Berbanga Lozaneke nû

Wext: Sunday, 02.March. @ 00:00:00 CET

Mijar:

Dr. FELAT DILGEÞ

STENBOL, 1/3 2003 — Miletê kurd di berbanga Lozaneke nû de ye. Em di demeke gelek hesas a dîrokî re derbas dibin. Van rojan, tu miletperwerek kurd, tu welatparêzek kezebþewitî, tu dilxwazek dilovan, tu mirovek kurd ê ko bi qasî misqalekî heskirina wî ji gel û welatê wî re heye, nikare bi rihetî serê xwe deyne ser balîfê û di xew re here.
Dem ne dema razanê ye. Em nikarin razin, çimkî em li ber mesûliyeteke pirr giran in. Em nikarin di xew de herin, çimkî ev paþeroja zarokên me, qedera welatê me, mesela me ya hebûn û nebûnê ye. Ji bo ko em cardin nekevin xefika dijmin, ji bo ko em cardin neyên xapandin, ji bo ko em kurdbûn û kûrdîtiyê bi saxî nekin gorê û çend sal bi þûn de, li serê xwe nexin û þînê negirin divê em hiþyar bin, hayjixweheyî amade û li ser kar bin. Vê carê divê em destûrê nedin ko nelet li pey me were barandin.

Dijminên me, li nav çavê me hemûyan dinihêrin û banga Lozaneke nû dikin. Bi gotina Heraklîtos, “Mirov nikare du caran xwe di avekê de biþo”, lê dijminên me dixwazin ko heft caran me di avekê de biþon, bi xewa xefletê di xew re kin. Lozana pêþîn em bi çîrokên biratî û misilmanîyê xapandin. Belê vê carê, ji nava xwe têr, bi hirhopî, bi çavsorî, bi gefxwarin, bi destdirêjî, bi bêþermî û bêedebî dertên pêþberî me û ji me re dibêjin, “Eger hûn mêr in, eger ji we tê, eger bi we dibe em bejn û bala we bibînin. Di deftera me de jiyan ji kurd û kurdbûnê re tune. An hûnê her û her kole û dîlê ber destê me bin, an hûnê di bin erdê de tune bin!” Dijminên me yên bêþerm weha dibêjin.

Baþ e kîjan e ev dijmin? Malneketno hûn nizanin? Ev dijmin ew e ko piraniya axa welatê me di dest de ye. Ev dijmin ew e ko ji bîst milyon zêdetir kurdî xesandiye û kiriye ko tu dengekî xurt ê ji bo welatekî azad û serbixwe ji wan dernekeve. Yanî vî dijminê har ê ko nufûsa herî mezin a kurd û perçê herî mezin ê welatê me dabilandiye, niha dixwaze êrîþî baþûrê welatê me jî bike û vê derê jî dabilîne.

Wusa bi bêedebî û wusa bi çavsorî rabûye ser lingan ko ji girêza devê wî der û dor dihetike.

Ev dijimin berê weha nebû. Wusa bi hirhopî û bêpîrî bi ser me de nedihat. Gava ko êrîþî hinekan ji me dikir, bi awayekî yan birayên me yên din dixapand û yan jî serê wan miz dida, da ko bi rihetî yê ko ji bo xwe kiriye hedef daqurtîne. Lê vê carê firîqet û bêminet xuya ye. Çimkî em ji hev tar û mar kirine. Evên me yên ko do doza welatekî serbixwe û yekbûyî dikirin, îro me û xwe bi çîroka komareke demokratîk dixapînin û serî bi Emerîka xera kirine. Ew komara demokratîk a ko wê bi ûjdana leþkerên tirk be. Wê ûjdana ko bi binaxkirina 20 milyon kurdên bakur têr nebû û îro bi hovîtî êrîþî baþûr dike.

Camêr, darê xwe yê zorê daye ser piþta xwe, tang û topa xwe daye pêþiya xwe, di ser me bîst milyon kurdî de derbas dibe û dibê ezê herim mala 3–4 milyon kurdên ko ne di bin talan û dagirkeriya min de ne û niyeta wan a azadbûnê heye bi serê wan de xera kim.

Tu deng û his ji me dernakeve. Dengekî ko ewê hov û talankaran veciniqîne û wan bi ser hiþê wan de bîne, ji me kurdên bakur dernakeve. Hinekên me yên ko serê xwe bi Emerîka xera kirine, li rû çepgir û sosyalîstên tirk ên ko di bin posterên Sedam û ala Iraqê de dimeþin, beþdarî xwepêþandanên li hember þer dibin. Xwedawo tu aqil bidî! Ya sitar, ya hawar! Ma parastina xwînxwarên wek Sedam bi me kurdan ketiye!

Dijminên me bi devê xwe dibêjin ko em di pêvajoya Lozaneke nû de derbas dibin, belê hê jî hinek xewarokên me hiþyar nabin, bi ser hiþê xwe ve nayên.

Divê em hemû baþ bizanibin ko gava dewleta tirk bikeve baþûr, heta kurdîtî û kurdbûnê, wek vir li wê derê jî bi tevahî neke bin axê cardin dernakeve. Çimkî ev devlet sî sal e ko di Qibrisê de ye û bi tu awayî niyeta wê tune ko jê derkeve.

Xerakirina hesabê dewleta tirk di destê kurdên bakur de ye. Gava ko kurdên bakur, vê dagirkeriyê qebûl nekin û bi serbilindî li hember derkevin, ev dewlet, nikare xwe tev bide. Lê gava ko kurdên bakur xwe li hember vê dagirkeriyê bitewînin, xwe li bêxîretîyê deynin, hingê ji xwe ewê dijminên me bi ya xwe bikin.

Divê kurdên bakur baþ bizanibin ko eger ne ji wan be, wê kurdên baþur di nav çend salan de bi tevahî azad bibin. Dijmin bi xwe jî weha dibêje. Nexwe wusa ye, me dev ji azadiya xwe berda be jî, werin em ji xelasbûna birayên xwe re nebin asteng.

Ji bo ko em pêþî li vê destdirêjî û çavsoriyê bigirin, werin em xwe li pêþ birayê xwe yê biçûk bikin mertal û nehêlin ko destê dijmin bigijê. Huqûqa biratiyê vê berpirsiyariyê dixwaze.

Pûçkirina vê Lozana duwemîn di destê me de ye. Kurdino, roj roja hawarê, roj roja destrakirinê ye. Bi kê çi dibe, divê di texma xwe de bike. Yê ko qet tiþtekî pê nabe, bila ji pêþmergeyên canfîda re dua bike. Ketina Dihok, Hewlêr û Silmaniyê, mirina Wan, Dêrsim û Diyarbekirê ye.







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=121