Qabîneya Hukumeta Kurdistanê Ya 7 Li Netewa Kurd Pîroz Be.

Wext: Thursday, 19.April. @ 23:57:58 CEST

Mijar:


Di 05.04.2012 de, li Kurdistana azad qabîneya nu, ya Heftemîn, di bin serokwezîrtiya birêz Nêçîrvan Îdrîs Barzanî de hat avakirin. Hukmet koalisiyona PDK-ê YNKê ye. Pêk anîna vî hukûmetê, wekê Hukûmatên din, ji boy Kurd û Kurdistan ê rumetekî balpêþ û mezine. Em hêvîdarin hukûmeta nu karên polîtîk û dîplomatîk bi serkeftin pêk bîne.


Qabîne ya Hukumeta Kurdistanê, ya 7, li Kurd û Kurdistanê Pîroz be !

Navên serok û cîgirê serokê civata wezîran û wezîrên hikûmeta Kurdistanê.
1 - Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmetê.
2 - Îmad Ehmed Cîgirê Serok Hikûmetê.
3 - Rojan Dizeyî wezîrê Dadê.
4 - Cefer Mistefa Elî wezîrê karûbarê Pêþmergeyan.
5 - Temer Remezan wezîrê Navxwe.
6 - Dilþad Osman wezîrê darayî.
7 - Aþtî Hewramî wezîrê samanê siruþtî.
8 - Rêkewt Reþîd, an Aras Ezîz, yê tendirustî.
9 - Îsmet Xalid yê perwerdeyê.
10 - Behroz Qeþanî yê avadaniyê.
11 - Dilþad Þehab, þaredarî û geþtûguzarê.
12 - Alî Seîd, Xwendina bilind
13 - Alî Sindî, plandanan.
14 - Perwîn Kake Heme, karûbarê civakî.
15 - Kawa Mehmud Þakir, rewþenbîrî û lawan.
16 - Sebah Ehmed Mihemed, karûbarê þehîd û enfalkiriyan.
17 - ….. çandinî û jêderên avê (diyar nebûye).
18 - Sînan Ebdulxalêq Çelebî, wezîrê pîþesazî û bazirganiyê.
19 - Enwer Çelebî Sabo, guhestin û gihandinê.
20 - …. Wezîrê Ewqaf û karûbarê ayînî (diyar nebûye).
21 - Yasîn Þêx Ebu Bekir, wezîrê kehrebê.

* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *
Li gor Rûdawê, kurtebiyografiya kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê wiha ye :
Serokwezîrê Kurdistanê, Nêçîrvan Îdrîs Mistefa Barzanî :

Di sala 1966an ji dayîk bûye. Sala 1975an ligel xêzana xwe koçberî Îranê bûye. Dîplomeya zanista siyasî li zanîngeha Tehranê wergirtiye. Sala 1989 bûye endamê polîtboruya PDKê. Sala 1996an bûye cîgirê serokwezîr. Sala 1999an di kabîneya çaremîn de bûye serokwezîr. Sala 2006an bû serokwezîrê kabîneya pêncemîn. Di kongreya 13. a PDKê de bûye cîgirê serokê partiyê. Digel Nebîle Barzanî zewicî ye, bavê 4 zarokan e: Îdrîs, Ranye, Çîvan û Maya.

Cîgirê serokwezîr, Îmad Ehmed Seyfûllah :

Sala 1955an li Xaneqînê ji dayîk bûye. Sala 1979-80 peymangeha tenknolojî ya Bexda qedandiye. Li sala 1972an peywendî ligel Komeleya Rencderên Kurdistanê daniye. Sala 1983an bûye pêþmerge. 1993-ê bûye endamê serkirdayetiya YNKê. Sala 1999an bûye endamê polîtboruya YNKê. Berpirsyartiya melbenda Silêmanî û Kerkûkê ya YNKê wergirtiye. Berpirsê polîtboruya rêxistina YNKê bû. Endamê parlamentoya Kurdistanê bû. Wezîrtiya wezaretên avakirin, pîþesazî û tendirûstiyê kiriye. Li rêveberiya Silêmaniyê û kabîneya pêncemîn de du caran cîgirê serokwezîr bû.

Wezîr kî kî ne?

Wezîrê navxwe, Ebdulkerîm Sultan Ebdullah :

Sala 1950-yê li Þengalê ji dayîk bûye. Beþa yasa û ramyarî ya zanîngeha Bexda qedandiye (1971). Sala 1971-73ê li Bexdayê karê parêzeriyê kiriye. Sala 1993-94an de rêveberê asayîþa giþtîbû. Endamê polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye. Ji sala 2001-ê ve wezîrê navxwe ye.

Wezîrê serwetên xwezayî, Aþtî Hewramî :

Sala 1948an li Silêmaniyê ji dayîk bûye. Li zanîngeha Bexda di warê endazyariya petrolê de bekalîryus wergirtiye (1971). Sala 1971-74 li Bexdayê li kompaniyeke petrolê endazyar bû. Sala 1978an li Skotlandê di warê petrola rezerv de diktora wergirt. Di salên 1975-82ê de li kompaniya British National Oil Company û North Sea li Skotlande wekî endazyar kar kiriye. Sala 1982-85 ligel kompaniya Ýnter a li Londonê endazyarekî mezin ê petrolê bû. Sala 1985-88 li Brîtanya li kompaniya Exploration Consultants serokê endazyaran bû. Sala 1988-99 li Brîtanyayê xwedî û rêveberê kompaniya Duke Engineering & Services Limitedê bû. Sala 1999-2006an li Brîtanyayê serokê kompaniya ECL- Exploration Consultants Group Plc bû. Di kabîneya pêncem û þeþemîn de wezîrê serwetên xwezayî bû.

Wezîrê þaredarî û tûrîzmê, Dilþad Þehab Hacî :

Sala 1972an li gundê Erguþê yê girêdayî qezaya Mêrgesorê ji dayîk bûye. Di warê þaristaniyê de bekalîryus wergirtiye. Sala 1991an di nava Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan û di nava PDK’ê de li zanîngeha Selahedîn dest bi karê siyasî û rêxistinî kiriye. Salên 1997-2000 rêveberê îdare û darayî yê rêxistina Þaneder a ji bo avakirina Kurdistanê bû. Li parlamentoya Kurdistanê cîgirê serokê fraksyona Kurdistanî bû. Di kongreya 13. de bû endamê serkirdayetiya PDK’ê. Ji sala 2009an ve endamê parlamentoya Kurdistanê ye.

Wezîrê plandanînê, Dr. Elî Sindî :

Sala 1965an li Zaxoyê ji dayîk bûye. Li zanîngeha Mûsilê kolêja pijîjkî temamkiriye (1990). Sala 1998an li zanîngeha Selahedîn di warê neþtergeriya giþtî de master xwendiye. Sala 2002an li zanîngeha Harwardê a Amerîkayê di warê rêveberiya giþtî de master wergirtiye. Sala 2003an di rêveberî û serkirdayetîkirinê de li zanîngeha Yale dîplome wergirtiye. Salên 1996-2001an li îdareya Hewlêrê wekîlê wezareta tendirustî û karûbarê civakî bû. Ji sala 2002an ve þêwirmendê serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû. Ji sala 2009an ve di kabîneya þeþê de wezîrê plandanînê ye.

Wezîrê perwerdeyê, Îsmet Mihemed Xalid :

Sala 1956an li Amêdiyê ji dayîk bûye. Bekalîryus, dîplomeya bilind û master li kolêja endazyarî ya zanîngeha Mûsil wergirtiye. Li zanîngeha Bultin a Brîtanya diktora wergirtiye. Li Herêma Kurdistanê endamê civata xwendina bilind bû. Damezirîner û serokê zanîngeha Dihokê bû (ji sala 1992an ve)

Wezîrê karûbarên pêþmergeyan, Cafer Mistefa Elî :

Sala 1956an li Qeredaxê a ser bi Silêmaniyê ji dayîk bûye. Heta refa 5 a amedeyiyê xwendiye. Sala 1969an bûye pêþmerge û sala 1975an peywendî ligel rêzên YNK’ê daniye. Sala 1997an li rêveberiya Silêmaniyê bûye wekîlê wezareta pêþmergeyan. Sala 2004an bûye endamê parlamentoya Kurdistanê. Sala 2006an bû wezîrê herêmê yê karûbarên pêþmergeyan û ligel hevgirtina herdu wezaretên pêþmergeyan, bû wezîrê pêþmergeyan.

Wezîrê darayî û aborî, Bayîz Seîd Mihemed Talabanî :

Sala 1944an li Kerkûkê ji dayîk bûye. Amadeyî qedandiye. Ji sala 1968an ve wekî karmend hatiye damezirandin. Yek ji damezirînerên dîwana çavdêriya darayî bû û 6 salan jî serokatiya wê kir. Sala 2002an bû wezîrê darayî û aborî (îdareya Silêmaniyê). Sala 2006an bû wezîrê herêmê yê ji bo karûbarên darayî. Sala 2008an bû wezîrê darayî û aborî yê Herêma Kurdistanê.

Wezîrê rewþenbîrî û ciwanan, Kawa Mehmûd Þakir :

Sala 1958an li Kerkûkê ji dayîk bûye. Li zanîngeha Bexda beþa yasa û siyasetê qedandiye (1979). Li Hollendayê dîplomeya masterê di warê zanista siyasî de di pileya herî bilind de wergirtiye. Ji despêka salên 80ê ve peywendî ligel Partiya Þûî (komunist) ya Kurdistanê daniye û bûye pêþmerge.Piþtî raperînê di warê ragihandinê de kar kiriye û sernivîskarê rojnameya Rêgay Kurdistan bû. Di warê rewþa kesî de li parlamentoya Kurdistanê þêwirmend bû. Ji 2009an ve bûye wezîrê rewþenbîrî û ciwanan.

Wezîrê pîþesazî û bazirganiyê, Sînan Ebdulxaliq Ehmed Çelebî :

Sala 1944an li Hewlêrê ji dayîk bûye. Sala 1972an bekaloryos û master li zanîngeha Þerq el-Ewset (Orta Dogu Teknik Ûniversitesi) a li Anqereyê di warê endazyariya bînasaziyê de wergirtiye. Li Bexdayê nivîsîngeha þêwirmendiya endazyarî damezirandiye. Sala 1993an demekê bûye serokê Eniya Tirkmenan. Karê wî yê dawî cîgirê serokê Weqfa xêrxwazîyê ya Îhsan Dogramacî bû. Ji sala 2009an ve bûye wezîrê pîþesazî û bazirganiyê.

Wezîrê wlektrîkê, Yasîn Þêx Ebûbekir Mihemed Mawetî :

Sala 1994an beþa elektrîkê ya kolêja endazyarî temamkiriye. Di kabîneya pêncê de þêwirmendê wezîrê elektrîkê bû, hevkarê wezîrê elektrîkê yê berê yê karûbarên ragihandin û kontrolê bû. Qasî 15 salan e di warê elektrîkê de kar dike. Serpereþtyarê perwerde û damezirandina rêveberiya kontrolî ya Herêma Kurdistanê bû. Serokê lijneya wezaretê yê ji bo kirîna enerjiyê ya ji wezareta elektrîkê ya Ýraqê bû.Serpereþtyarê danîna bernameya ji bo hilberîna elektrîkê ya li santralên Dokan û Derbendîxanê bû. Serpereþtyarê rêvebirina gihandina elektrîkê yê Herêma Kurdistanê bû. Sala 2002-2004an berpirsê kontrolê yê elektrîka Hewlêrê bû.Sala 2005an rêveberê kontrola giþtî yê gihandina rêveberiya Silêmaniyê bû. Ji 2009an ve wezîrê elektrîkê ye.

Wezîrê karûbarên þehîd û enfalkiriyan, Aram Ehmed Mihemed :

Sala 1958an li Kerkûkê ji dayîk bûye. Li Londonê di warê komputerê de master wergirtiye. Li Londonê dîplomeya ILM a di warê serkirdayetîkirinê de wergirtiye. Li Londonê dîplomeya bilind a di warê komputerê de wergirtiye. Li Londonê dîplomeya serpereþtyariya nirxandina perwerdeyê wergirtiye. Dîplomeya mamostatiya sîstema sîsco tora komputerê (CCNA+CCNP19 wergirtiye. Sala 1974an çûye çiya û tevlî þoreþa îlonê bûye. Sala 1977-81an bûye endamê rêxistinên veþartî yên YNKê yên li Kerkûkê. Di kabîneya þeþê de bû wezîrê þehîd û enfalkiriyan.

Wezîrê sadê, Þêrwan Nasih Ebdullah Heyderî :

Sala 1945an li Hewlêrê ji dayîk bûye. Di warê yasayê de bekalîryos wergirtiye. Di du dewreyên parlamentoyê de serokê lijneya yasayî bû. Karê parêzeriyê kiriye û demekê rêveberê nahyeyê bû. Serokê Fraksyona Zer bû. Serokê Yekîtiya Mafperwerên Kurdistanê bû. Serokatiya Parêzerên Kurdistanê kiriye.

Wezîrê ewqaf û karûbarên olî, Kamil Elî Ezîz :

Sala 1955an ji dayîk bûye. Amadeyî qedandiye (1976). Demekê li þaredariya Silêmaniyê karmendî kiriye.Yek ji damezirînerên Tevgera Îslamî li Kurdistan-Iraqê bû. Niha sekreterê polîtboruya Tevgera Îslamî ye.

Wezîrê guhastin û gîhandinê, Consun Siyaweþ Eyu Rihane :

Sala 1971-ê li navçeya Diyane ya girêdayî Hewlêrê ji dayîk bûye. Li Enkaweya Hewlêrê dimîne. Li kolêja edebiyatê ya Zanîngeha Selahedînê beþa coxrafyayê xwendiye (1992-93). Kurdî, Suryanî û Erebî dizane. Zewicî ye û bavê sê zarokan e. Endamê Kongreya Gelê Kildanî, Suryanî û Aþûrî yekem-Enkawa ye. Endamê Kongreya Gelê Kildanî, Suryanî û Aþûrî Duwem-Hewlêr e. Di dewreya yekemîn de endamê civata gelê Kildanî, Suryanî û Aþûrî bû. Di dewreya duwemîn de Cîgirê Serokê Gelê Kildanî, Aþûrî û Suryanî bû. Cîgirê Sernivîskarê govara Mutwa Emaya ya girêdayî civata gelê Kildanî, Aþûrî û Suryanî bû.

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurds/12566.html

Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun





Ewê, di pêþerojê da, li dora sinorê, Kurdistana Mezin, 1500 + 500 = 2000 Miqerên Arteþî, bên çêkirin...



Kurdistan Welatê Kurda ye ! Kerkûk Dilê Kurdistanê ye !





Bimire Dagirkerî ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !



Piroje ya Kurdistan a Mezin ! Groß Kurdistan Projekt !


http://www.pdk-xoybun.com & http://www.xoybun.com
http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map ) - 1


Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map ) - 2



Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map ) - 3



Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map ) - 4



Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map ) - 5



Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map ) - 6



Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map ) - 7



Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map ) - 8

___________________________________________________________________

Ya Kurdistan, Ya Neman !













































Ey Netewa Kurd, Li Dijê Jenosîda ( Tevkujîna ) Kurd, Amadeyêceng ( Seferbebin ) Bin ! Ey Kurd Ulusu, Kurd Jenosîdîne ( Soykirimina ) Karþi, Top Yekûn Savunma ya Gêçîn !
___________________________________________________________________

Ger Amerîka, Birîtan ya û dewletên Ewropa yê, alîkarî bidin me, emê dagirkeran ji ser ax' a Kurdistanê bavêjin der, wê demê, emê 200 sal, Lula neftê, ji wanra vekin ...

Ya Kurdistan, Ya Neman !









Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=7666