Opozîsyona Iraqê midaxeleyên herêmî red dike û sîstemeka federal bo Iraqê û Kurd

Wext: Thursday, 27.February. @ 00:00:00 CET

Mijar:

KK-Nûçe


» Mesûd Barzanî, Zalmay Xelîlzad û Celal Talebanî

SELAHEDÎN, 26/2 2003 — Civîna opozîsyona Iraqê îro li Selahedînê, li Kurdistanê, dest pê kir û di destpêka civînê de serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Mesûd Barzanî axivî û di axaftina xwe de bal kiþande ser wê yekê ko ew li dijî her awayê desttêwerdana Tirkiyeyê û welatên cîran in.
— Desttêwerdaneka herêmî di karûbarên me yên nêvxweyî de dê bibe sebeba bêistiqrariyê. Em xêrhatinê li midaxeleyên ko arîkariya miletê Iraqê bikin dikin, ne li midaxeleyên ko bibin sebeba bêistiqrariyê. Em ji Emerîkayê dixwazin ko ew rê li ber her midaxeleyeka herêmî ya li ser karûbarên Iraqê yên nêvxweyê bigire, wekî milet em hemî awayên midaxeleyan red dikin.

Serokê INC-ê Ehmed Çelebî jî di axaftina xwe de behsa cîraniya digel Îranê û Tirkiyeyê kir. Wî got erê Îranê gelekê arîkariya opozîsyona Iraqê kiriye lê belê di dawiya dawiyê de iraqî û îranî du milet û welatên cida ne û divêt Îran rêzê ji milet û welatê Iraqê yê serbixwe re bigire. Herwiha Ehmed Çelebî ji bo Tirkiyeyê jî got spas ji bo wê ko rê daye Emerîkayê da Emerîka basên wê bi kar bîne lê belê, wî got, divêt Tirkiye rêzê ji yekîtiya axa Iraqê re bigire. Ehmed Çelebî tekîd kir ko Iraq dê federal be û divêt Emerîka jî lênexebite ko hikmekê eskerî li ser wan ferz bike.

Nûnerê George Bushê serokê Emerîkayê Zalmay Xelîlzad jî di axaftina xwe de got ko Emerîka dê piþtgiriya iraqiyan bike ko welatê xwe rizgar bikin û wî got bêguman qabiliyeta xelkê Iraqê heye ko dewleteka demokratîk ava bikin. Di heman demê de Zalmay Xelîzad got ko hikûmeta Emerîkayê piþtgiriya Iraqeka demokrat û federal dike.

Ev cara pêþiyê ye ko Emerîka vekirî di civînekê de federalîzmê diparêze. Di civîna opozîsyona Iraqê ya Londonê de Zalmay Xelîlzad peyva federalîzmê bi kar neanîbû. Wisa diyar e ko Emerîka jî, berevajî hemî daxwaz û þantajên Tirkiyeyê, piþtgiriya federalîzmê dike.







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=104