Powell: Divêt Tirkiye leza xwe bike

Wext: Thursday, 27.February. @ 18:51:38 CET

Mijar:

KK-Nûçe

ENQERE, 26/02 2003 — Wezîrê karên derve yê Emerîkayê Colin Powellî di vegera xwe ya ji sefera Asyayê de, di balafirê de, telefon bo serokwezîrê Tirkiyeyê Abdulla Gulî vekir û ji wî xwest ko ew lezê li qerardayina parlamentoyê bikin. Abdulla Gulî behsa zehmetiyên biryarê kir û got ko piraniya wezîran ne digel pêþniyarê ne lê cardî jî wan pêþniyar îmza kirine û meclis dê qerarê li ser pêþniyara hikûmetê bide.
Li gor rojnameya Milliyeta tirkî wezîrê karên derve yê emerîkayê Colin Powellî ji Abdulla Gulê serokwezîrê Tirkiyeyê re gotiye ko ji bo planên eskerî eceleya wan heye û pirsyara qerara meclisa Tirkiyeyê kiriye. Abdulla Gulî jî gotiye ko meclis dê qerarê bide û hikûmetê pêþniyarê ji nik xwe rêkiriye meclisê.

Tirkiye naxwaze rê bide emerîkiyan ko eskerên wan biçin Kurdistanê. Demek dirêj e ko tirk bi bahaneyên vale û dirêjkirina bazarê, ruxandina rejîma Sedamî dereng dixin. Dewleta tirk bêyî viyana xwe qerara rêdayina eskerê emerîkî digire. Mecbûr e qerarê di meclisa xwe de jî bide girtin. Îro civîna gruba AKPê hebû û serokê AKPê bo gruba xwe axaft. Tê texmîn kirin ko dê gruba AKPê qane bibe.

Hikûmet û berpirsyarên dewleta tirk xelkê xwe dixapînin û dibêjin ko emerîkiyan þertên wan qebûl kirine. Lê ti îþaretên lihevhatineka weke tirk dibêjin di navbera emerîkî û tirkan de xuya nake.

Piraniya tiþtên ko bihatina xeberdan li Emerîkayê hatine xeberdan. Tirk dixwazin pareyek mezin ji emerîkiyan bistînin. Medyaya tirk nivîsandiye ko tirkan tiþteke nû di dîplomasiya Emerîkayê de kiriye. Çaxê wezîrê karên derve û wezîrê xezîneyê yê Tirkiyeyê çûbûn Emerîkayê wan bi berpirsyar û heta serokomarê emerîkî re jî axaftin û emerîkiyan helwesta xwe careka dî bo wan got. Bushî gotiye wan ko ti karê wan li Emerîkayê nîne û gerek ew vegerin Tirkiyeyê û qerara xwe bidin. Lê wezîrê tirk Yaþar Yakiþ ji gotinên serokomarê emerîkî têr nebûye û xwestiye ko tiþteka nû bike û xwe avêtiye mala Colin Powellî da ko hindek pareyên zêde ji emerîkiyan veke. Lê encama “dîplomasiya” nû bûye pereyên nû yan ne aþkere nebûye.







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=102