Netewperwerź Kurd, Sźxmūs Hesen ( Cīgerxwīn ), Di Dilź, Netewa Kurda Dijī...
di Wednesday, 22.October. @ 00:00:00 CEST
Partīya Demokrat a Kurdistan - Xoybun
P D K - XOYBUN
1903 / 22. 10. 1984 - 22. 10. 2008 Ey qehremanźn Kurdistan' ź hun herdem di dilź meda dijīn.
Qehremanźn Žoreža Kurdistan ź Nemir in ! ...
Tekožīna Žorežgeran Herdem Dibź, Mirina Koledarī ū Terorīzma Dagirkerźn Kurdistanź.
Tekožīna Žorežgeran Herdem Dibź, Mirina Koledarī ū Terorīzma Dagirkerźn Kurdistanź.
Bijī Kurdistanek Yekgirtī, Serbixwa, Demokrat ū Azad
Partīya Demokrat a Kurdistan - Xoybun
http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
http://www.xoybun.com/nuceimages/Parastina_Sinore_Kurdistana_Mezin_1.jpg
* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *
Žźxmūs Hesen ( Cegerxwīn ) Žźxmūs Hesen, bi navź xwe ya din Cegerxwīn ( 1903 - 22.10.1984 ), yek ji helbestvanźn herī mezin yźn gelź kurd e.
Jidayikbūn ū Zaroktī Cegerxwīn bi navź Sźxmūs ji dź ū bavekī gundī-cotkar-belengaz di sala 1903an de li gundź HESARŹ hatiye cīhanź, ji ( 11 ) de xusk ū bira tenź sisź mane: Sźxmūs, Xelīl, Asya. Di sala 1918an de bavź wī Hesen li bajarź Amūdź serź xwe danī ū ēūye ser heqiya xwe. Di sala 1919an de li gundź Bźdir-Memo diya wī Eysan ya heftź salī jī serź xwe danī ū ēūye ser heqiya xwe. Cegerxwīn pźlakź li cem xusk ū birayź xwe maye.
Jiyan ū xebata li Binxetź ( Rojava yź Kurdistan ) Di sala 1920an de ēūye xwendegeha olperestī ū ēend salan li ser hev li Kurdistana Sūrya yź, Īraq ū Īranź jī li xwendinź geriyaye ū rewsa gelź Kurdistanź bas nas kiriye.
Di sala 1927an de keēa xalź xwe Kehla Selīm ji gundź Hesarź ji xwe re tīne ū li Amūdź bicī dibin.
Di sala 1928an de xwendina xwe qedand ū īcaza xwe wergirt ū bū melayź gundź Hazda jorī ū di wź salź de dīwana xwe ya yekemīn nivīsiye, ev dīwan winda bibū ū berī 3ź salan ketiye destź me ū heta īro nehatiye ēapkirin.
Di sala 1936'an de, Cegerxwīn bi ēend malźn gundiyan ve du gund li jźrź avaniyź avakirin ( Ēźlek ū Cehenem ).
Di sala 1937 - 1938an de, Cegerxwīn ū hevalźn xwe Nadiyek-Komelak li bajarź Amūdź ji xortźn kurd re vekirin ū komela wan gelek berepźs ēū, lź bi navtźdana hin mirovźn nezan ū dijminź miletź kurd Firansizan ew komele girt.
Di sala 1946an de Cegerxwīn mala xwe ji gund guhaztiye bajarź Qamislo ū ketiye nav pźlźn rźzanī ū siyasetź ū di wź salź de Civata Azadī ū Yekītiya Kurd hate ēźkirin: Dr. Ehmed Nafiz serok ū Cegerxwīn sekretźr...
Di sala 1948an de Cegerxwīn būye hevalź Partiya Komunīst a Sūrya yź. Di sala 1949an de cara yekemīn bū ko Cegerxwīn hatiye girtin. Di sala 1950an de Cegerxwīn dikeve Civata Astīxwazźn Sūrya yź ū di hundirź wź de kar dike. Di sala 1954an de Cegerxwīn ji hźla komonīstan ve bū namzadź perlemana Sūriya yź.
Di sala 1957an de Cegerxwīn ji komonīstan dūr dikeve ū di wź salź de Cegerxwīn ū hevalźn xwe rźxistina AZADĪ sazdikin ū pistī pźlakź Cegerxwīn ū hevalźn xwe rźxistina xwe fesix dikin ū bi Partiya Dīmoqratī Kurdī re dibin yek.
Di sala 1959an de Cegerxwīn direve Īraqź ū sź salan li wir dibe mamosteyź zimanź kurmancī li Zanīngeha Bexdayź perēź kurdī. Di sala 1962an de hukūmeta Īraqź bera Cegerxwīn dide ū ew ū zarokźn xwe vedigerin Sūrya yź, Cegerxwīn tź girtin ū pistī pźlakź tź berdan.
Di sala 1963an de dīsa Cegerxwīn tź girtin ū dikeve Zindana Mezź li bajarź Samź, lź pistī pźlakź tź berdan lź wī nefī (Surgun) dikin ū disīnin bajarź Siweyda nav Durziyan, lź pistī pźlake ne dirźj tź berdan ū vedigere bajarź Qamislo yź.
Di sala 1969an de Cegerxwīn diēe Kurdistana Īraqź nav sorisa kurdī ū nźzīkī salekź li wir dimīne. Di sala 1970yī de Cegerxwīn ji Kurdistana Īraqź vedigere Sūrya yź. Di sala 1973an de Cegerxwīn direve Libnanź ū dīwana xwe ya sisyan KĪME EZ? Ū ēīroka Salar ū Mīdya li wir ēap dike. Di sala 1976an de Cegerxwīn vedigere Sūriye yź ū heta sala 1979an li wir dimīne.
Li Swźdź Di sala 1979an de Cegerxwīn ji Sūrya yź direve ū diēe Siwźdź ū pźnc salźn xwe yźn dawī ji jiyana xwe li Siwźdź derbas dike. Di 22-10-1984an de li bajarź Stockholmź Cegerxwīn serź xwe danī ū ēū ser heqiya xwe. Cegerxwīn di hewsa xaniyź xwe de li bajarź Qamislo yź hatiye vesartin. Zarokźn wī yźn ko li dū xwe histine du kur ū ēar keē in: Keyo, Azad, Gulperī, Rojīn, Beniye, Selam. Neviyźn wī 26 kes in.
Sala bīranīna Cegerxwīn Ji bo 100. salvegera jidayīkbūna Cegerxwīn wežanźn Avesta helbesten wī ji nū ve wežand.
Cigerxwīn, dengź źž ū azara gelź Kurd di tźkožīna azadiyź de, di sala 2003an de kete sedsaliya xwe de. Cigerxwīn ku navź wī yź birastī Žexmūs Hesen e, di sala 1903-an de li gundź Hesarź girźdayī navēeya Kercosź ye, ji dayik bū. Pižtī ku di temenekī biēūk de dź ū bavź wī ēūne ser dilovaniya xwe xwīžka Cigerxwīn ew bire cem xwe. Dema ku ew yanzdeh salī bū, di destpźka žerź yekemīn yź cīhanź de, tevlū malbata xwīžka xwe binxet bū ū bū penaber li welatź xwe. Ew li gundź Amīd girźdayī Qamižloyź bi cih bū. Cigerxwīn di sala 1921-an de xwendina xweyī medresź bi dawī kir ū īcazeya melatiyź wergirt. Pižtī vź yekź Cigerxwīn dest bi melatiya gundź Tell Žair kir ū ji ber vź yekź jī navź Mele Žexmūs lź hate kirin.
Dema Cigerxwīn li gelek cihźn bažūr ū rojhilatź Kurdistanź xwendina xwe ya medrese didomand, wī źž ū azarźn gelź Kurd ji nźzīk ve dītin ū navź Cigerxwīn li xwe kir. Jiyana Kurdan ya sext ū zor ū zehmetiyźn jiyana wī bi xwe ew xistine nava nakokiyźn hundirīn.
Cigerxwīn ji sala 1924-an ū pź de dest bi nivīsandina helbestan kir. Pižtī tźkēūna serhildana Žex Saīd, hestźn neteweyī yźn Cigerxwīn gurrbūn ū ew bū endamź rźxistina Xoybūn ya ku ji aliyź rewženbīrźn Kurd ku penaberī Sūriyź būbūn hatibū damezirandin. Wī di 24 saliya xwe de dest bi nivīsandina helbestan di kovara Hawar de kir. Dilnermiya wī ū mirovaniya wī ū xwendina wī ya medresź būn sedema wan berhemźn wī yźn ku bīna berhemźn wźjeya klasīka Kurd jź tź:
Cana xwe derīne tu ji pižta ēeperź,
Perde tu hilīne, ku li min roj bź derź,
Ževrež bike ronī, tu bi loks ū fenerź,
Maēek ji du lźvan bide, ey lźv žekerź,
Ew e dermanź birīnź ū kul ū derd ū kederź ...
Pižtī demeke kurt Cigerxwīn berź xwe da civata feodal ū pažverū. Wī di helbestźn xwe de bi tundī xwudkarźn feodal ū olī rexne kirin. Li gor wī sedema bźbextī ū źža karker ū gundiyźn Kurd ev hźz būn ū di heman demź de wa rź li azadī ū serxwebūna gelź Kurd jī girtibūn. Ronak kirina gelź Kurd di derbarź rewža civakī ū parvekirina hźzan de di civakź de ji bo Cigerxwīn berī hertižtī dihat, ji ber vź yekź jī helbestźn Seydayź mezin di destpźkź de li hemberī hźzdarźn olī, žźx ū mela būn:
...[[
Hawar dikim,
Ranabī kes
Žźx ū mela
Ū pīr ū qes
Bi xaē ū xižt
Ū mizgevt ū dźr
Em xistine
Tora neyźr.
Hawar, hewar
Hawar, hewar !
Van ēūēikan
Dexlź me xwar.
Sed camī ū
Dźr ū kenižt
Naqos ū bang
Ū tīr ū xižt
Sed lek ji
Tīpźn Lemterew
Bi kźr me nayźn
Tev derew.
Cigerxwīn bi dil ū can hewl dida pižtgźriya tźkožīna azadiya gelź Kurd bike. Wek mīnak di dema muxtariya sala 1961'an li bažūrź Kurdistanź wī li zanīngeha Bexdayź beža Kurdiya Jorīn saz kir ū ji bilī vź wī bernameya ēanda Kurd di radyoya Bexdayź de amade dikir. Ji sala 1959 heta sala 1963'an Cegerxwīn li Bexdayź dima. Ji bilī helbestźn siyasī (neteweyī ū sosyalīst) wī helbestźn li ser evīnź jī dinivīsīn, ku pirź caran źž ū jana evīnź tanīn ziman, herwiha carcaran behsa xwežī ū žahiya evīnź jī dikirin.
Gelek stranbźjźn Kurd Helbestźn wī ji bo stranźn xwe bi kar anīn. Hežt dīwanźn Cigerxwīn yźn helbestan hatine wežandin, herwiha wī pirtūka bi navź “Tarīxa Kurdistanź”, ferhengeke zimanź Kurdī ū pirtūkźn li ser folklora Kurdī. Bi kar ū barź xwe ū bi berhemźn xwe Cigerxwīn di ronakkirina girseyźn li Kurdistanź de rolźkī gelekī mezin leyistiye. Mirov dikare wī mīna nīžaneke neteweyī bibīne.
Cigerxwīn parabźtir jiyana xwe li Qamižlo borand, lź pažź mecbūr ma ku dev ji welatź xwe berde ū here Stockholmź. 22-ź źlūna sala 1984'an Seydayź Cigerxwīn ēū ser dilovaniya xwe. Cigerxwīn li hewža mala xwe ya li Qamižloyź bi tevlībūna dehhezaran Kurdźn heskiriyź helbestźn wī hate bi cih kirin.
Ev kesayetiya mezin ya wźjaya Kurd, mamosteyź Qedrican, dikeve sedsaliya xwe. Divź ku ew neyź ji bīr kirin.
Pirtūka bi navź Tźkožīn, jiyan ū berhemdariya Cegerxwīn, biboneya sedemīn salvegera jidayīkbūna helbestvanź mezin, ji hźla rojnameger Davut Özalp ve hatiye amadekirin.
Helbest Dīwana yekem: Prīsk ū Pźtī, 1945 Žam
Dīwana diwem: Sewra Azadī, 1954 Žam
Dīwana siyem: Kīme Ez? 1973 Beyrūd
Dīwana ēarem: Ronak, Wežanźn Roja Nū, 1980 Stockholm
Dīwana pźncem: Zend-Avista, Wežanźn Roja Nū, 1981 Stockholm
Dīwana sesem: Sefeq, Wežanźn Roja Nū 1982 Stockholm
Dīwana heftem: Hźvī, Wežanźn Roja Nū 1983 Stockholm
Dīwana hestem: Astī, Wežanxana Kurdistan, 1985 Stockholm
Ziman ū Ferheng Destūra Zimanź kurdī, 1961 Bexda
Ferheng, perēź yekem,1962 Bexda
Ferheng, perēź diwem,1962 Bexda
* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * Partīya Demokrat a Kurdistan - Xoybun
http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
http://www.xoybun.com/nuceimages/Parastina_Sinore_Kurdistana_Mezin_1.jpg
|
|
| |
|
Tźkeve |
|
|
Xwe bźpere REGISTER bike!. Bibe endamź malpera me ū ji taybetīyźn malperź sūd werbigire. Pźždītin wek dilź xwe biguherīne. Bibe xwedīyź bežek serbixwe ū bikaribe bi bikarhźnerin din ra bažtir ragihīne
|
|
|
|
|
Grźdanźn pźwendīdar |
|
|
· Piroje ya Kurdistan a Mezin ! Groß Kurdistan Projekt !
· http://www.pdk-xoybu...
· http://www.xoybun.co...
· http://www.pdk-xoybu...
· http://www.pdk-xoybu...
· http://www.xoybun.co...
·
·
·
·
·
· Sosyal, Ēašdaž, Bašimsiz, Bīrležīk ve Demokratīk, Kurdistan Īēīn, El Ele Vźrīn !
|
|
|
|
|