Helbestên curbe cur - 2
Êvar e... :
___________
Êvar e ro dereng e, haynim na
Haynim naynim naynim na
Êvar e ro derenge, de gidî de
Yalla bûkê tanzara
Sî daket ser kereng e, haynim na
Haynim naynim naynim na
Sî daket ser kerenge, de gidî de
Yalla bûkê tanzara
Êvar e Muxrebe ye
Dengê dîkan qebbe ye
Herêm : Serhed
******
Lo lawo :
___________
Lo lawo lawo lawo
Serê bozê berdaho
Boz li Bîngolê avdaho
Lo lawo lawo lawo
Kurmalo gede lawo
Lo lawo layê metê
Pez berda devê xetê
Heyrana merîfetê
Lo lawo derewîno
Te dikura memik dîno
Ser sorin kok spîno
Herêm: Serhed
******
Welatê min :
___________
Welatê min welatê min
Xortê hêja pilingê çîyan
Mêrxasê min
Tu nemirî lê tu her heyî
Di dîrokê de bi tîpên zêrîn
Şervanê min
Qada şer da tu wek Egît bû
Bû tirs ketî zikê dijmin
Wek birûsk bû
Erez li Bîngolê Husê li Tekmanê
Tekîn li Xinûsê tev wek şêr bûn
Bi te re bûn
Li ser çiya û baniyên Kurdistan
Wek çeleng bûn keleş û mawzer
Li destan
Tekoşînek dan bê westan
Ne disekinîn ne havîn
Ne jî zivistan
Gotin : Aydın Korkmaz
*******
Rêwîyo :
_________
Lo rêwîyo tu li ku mayî
Çavê min li rê nexwîyayî
Dilê dayka te bi hisret e
Derbas nabe ji te dûr vayî
Weyla li min korê nemayê
Ji rêwıyê min xeber nayê
Bi derba dijmin hatîye kuştin
Cinazê Mazlûm wenda ye
Hela binêrin li vî karî
Li ecêbên vî neyarî
Bêbextî Mazlûmê min kuştin
Wendakirin bi xeddarî
Gotin : Aydın Korkmaz
*****
Mişkê kor :
___________
Mişkê kor mal xerabkir
Teyşta nan ji hev belakir
Di mal da xela rakir
Welleh ez pê nikarim
Nikarim ha nikarim
Bi mişkê kor nikarim
Li rast min e, li çep min e,
Li paş min e, li pêş min e,
Bilind dike, xwe qil dike
Xwe kil dike xwe çin dike
Peee…... Ûûûû….
Xwe hildike davêje ser min
Welleh ez pê nikarim
Nikarim ha nikarim
Bi mişkê kor nikarim
Min sivnik avêt pêşyê
Mişkê kor banzda hewşe
Bûye wekî hespê şê
Welleh ez pê nikarim
Mişkê kor banzda ser tar
Xwe qil kir avêt pişt bar
Stêrên nivîna anî xwar
Welleh ez pê nikarim
Gotin : Aydın Korkmaz
*****
Çima nayê :
___________
Çima nayê çima nayê
Bûka delal çima nayê
Xwezgîniyê te siwar bûne
Tu xeyîdî ji malê dernayê
Bejna delal bihejîne
Xwe bixemlîne reş li te nayê
Ser bilindî bi Agirî û Xelat
Gulyên dirêj Dîcle û Ferat
Siwarên azadiyê qor bi qor
Çi xweş li gerdena te hat
Tu Zîn î Mem evîna te
Xwîna Şehîdan xemla te
Serfirazî tu yê biwelidînî
Azadî be wê humla te
Gotin Aydın Korkmaz
********
Zîlan :
________
Ji baxçên bi gul
Ji peyva bilbil
Ji germaya dil
Silav li te Zîlan
Bû arek bi tîn
Bi heybet û kîn
Ket dilê dujmin
Perçekir ji bin
Haza kû tu şêrî
Li bîrî nemirî
Nû jîyanî tu
Ji mere bawerî
Gotin Aydın Korkmaz
*******
Bira mirin hebûya kalbûn tunebûya :
________________________________
Bira... Bira li dunyayê mirin hebya, kalbun tunebya limin, limin, limin... ax û felek.
Keçikê belkî mala bavê te mîrat be, agir li mala bavê te rabe…
Rabe ji îro esrê pê ve te ewqas bi çavê xayîn li min mêzekir,
Min zanîbû tiştekî dilê te da heye...
Minê serê xwe li ser çoka te danî...
Tu ji Xwedê natirsî derd û kulan ez kalkirim...
Te takî spî li rûyê min dîtiye, tu ji min re dibêjî heyran tu kalî...
Welle ez ne kalim... bîlle ez ne kalim
Ez koçerim,xirab mal im bê pergal im,
Heyran wez rêwî me bê heval im, ka ji kul û derdên tene ez pê dinalim dilo dilo...
Ez dimirim lêlê yadê...Welle dawîya me mirine ez ditirsim bimirim,
Kula çavên reş û belek bi min re here gor û qebristanê.
Bira... Bira ez îro bala xwe didimê;
Hela rabin,dibêjin îro qirika kewa mina gozel...
Zirave,dirêje,mîna qirika qaz û betê li min, li min, li min...ax û felek.
Qirika kewa mina gozel zirave dirêje mîna qirika qaz û betê...
Tûka ji devê vê qîza malmîratê dibare mîna hubra li ser kaxetê.
Ezê dibêm li ber rûnêm ji êvarê heyanî sibê ji xwera bixwînim vê xal û xetê.
De lê lê...lê dîlber mala te mîratê…
Hela sêr bike ez mame li welatê xerîb çima tu ji min xeyîdî...
Heyran bi xwedê sebr û tebata dilê min bi te tê li min, li min, li min…
Ez dimirim lêlê yadê…Welle dawîya me mirine ez ditirsim bimirin,
Kula çavên reş û belek bi min re here gor û qebristanê.
Herêm: Serhed - Çavkanî: Dengbêj ZAHARO
******
De bêje :
_________
Ay de bê…lê dayê…
Rebenê,porkurê,gulîbirê nemayê de bê…ax de bêje de bêje.
Buhare li welatê dûrî xerîb dîsa xeberekî reş ji min re hatiye,
Agir û pête xistiye nava cerg û dilane lê ax lê dayê…
Sal nodûçar sîhê gulanê,heyjde rêhevalên xweşmêr,şoreşgerên Kurdistanê,
Li deşta şewitîya Ezirganê, li çemê Sansarê;de tu xerabî mal wêranê.
Leşkerê dijminên xwînxwarin weke gurê harin çember girtine li dora hevalane
Yek jê di navda piçûkê çar xwîçk û du birane
Hevalê Rêzan,çavbelekê min xortê cîwan mabû di nav lepên xwînxwaran
Canê cîwan dabûn ber gullan û bombane.
Ax de bêje dayê… rebenê, porkurê, gulîbirê nemayê
Ez çawa ji bîr bikim van kul û keserên giran
Heyanî saxbim li dewrana vê dunyayê lê dayê.
Ay de bê…ax lê dayê…
Rebenê,porkurê,gulîbirê nemayê de bê… ax de bêje, de bêje.
Dema sal nodûdu meha Adar ê, ez dihatim xerîbîyê min xatirê xwe dixwest,
Ji der û cînaran ji gundîyane ax lê dayê,
Min ji hevalê Rêzan çav û biryên reş û belek nestandibû tu ramûsane
Lê min çizanîbû ez nabînim ji vir û wa da xortê cîwan bi ronîkê çavane lê dayê.
Ez çibikim îro jî xebera reş limin bûye mêvane,
Wek xinçerekî tûj e tal e li serê sînga min dane, agirekî nava dilê min dadane,
Dunya min reşbûye, jiyan li min bûye wêrane lê dayê.
Ax de bêje dayê…
Gotin : Aydın Korkmaz
***********
Keçê were nav zebeşan :
_______________________
Keçê were were nav zebeşan
Yadê were were nav zebeşan
Ez qurbana çavreşan
Ez heyrana çavreşan
Were keçê keçê wez nexweş im
Were yadê yadê wez nexweş im
Nexweşê çavên reş im
Nexweşê çavên reş im
Keçê were were nav kelekan
Yadê were were nav kelekan
Ez qurbana çavbelekan
Ez heyrana çavbelekan
Neke keçê keçê van henekan
Neke yadê yadê van henekan
Ez qurbana çavbelekan
Ez heyrana çavbelekan
Keçê were were nav tît û nan
Yadê were were nav tît û nan
Ez qurbane çavxatûnan
Ez qurbane çavxatûnan
********
Gul gulî :
___________
Ezim gula gul gulî
Nav welat xemilî
Li her derê dijî me
Li çiya li nav gellî
Ezim gula gul gulî
Ezim gula kurda me
Şêrîn wek zaxo me
Nav stran û qeyda me
Ezim dengê saza me
Ezim gula afrînim
Şêrîn wek hewlêrim
Rihana qamuşlo
Ez nêrgiza merdînim
Helbest: Perîşan
Aranje: Besam Hemdoş
*******
Bûkê :
___________
Bûkê rindê ciwanê
Kevoka kurdistanê
Gava Çavê min lê ket
Dilê min Agir pêket
Zava xortekî Kurd e
Çeleng û pir lewend e
Bejin tayê Rihanê
Can daye Kurdistanê
Rabin Bûka me bi rêkin
Xemla Bûka me çêkin
Ava Gula pir lêkin
Bejin tayê Rîhanê
Helbest : Bangîn
******
Ne razî me :
___________
Ne razî, ne razî me
Bi van tiştên hûn dibêjin
Ne razame me payî me
Bi Agir min dipêjin
Qamişlo û Hewlêra min
Çawa wusa davêjin
Mahabad u Wana min
Bi zor birêne ji destê min
Bese bi serve me bikûjin
Guh vekin min bibhîsîn
Nema bi agir bilîzin
Hewlêr û Zaxoka min
Cwanên hîna Qîzên
Gulên şermokên belê
Ji kokta dara guzên
Şêst û yekê jibîr nakim
Li Amûde hawarkim
Bi komirê Sînema wê
Bablîsokê li we rakim
Giyanên wan bicivînim
Ser rûka we biçirînim
Sûlav li ser sûlave
Tu yî Efrîna rengîn
Sonda me bi ax û ave
Tu car tu nabe xemgîn
Sûlave li ser sûlave
Tu yî serdeşta şêrîn
Sonda me bi ax û ave
Tu car tu nabî dilşîn
Rondikek ji çavên we
Birîndar dike Bangîn
Helbest: Kerîmo
*****
Newroz :
___________
Hat newroza xemgîn
Bi bihara rengîn
Bi dengê bilbilan
Bi helbestên cotaran
Bi bilurê şivanan
binêre li çiyan
gellek ar dadan
mizgîna newrozê
pirozbe li cîhan
cejna Newrozê
li kurd û kurdistan
bi zanîn û bi heş
bi heybeta şoreş
wek ar û tîrej
kawa kir erîş
ser dehekê caş
dehak kir kuştî
bin lingan hêştî
zilmê kir helweş
azad da bextreş
Helbest: Perîşan
*****
Şehîd :
___________
Bu şehîd xwendevanên delal
Bi xwîna sor ve bûne heval
Keç û xortên me ber mal
şehîdên ji bo me û al
Bi xwînê tarîh nivîsan din
Bihar berdan şoreş nadin
Dil birîn xwîn rijandin
Bi kuştin dibistan qedandin
Hemu zarok dibên herî
Dest qöt bun kanê serî
Can şewötî nakin gîrî
Rika wan bighînên serî
Helbest: Perîşan
*****
Derdên kevên :
___________
Derdên kevên kulên giran
Erişdikin mîna guran
Xwe ber didên binê dilan
Wiran dikin can û rewan
Mirên nebu li bi durketim
Ji mala xwe bi derketim
Nîva şevê bi rêketim
Wekî tija ez ji hev ketim
Li şun min man dost û heval
Bav û bira û xwuşkên delal
Riya çiyan deş û newal
Mêwên tirî welat û al
Ji bîrmeke lo bi derketî
Ji niştiman bi durketî
Wek sêvekî ji dar ketî
Ser vehesî tu raketî
Helbest: Cankurd
******
Afrîn :
___________
Nav baxça dimeşim
Bê halim bê heş im
Delala min dure
Birîna min kure
Delala min şêrîne
Navê xwe afrîne
Afrîna bangîne
Ji bo min ew evîne
Ez bûme pîr xemciwîn
Mest û bi hest çar nevîn
Li dil vebune sed birîn
Ji derdê wê gula şêrîn
Helbest : Bangîn
*******
Kalo :
___________
Kalek hebû li bajar
Kulfet li ser wî bûne deh
Dilê mirov bi wana
Dişewite way guneh
Kurê kalo yê mezin
Di gotine wî salar
Tu kar nema nekiriye
Heta li dawî bu cotkar
Kalo barkir ji bajar
Tev kurê wî salar
Vegeriya gundê xwe
Li dil şikestî û hêjar
Helbest: Cigerxwîn
******
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2004-07-30 (6828 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |