Bush: Heger þer bibe jî nabe Tirkiye bikeve baþûrê Kurdistanê *

Wext: Wednesday, 11.December. @ 09:52:44 CET

Mijar:


WASHINGTON, 11/12 2002 — Di hevdîtinên dûhî li Washingtonê, yên di mabeyan serokê Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê George Bush û serokê AKPa Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî de Bush anî bîra Erdoganî ko heger þerek bibe jî nabe Tirkiye bikeve mintiqa kurdan. Her wisa Bush got ew (Emerîka) dê bi taybetî kar bike ko Êraq yekgirtî bimîne.
Baþûrê Kurdistanê ji 1991-ê û hir ve di bin parastina emerîkî û îngilîzan de desthelateka kurdî heye. Vê desthelata kurdî jiyana xelkê xweþ kiriye, azadî û demokrasiyek ko li Rojhelata-Navîn qaçax e peyda kiriye. Ev jî bûye egera xedarbûna dijminên kurdan, di serî de Tirkiye. Tirk hesab dikin ko demokrasî nexweþiyeka vegir e. Wisa bawer dikin ko ew dê bibe egera ko kurdên di bin hikmê Tirkiyeyê de jî daxwaza federasyon û demokrasiyê bikin.

Ji ber wê çendê jî Tirkiye dixwaze bikeve baþûrê Kurdistanê û desthilata kurd têkbibe. Ne ji ber ko dê tiþtekê bi dest xwe ve bînin, lê ji bo ya heye jî xirab bikin. Her çend talan û qirkirin karê wan be jî hêdî ev karê wan di cîhanê de nayêt qebûl kirin. Ne kurd ne jî tikes qebûl dikin ko ew biçin dewlet û civata ko kurdan ava kirine xirab bikin.

*KK-Nûçe






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=29