pok: Serdana cîgirê walîyê Mûsilê ya Swêdê berdewam e
di Tuesday, 07.September. @ 00:00:00 CEST
» STOCKHOLM, 07 / 09 / 2004 — Hevdudîtinên cîgirê walîyê Mûsilê Xusro Goran yên li Swêdê berdewam in. Hat ragîhandin ko rêxistin û dezgehên kurd li Swêdê giringîyeke mezin didin serdana Xusro Goranî ya Swêdê. Xusro Goran di hevdudîtinên xwe yên cuda de, hewil dide ko rewþa Mûsilê ya niha ji bo kurdên Swêdê zelaltir bike. Berê jî di Kerkûk-Kurdistanê de hatibû ragîhandin ko Nûnerîya Hikûmeta Kurdistanê ya Welatên Bakur dê bi minasebeta serdana cîgirê walîyê Mûsilê, semînerekê ji bo kurdên li Swêdê amade bike. Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê yê Welatên Bakur Taha Berwarî îroj dîsan ji Kerkûk-Kurdistanê re got ko ew giringîyeke mezin didin vê semînerê. Ji ber ko Xusro Goran di heman demê de pisporekî pirsa Mûsilê ye û herweha di vî warî de pirtûkek jî pêþkêþî civaka kurd kiriye. Berwarî dîyar kir ko hatina Xusro Goranî ji bo minaqeþekirina pirsa Mûsilê û wergirtina agahdarîyeke berfireh îmkanek peyda kiriye. Li gora wî loma jî divê ev îmkan baþ bête bikaranîn.
Xusro Goranî bi xwe jî di hevdudîtina li gel Kerkûk-Kurdistanê de got ko ew ê di semînera xwe de, bêtir li ser rewþa Mûsilê û dîroka Mûsilê raweste û herweha ji bo bersiva her cure pirsên di vî warî de amade be.
Weke tête zanîn, agahdarîya semînera cîgirê walîyê Mûsilê Xusro Goranî ji alîyê Nûnerîya Hikûmeta Kurdistanê ya Welatên Bakur ve li kurdên rûniþtevanên Swêdê hatiye belavkirin û li gora vê agahdarîyê, semînera li ser pirsa Mûsilê û rewþa wê ya sîyasî dê di 12.09.200an de, saet 15.30-18.30yî de, li Kista Träffê bête dayin.
KK-Nûçe
http://www.kerkuk-kurdistan.com
|
|
| |
|
Têkeve |
|
|
Xwe bêpere REGISTER bike!. Bibe endamê malpera me û ji taybetîyên malperê sûd werbigire. Pêþdîtin wek dilê xwe biguherîne. Bibe xwedîyê beþek serbixwe û bikaribe bi bikarhênerin din ra baþtir ragihîne
|
|
|
|
|