Parastina xaka Kurdistana azad erkeka neteweyî ye

Wext: Tuesday, 03.December. @ 06:23:33 CET

Mijar:

DARA BILEK
STOCKHOLM, 22/11 2002 — Carinan hinek bûyer çêdibin û di jiyana siyasî û civakî de rolek mezin dileyîzin. Ev bûyer ji bo taybetmendiyên xwe dibin sedemên qonaxeka nûjen di siyasetê de. Heta mirov dikare bêje gelek caran dibin destpêka pêvajoyeka nû. Roj a 4/10 2002-ê civandina Parlamentoya Kurdistanê bi têkilbûna hemî endaman bû bûyerek dîrokî ji bo tevgera kurd di hemû beşên Kurdistanê de. Bêguman ji bo Parlamentoya Kurdistanê tevî hemî endamên xwe bicive di peymana Washingtonê de cih girtibû. Ji xwe bi vê civînê, awayekî peymana Washingtonê ya sala 1998-ê çavderiya Emerîka di navbera PDK û YNK-ê de hatî imze kirin bi cih bû. Bêguman ketina peymana Washington di pratîkê de demek dirêj girt, lê belkî jî ji bona ko hinek tişt zelal bibin û famkirina giringiya bicihkirina vê paymanê ev dema dirêj pêwist bû.
Dewletên wek Emerîka û Ingiltere minasebeta civîna parlementoyê pişgiriya xwe bi awayekî ji bo Kurdistana başûr dan diyar kirin û awayekî din mesajek jî dan dewletên herêmê. Wek din tevgera kurd piranî pişgiriya vê bûyerê kir û her kesekî bi aweyekî pişgiriya xwe da diyar kirin. Ez dixwazim li ser vê babetê bisekinim. Ji ber ko giringiya vê ji bo paşeroja miletê kurd gelekî mezin e. Taybetî helwesta kurdên bakur derbarê Kurdistana başûr de gelekî giring e, û xwedî nirxekî taybetî ye. Ev yek piçekî rewşa kurdên bakur ve jî girêdaye. Ji ber ko salên 1975-ê û hir ve bi gelek awayan siyaset di nav kurdên bakur de li ser bingehê siyasetên Kurdistana başûr şeklên xwe yên siyasî stand.

Gelek caran hate nivîsandin ko hêzên siyasî yên Kurdistana bakur, di derbarê Kurdistana başûr de berpirsiyariyên xwe baş pêknaynin. Meha adara 2002-ê serokê PDK-ê birêz Mesûd Barzanî li Parlamentoya Kurdistanê axaftinek kir. Di vê axaftina xwe de Barzanî li ser bûyerên ko di herêmê de pêktên sekinî û bi awayekî din jî bersiva tehdîtên li ser Kurdistana başûr dibin da. Mixabin heta wê rojê derbarê pişgiriya Kurditana başûr de wek helwêst di nav partiyên Kurdistana bakur de tu aktîvîte xuya nedikirin. Heta bi minasebeta pişgiriya axaftina Barzanî li Stockholmê civinek berfireh hat krin û di vê civînê de rojnemevanek ko panel idare dikir bala herkesekî kişand ser vê pirsê û got ”ez derbarê rewşa Kurditana başûr û van bûyerên ko çêdibin tu helwêstekî di nav rêxistinên siyasî yên bakur de nabînim, gelo sedema vê çi ye?” Rastî bersiva vî pirsê nehat dayin.

Elbet Kurdistana bakur, hinek terefan li gora imkanên xwe giranî dan vê pirsê. Lê ne bes bû. Li ser rewşa Kurdistana başûr û bêdengiya kurdên bakur hinek şirove jî hatin kirin. Lê di van du mehên dawî de taybetî piştî civina 7-8 ê îlonê di navbera birêz Barzanî û Talabanî de li bajarê Selahedîn hatin kirin guhertinek mezin di nav kurdên bakur de çêbû. Bêguman guhertinek gelek baş û erênî bû. Îro ji bilî PKK-ê û derdora wan herkesek bi awayekî pişgiriya xwe ji bo Kurdistana başûr daye kifş kirin. Piraniya partî, dezgeh û medya kurdî dest avêtiyê vê pirsê. Ev cihê dilxweşiyê ye û hevî ew e ko ev helwêsta hanê berdewam be. Taybetî tesîra gotar û helwestên serokê PDK-ê birêz Mesûd Barzanî di vî warî de baweriyeka mezin da tevgera kurd û zemînê baweriyê di nav partiyên kurdan de çêkir.

Paşeroja miletê kurd bi Kurdistana başûr ve hatiye girêdan. Serketina wan û pêkanîna statuyeke fermî navnetevî li başûrê Kurdistanê wê bibe garantora bidestxistina mafên netewî ji bo kurdan li hemî deverên din. Ji bo vê yekê gerek ev pirs her demî bi germî di rojeva tevgera siyasî de be, bila mirov bûyerên ko peyda dibe bi hemû avayî bikaribe şirove bike û herdemî qencî û xirabiyên heyîn bi awayekî dilfireh bibêje.

Bêguman herkesek xwedî meyleka siyasî ye. Hinek ji me meyla PDK hinek ya YNK-ê û hinek jî ya rêxistinên cor bi cor dikin. Ev meylên siyasî ne û bivênevê wê hebin. Wê her kesek jî li gora meyla xwe ya siyasî bûyeran şirove bike. Lê xwedîlêderketin û parastina xaka Kurdistana azad li ser hemî meylên siyasî re ye. Parastina vê xaka azad erkeka neteweyî ye û pîvana welatparêziyê ye. Ew terefên di nav kurdan de dijminahiya Kurdistana başûr dikin di bingehê xwe de dijminahiya daxwazên miletê kurd dikin. Gerek ev yek baş bê zelal kirin.







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=25