend bav û pîredê û kal!
Tamar distirên...Vedigerim ez
Li ser bilqîna jîyaneke nûr,
Dinê tunene idî rev û bez,
Baraneke rêj dibare hûr-hûr.
Wê vegirtine li zozana kon,
Tevn darxistine kinêz-zibara,
Berxvan kaw-kubar berxika diþon,
Þabûn dibare ji tet-zinara.
Li hev civyane mêrê eþîrê,
Qey bûye dîwan quça pêþ mala,
Dixwezin hilkin dirrya bi sirê?
Yan dîsa rabû aca ceng-qala?
Ez xwe nêzîkî wan dikim hêdî,
Lême sêr-surra wan pê bihesim.
Rasthatina xewn!.. Temûlke, gidî!
Çirçirk û kalik berbi hev dibezin!
Baran gurr dibe... Lêyîye, lêmist,
Sêlav radibe...Berxvan û berxik,
Ax, diqulibin...Wêrane buhuþt,
Her tiþt qey bêjî xalîye û xik.
Beta vedibin kinêz-zibare,
Ezmîn þadibin kon, çît û guhêr,
Hewardor, gidîyo, agir dibare,
Xwe unda dike roja berbihêr.
Diçine rûyê hev çirçirk û bapir,
(Rastî vir hiltê, xewne hiþyarî),
Germ dua dikin hezar þêx û pîr,
Temene dibin bejin-bal û serî.
Þilîye, þoyî... Berxwe nade dil,
Û kake-kaka çavaye gef-gurr,
Berbi bilbila difirin sorgul,
Kevir û kuçik dibine lal-durr.
Mukuriyê xûnê dihesin hevdu,
Û dibirîqe beyta warê þîn,
Xweda diteqin neyar û edû,
Þûnda vedikþin her merez û þîn.
Û rê dikevin çirçirk û kalik,
Dilivîn berbi berbanga þemal,
Dihilþin hemû sûr-sînor û rik,
Qewîn dimînin avayî û mal.
Em didine ser rênga Rihayê,
Warê qehreman û pêxembera,
Tarîstan vaye-idî tê rayê,
Lê kalik nake gilî-xebera.
Niþkêva dengê Dewrêþê Evdî
Me herdu rêviya tesele dibe,
Tê zare-zara Edûla cindî,
Û zar-ziman li kalik vedibe!
-Muhbeta welêt vir dibiþkive,
Ro nedîr dide bi ewê eþqê,
Çiqa jî dor me tarî bicive,
Ji wê tîrênjê sile bi heqî.
Em ser durryana delyan û helyan,
Dendkê ûrta me pekyan çep û rast,
Welat me bû kûp- em têda kelyan,
Tu kesî ji der roj me neparast.
Agirê xûna Dewrêþê Evdî,
Tamarê teda vêsyabûn ese,
Hêvya bulurtî dixeyrî idî,
Tu kesî nedgot: “Dûrketin bese!”
Hezarê mîna Dewrêþê Evdî,
Hezarê mîna Edûla narîn
Her bûne destan, bûne serhatî,
Û li cihanê hiþtin tek zarîn.
Me bîrkir-çîye jîyana bêy jer,
Me bîrkir-kêye bavê meyî esl,
Me tenê dîtin doje û heþer,
Bê rêç û þop man her rehên husl.
Lê belkî Xwedê bi çavê rehmê
Rokê jî gere li me binhêrya,
Em jî bibyana xwediyê zîn-gemê,
Ku cenya vede siyarbiyana awa!
Em va diçine Qulba ziyaretî,
Li ku xuliqî dewra bextê çê,
Berbang jî vaye-nêzîke idî,
Berbi Amarayê diçin hemû rê.
Sterka serê sibê va dertê,
Û bakî hênik dilîze der-dor,
Hewake paqij radmûse erdê
Ewqas buhurtî, eqas rikinzor!
Nav toremora sibêda teyr-tû
Beyta efrîna cihanê distrên,
Her tiþt tê kivþê hê ça qeretû,
Nûva distîne celeb, terz û zên.
Sewta heyetya heta-hetayê
Nav hewa terrda dike zinge-zing,
Zeman sivteda vir dibe dayê
Bo çaranûsa gelekî piling.
Çerkesê REÞ
*****
DENGE JÝ WELÊT :
______________________
Ez gihiþtme Kurdistanê!
Çavê min jî, we jî ronik!
Geþin sewtê vê destanê,
Binva gurrin hestên tenik!
Vegeryame nav hoza xwe,
Û bêy þeke berdewamî,
Vegeryame nav doza xwe,
Xwe dibînim bi temamî.
Ruhê minî cîderketî
Leqya, kewya û cebrî,
Diperite va qurbetî,
Ditemire roja qebrî.
Ez gihiþtme vê berbanga
Kurdistana xewna þeva,
Û roj dibe xana denga,
Wek ecêba zara sava...
Çerkesê REÞ
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-07-19 (4432 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |