BÊRÎVANA MIN ( Abdurrahman Durre )
Bêrîvana min ji bêrî, tê di milda satil e
Kurtikê qutnî li dêrî, ser kirasê gul-gul e
Bazinê zêrîn li zenda, zulf, kemenda can e tên
Dil giriftarê li benda tîre-marê nav mîl e
Hîv û roja xaverî tê, Durre taca ku l'serî
Şahê textê dîlberî tê, gewr û rinda çavkil e
Horiya "Baxê Bihişta" Serheda rengîn e ew
Soriya, kofî nivista, bav musulman, dê file
Êzdiya Şengal û Zaxo, Amed û Hevlêre tê
Badkiya Seyda biraxo, sîbkiya reş kakul e
Çavkila, tawus hebîn e, tavisîne şar û Qemt
Dêm, gula meşriq zemîn e, lê ku şeyda bilbil e
Lêv û dev av-il heyati in, şeker û qend û nebat
Sing û ber meyxane hatin, saqî qora mil-mil e
Hecer û l-Eswed e xalê reş ku lê ferz e tewaf
Ev ku bû çend sale bê weş maye dil, jê bikul e
Quds û Ke'ba rojhilat e, cenneta warê welat
Jê qibîna kewrubat e, tê fîzar û xulxul e
Dîlbera warê Şirînê, Zend û Awesta hebîn
Rehbera dînê evînê, wehy îlhama dil e
Sîne, mîna Turî Sîna berq e lê da, şu'le tê
Agirê wê sir şirîna Kurdî jê da dişxulê
Abdurrahman Durre
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2004-07-19 (5045 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |