15.07.1951 — 15.07.2015, Netewa Kurd, di 15.07.1951 da, lawê xwayê hêja, Mîr Celadet Alî Bedir-Xan, wenda kir. Mîr Celadet Alî Bedir-Xan, wekê her Tekoþerê Kurd, nemire û di Dilê meda, dijî...

Wext: Wednesday, 15.July. @ 00:01:08 CEST

Mijar:

Kurd û Kurdistan, lawê xway hêja, Rewþenbîr, sîyasetmeder û ronekbîr ê Kurd, Mîr Celadet Alî Bedir-Xan î, roja 15 Tîrmeh ê, di sala 1951 de, bi dilekî xemgîn, wenda kir. Rewþenbîr, sîyasetmeder û ronekbîr ê Kurd, Kekê hêja, Mîr Celadet Alî Bedir-Xan, nemire û di Dilê meda, dijî...

Partîya Demokrat a Kurdistan Xoybun
























































P D K XOYBUN

15.07.1951 — 15.07.2015
Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan Xoybun ( P D K XOYBUN ) ê, Mîr Celadet Alî Bedirxan, bi Dilekî germ, bibîr tînim. Mîr Celadet Alî Bedirxan, wekê her Tekoþer û Þehîdên Kurdistanê, nemire û Dilê meda dijî. Þehîdên Kurdistanê, yên berîya vê demê û yên hetanê îro, bi bîr tînim û tevkujînên, li hemberê Kurda, li Kurdistanê û yên li dervayê Kurdistanê buye, hemuyan, Þermezar dikim...

Kurdistanîyên Hêja : Mîr Celadet Alî Bedirxan, di 26'ê avrêlê 1893 de, li bajarê Bakurê Kurdistanê, Stenbol ê, ji Dayik buye û di 15'ê tîrmehê 1951 de, li Rojavayê Kurdistan ê, Hêcanê/Þam ê, çuye ser dilovanî ya xwe. Mîr Celadet Alî Bedirxan, siyasetmedar, rojnamevan û zimanzanê kurd bû. Celadet kurê Emîn Alî Bedirxan û Senîha Xanimê ye.

Birayê we : Alî Cahît Kiraç | Alî Cahît Kiraç | Alî Cahît Kiraç
















Kurd û Kurdistan, lawê xway hêja, Rewþenbîr, sîyasetmeder û ronekbîr ê Kurd, Mîr Celadet Alî Bedir-Xan î, roja 15 Tîrmeh ê, di sala 1951 de, bi dilekî xemgîn, wenda kir. Rewþenbîr, sîyasetmeder û ronekbîr ê Kurd, Kekê hêja, Mîr Celadet Alî Bedir-Xan, nemire û di Dilê meda, dijî...

Partîya Demokrat a Kurdistan Xoybun

P D K XOYBUN

Kekê Hêja, Mîr Celadet Alî Bedir-Xan, Di Dilê Meda Dijî.


Celadet Alî Bedirxan :

Celadet Alî Bedirxan, di 26'ê avrêlê 1893 de, li bajarê Bakurê Kurdistanê, Stenbol ê, ji Dayik buye û di 15'ê tîrmehê 1951 de, li Rojavayê Kurdistan ê, Hêcanê/Þam ê, çuye ser dilovanî ya xwe. Celadet Alî Bedirxan, siyasetmedar, rojnamevan û zimanzanê kurd bû. Celadet kurê Emîn Alî Bedirxan û Senîha Xanimê ye.

Jiyangerî :

Celadet yek ji lawên malbata mezin a kurdan Malbata Bedirxaniyan bû. Ew wekî pêþengê nivîsîna kurdî bi tîpên latînî tê nasîn. Di warê lêkolînên li ser zimanê kurdî de gelek xebitiye û li surgûn û nefiyê kovarên Hawar û Ronahî weþandiye. Xebatên Celadet bûn bingeha edebiyata Kurmancî ya hemdem. Di jiyana xwe ya siyasî da, Celadet beþdarî gelek çalakiyên neteweperwerane bû, ew endamê Xoybûnê û yek ji damezrînerên wê bû. Piþtî þerê Bedirxaniyan dijberî Sultan Ebdilhemîdî, tevî malbata xwe ber bi Yemenê ve hate surgûn kirin.

Piþtî ku tevgera rizgarîxwaza Tirk bi serokayetiya Mistefa Kemal Ataturk bi serkeft, mafên Kurdan hatin berbendkirin, di vê demê da fermana bidarvekirina Emîn Alî Bedirxan û her sê lawên wî derket. Emîn û lawên xwe Sureya çûn Misrê, Kamûran û Celadet jî çûn Almanyayê. Wan li wir dest bi xwendina bilind kir. Celadetî xwendina bilind qedand û bawernameya doktoraya Hiqûqê wergirt. Li sala 1930ê, ew hat bajarê Þamê û dest bi xebata niþtimanî kir. Di nav zebata Xoybûnê da endamekê pêþeng bû, ew yek ji beþdar û alîkarên Serhildana Agirî bû.

Ji bilî zimanê kurdî Mîr Celadet bi van zimanan jî dizanibû: Ingilîzî, Fransî, Almanî, Tirkî, Farisî, Erebî, Yunanî. Kovarên Ronahî û Hawar bi sernivîskariya wî derdiketin.

Nifþa sêyem a Malbata Bedirxaniyan di serê sedsala 20ê da bi Celadet, Kamûran û Rewþen Bedirxan ve destpêdike û xeleka vê malbata serhildêr ya dawiyê ye. Bêguman di xeleka dawin a Bedirxaniyan da Celadet Bedirxan cîhê heri giring digre. Celadet Alî Bedirxan an jî bi navekê din Mîr Celadet li 26ê Nîsana sala 1893ê li Stenbolê hate dinyayê. Bavê wî siyasetmedar û rewþenbîrê navdar Emîn Alî Bedirxan e ku ew jî yek ji kurên Mîr Bedirxan e.

Dema Celadet ji dayik bû, malbata wî li Stenbolê li sirgûnê bû. Dayika wî Senîha Xanim Çerkez e. Bavê wî Emîn Elî Mufetiþê Dadgeha Stenbolê bû. Her wiha, wî li wan salan da di nav tevgera Kurdan da jî cihekê giring digirt.

Ji ber ku Osmaniyan qedexe kiribû malbata Bedirxanî biçin Kurdistanê, Emîn Elî ji bo gihandina zarokên xwe bi çand û zimanê Kurdî ji Kurdistanê çîrokbêj dengbêj û mamostayên ziman û qerwaþan dianîn. Yek ji wan nivîskaran jî Helbestvanê navdarê Kurd Hecî Qadirê Koyî bû ku ew mamosteyê serekiyê zarokên Emîn Elî Bedirxan bû.

Celadet tevî xuþk û birayên xwe yên din li ber destê wan mezin bû. Her wiha Bedirxanî ji Stenbolê bi malbatên li sirgûnê yên wekî Þemzînî, Babanî û Cemilpaþayan re jî hevalbendî dikir.

Osmaniyan li malbata Bedirxan gumanan dikirin. Lewma karê fermî didan ber wan û her tim cihê wan diguherandin. Celadet di zaroktiya xwe de tevî bavê xwe di van sirgûnan da derbas kir û li bajarên wekî Stenbol, Isparta , Edirne , Konya, Aqqa, Nahlûs û Selanikê geriya.

Di 18 saliya xwe da Celadet li Stenbolê dest bi dibistana Medresaya Harbiyê dike. Di salên Þerê cihanî yê yekê da ew wekî mamosteyê gihanidina zabitan xebitî û di ser da li eniya Qefqasê li dijî Rûsan þer kir.

Piþtî ku di encama þer da Imparatoriya Osmanî têkçû, û di nav welatparêzên Kurd da pêvajoya rêxistinê destpêkir, Celadet li Stenbolê ket nav karên siyasî û bû yek ji hîmdarên Komela Vêkxistina Civaka Kurd. Ew li pey derfeta damezrandina dewleteka Kurdî bûn.

Piþtî þer dewletên serkeftî yên wekî Brîtanyayê li Kurdistanê ketin hin hewldanan. Celadet li sala 1919ê tevî birayê xwe Kamûran û Ekrem Cemîl Paþa û Faîq Tewfq çû Kurdistanê. Li cem wan Zabitên Siyasî yên Brîtanî Major Noel jî hebû. Armanca wan amadekariyên Peymana Sewrê bû.

Kemalîstan ku ji gera Celadet û hevalên wî haydar bûn suwar þandin ser wan û ew mecbûr kirin bizivirin. Celadet di vê gera xwe da heta Meletiyê li Kurdistanê geriya û li ser rewþa welat serwext bû.

Di encamê da, li Sewrê, di bin çavdêriya berdevkê Kurdan Þerîf Paþa , hin mafên netewî hatin nîþankirin. Celadet di vê gera xwe ya Kurdistanê da di nav eþîran da gelek metelok, peyv û çîrok jî kom kirin. Li sala l922ê, dema Kemalîst hatin ser hukmî û Stenbol bidestxist, ji bo serokên Kurdan ku di nav wan da Bedirxanî jî hebûn, fermana mirinê derçû. Li ser vê yekê, Celadet tevî birayên xwe Kamûran, Safter Tewfîq û birazayê xwe Heqî ve li sala 1923ê berê xwe da Almanyayê û li wir dest bi xwendina li zaningehê kir. Li sala 1925ê, dema li bakûrê Kurdistanê serhildana Þêx Seîdê Pîran destpêkir, Celadet ji bo tevlîbûna serhildanê bi dizî hate Kurdistanê. Lê heta ku ew giha welat serhildan hatibû þikestin. Ew careka din bi alîkariya eþîrên koçer ji Kurdistanê derket û zivirî Almanyayê.

Di vê navberê da, birayê wî yê biçûk Safter li Almanyayê ji ber nexweþiyê mir. Birayê wî yê din Tewfiq jî zivirî Tirkiyê û li wir bi zora Kemalistan paþnavê xwe kir Çinar û ket xizmeta Tirkan. Vasif Çinar birazayê Mîr Bedirxanî jî di vê demê da ji aliyê Mistefa Kemalî ve wekî wezirê perwerdeyê hatibû wezîfedarkirin. Vasif Çinar ji malbata Bedirxanî hatiye derxistin.

Kamûran piþtî hatina Celadetî li Almanyayê ma û doktoraya xwe ya hiqûqê dawî kir.

Mîr Celadet piþtî dawîkirina zanîngeha hiqûqê bêyî ku doktoraya xwe temam bike hate Qahîre ya Misrê. Bavê wî Emin Elî li ser doþega mirinê bû. Piþtî mirina bavê xwe çû Beyrûtê û li wir bicîh bû. Di van rojan da, li Sûriyê û Beyrûtê gelek rewþenbîrên Kurd civiyabûn. Kemalîstan pistî serhildana Þêx Seîdî careka din berê xwe dabû rewsenbîrên Kurdan. Yên ku ji ber kêra wan filitîbûn, berê xwe dabûn binxetê.

Celadet piþtî ku hate Beyrûtê ket nava tevgera welatparêzên Kurd. Di vê navberê da, hewldanên damezrandina rêxistineka neteweyî jî destpêkiribû.

Piþtî tevlîbûna Celadet, li 5ê Îlona sala 1927ê li Lubnanê li bajarê Bêhemdûnê kongreya damezrandina Xoybûnê pêkanî. Di nav damezrênerên Xoybûnê da ji bilî Celadetî rewþenbîrên wekî Dr. Nurî Dêrsimî, Qedrî Can, Dr. Nuredîn Zaza, Memdûh Selîm Wanlî, Hemze Bêgê Muksî, Ekrem û Qedrî Cemîl Paþa û serekên herêmî yên wekî Haco Axa, Emînê Perîxanê, Mistefa Þahin Begê Berazî, Bedredinê Hebizbinî û gelekên din jî hebûn.

Yek ji biryarên Xoybûnê ew bû ku ew ji bo piþtgiriya serhildana Araratê li herêma sinorê binxetê têkevin nav hewldanên leþkerî.

Bi vê armancê Celadet tevî Haco Axa û Resûl Axayê Miheme li herêma Torê tevî suwarên Kurd êriþ birin ser qereqolên Tirkan.

Lê ji ber ku ew negihiþtin armancên xwe, Celadet berê xwe da Çiyayê Araratê û tevî serhildêrên Serhedê bû. Li dûmahiyê, ev serhildan jî têkçû û wî tevî Ihsan Nûrî Paþayî xwe avêt Îranê.

Li Tehranê Þahê Îranê Mehmed Reza Pehlewî xwest wî bi hin bertîlan ji tevgera Kurdan dûr bike û li devereka cîhanê jê ra konsolosiya Îranê pêþniyaz kir. Ji ber ku Celadet ew daxwaza Þah qebûl nekir, ew her wê demê ji Iranê hate derxistin. Piþtî Îranê, Celadet demekê li Baþûrê Kurdistanê û li Bexdayê ma. Lê Inglîzan nexwest ew li Îraqê bimîne û rê li wî tengkir. Ew careka din jî bi neçarî zivirî Sûriyê û li Kurdistana rojava xebata xwe meþand.

Li wir tevî endamên malbata Cemil paþayan, Hemzeyê Muksî û Haco Axa bi navê Civata Alikariya Kurdên Belengaz komeleyek damezrand. Armanca wan ew bû alikariya Kurdên ku ji bakûr revîbûn bikin.

Sûriyê wê demê di bin dagirkeriya Fransayê da bû û têkiliyên Fransî û Kemalîstan baþ bûn. Ji ber zixtên Tirkan, Fransiyan jî nedixwest ew li Kurdistanê bimîne. Li Tebaxa sala 1930ê tevî rewþenbîr û serhildêrên Kurd ên din bi zorê li Þamê hate bicîhkirin.

Xebatên siyasî ên bêencam û dorpêçana dewletên serdest berê Celadetî dabû rêyeka din. Rewþa herêmê jî êdî dest nedida ku Kurd ji bo hevkariyê dewleteka alîgir bibînin an jî serhildaneka neteweyî birêbixin. Hin sedemên din jî ku Celadet her bi rewþeka nû ve dehf dabûn, rewþa navxweyî ya Kurdan bû. Di nav Kurdan da xwendin û nivisandin û karê rewþenbirî gelek kêm bû. Li dûmahiyê, ew gehiþt bû wê baweriyê ku ji bo þiyarkirina Kurdan divê karê rewþenbîrî bike û biryara xwe da.

Li rojên sirgûniya Þamê Celadet dest bi karê zimanzanî û afirandina elfûbêyeka Kurdî kir. Celadet ji bilî Kurdî bi zimanên Tirki, Erebî, Farisî, Frensî, Rûsî, Yûnanî, Almanî û Ingîlîzî dizanibû. Li gor fikra Celadetî, ew li encama muqayeseya gelek ziman û elfûbêyan gihiþt hindê ku elfabeya Latînî dikaribû berî li nivîsîna Kurdî vebike. Ji xwe ew ji sala 1919ê ve xwedî vê baweriyê bû û li Almanyayê li ser etîmolojiyê jî xebitîbû.

Helbet, ji bo pêkanîna raman û îdealên xwe kovarek ji wî ra lazim bû. Li sala 1931ê ji dewleta Fransî destûr girt ku li Sûriyê kovarekê derbixe.

Piþtî amadekariyan, li 15ê Gulana 1932ê hejmara yekê ya Hawarê gihand xwendevanan. Armanca Mîr Celadet ewe bu ku alfebeya Kurdî latînî bi vê kovarê li seranserê Kurdistanê belav bike. Mîr Celadet li kovara Hawarê de jî diyar kiriye ku ji bo yekxistina alfabeya kurdî çendîn name ji bo Tewfîq Wehbî nivîsandine, lê mixabin tu bersîv wernegirtiye. Ji ber wê yekê jî li kovara Hawarê de dest bi nivîsandina zaravayê Soranî (latînî) kiriye.

Her li wê salê kitêba xwe ya gramerê a bi navê Rêzimana Elfabê ya Kurdî çap kir.

Celadet Bedirxan li Þamê di rewþeka nebaþ da dijiya. Kemalistan li Tirkiyê dest dabû ser hemî mal û mulkê malbata wan. Celadet ji ber sedemên aborî mecbûr ma ku mamostetiya zimanê Fransî û parêzeriyê bike.

Ew li kolana Salihiye di odeyekê da dima. Ev ode navenda Hawarê, mêvanxane û cihê razanê jî bû. Çavên wî li bendê bûn ku careka din derfetekê bibîne ku bikare biçe Kurdistanê. Lê piþtî ku serhildana Malbata Eliyê Yûnis jî hate tefandin, wî fahmkir ku di paþeroja nêz da ew derfet çênabe.

Ji bo vê yekê wî biryara zewacê girt û li sala 1935ê li Þamê bi dotmama xwe Rewþen Xanimê ra zewicî. Rewþen xanimê wê demê mamosteyî dikir.

Di zewaca wan da bi navên Cemþîd û Sînemxan du zarokên wan çêbûn. Her wiha, kurekê wan bi navê Safter jî hîn di yeksaliya xwe da miribû. Keça Rewþenxanê ya ji þûyê (mêrê) wê yê yekê bi navê Useyma bû li ba wan dima. Ji zarokên Celadet, Cemþîd li Almanyayê doktorî xwend û li sala 1999ê çû ser dilovaniya xwe. Ji Cemþîd kurek û keçek bi navên Kurd û Evîn hene. Kurd li Almanyayê doktorî qedandiye û niha jî li wir karê xwe didomîne. Evîn jî çalakvaneka civakiye û ew jî niha li Almanyayê dijî.

Her wiha, keça wan Sînemxan niha tevî malbata xwe li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dijî. Sînemxan li gel nivîskar û endezyarê neftê Salah Sadallah(Nivîskarekî Kurde û nêzîkî 25 berhemên wî hene) jiyana hevjîniyê pêkaniye û wê jî du zarokên bi Navê Dilnaz û Azad heye. Dilnaz li Zanîngeha Sorbuna Fransa beþa wergeriyê qedandiye û niha jî li gel zarokên xwe (Ciwan, Mîro, Alan) li Parîsê dijî.

Azad Endezyarê Elektrikêye û wî jî kurek bi navê Alan heye. Ew jî niha li Qatarê dijî. Sînemxan Bedirxan hewl dide hemû berhemên Bedirxaniyan kom bike û ji nû ve çap bike. Heta niha nêzîkî bîst û pênc berhemên Bedirxaniyan û berhemên hevjîna xwe Salah Sadallah çap kiriye. Niha bernameya wê ya herî girîng amadekirina Ansiklopediya Bedirxan e ku îsal 15.05.2011 li roja derxistina kovara Hawarê amadekariyên Ansîklopediya Bedirxan hate ragihandin. Armanca vê Ansîklopediyayê ewe ku hemû berhemên Bedirxaniyan li nav vê ansîklopediyayê kom bike û pêþkêþî xwendevanên Kurdî bike. Useyma jî niha tevî malbata xwe(sê keç Þîrîn, Nesrîn, Ruþen) li Beyruta Lubnanê dijîn. Bi destpêka Þerê Cîhanî zextên siyasiyên li ser rewþenbîrên Kurd li Sûriyê careka din destpêkir.

Dewleta Fransî di nav salên 1943ê û 46ê da bi zorê rûniþtina li Þamê li ser Celadet ferzkir. Qedexe bû ku ew ji Þamê derbikeve. Ev bi zorê rûniþtina li Þamê ji aliyê rejîma Sûriyê ve jî heta 1948ê hate domandin. Piþtî destpêka Þerê Cîhanî yê Duyê Celadet dest bi karên rojnamevaniyê kir û li sala 1942ê li Þamê Kovara Ronahî weþand.

Pênç hejmarên Ronahiyê yên pêþîn li ser nûçeyên Þerê cîhanî bûn. Di demên paþîn da jî êdi Ronahî kovareka xwerû Kurdî bû û bi nivîsên li ser ziman, wêje û çanda Kurd hatibû xemilandin. Piþtî ku li sala 1943ê Hawar hate rawestandin jî, Mîr Celadet giranî da ser Ronahiyê.

Hingê birayê wî, Kamûran, jî li Lubnanê kovareka Kurdî-Fransî bi navê Roja Nû derdixist. Serpêhatiya_kovara Ronahî jî heta sala 1945 ê ajot.

Mîr Celadet di jiyana xwe ya rewþenbîrî da ji bilî xebatên kovar derxistinê gelek kitêb jî nivîsîn. Her wiha, ji bilî kovarên ku wî derdixistin, di gelek kovarên Kurdî û yên zimanên din da jî nivîsiye. Ji ber tengasiyên aborî, Mîr Celadet li sala 1950ê li gundê Hecanê, ku nêzî Þamê bû, dest bi karê çandinê kir. Ji bo debara malbata xwe, ew mecbûr mabû karekî wiha bike.

Her çende gelek hevalên wî yên dewlemend hebûn û wan dixwest alîkariya wî bikin jî, wî alîkarî qebûl nedikir. Li Gundê Hecanê ji bo avdana pembûyê zeviyên ku diajot bîreka mezin kola. Di nameyên ku ji malbata xwe ra dinivisîne navê wê bîrê danîbû Bîra Qederê.

Mîr Celadet li 15'ê Tîrmeha sala 1951ê li gundê Hêcanê nêzîkî Þamê çû ser dilovaniya Xwedê û termê wî li kêleka bapîrê wî, Mîr Bedirxanî, li Goristana Mewlana Xalidê Nexþebendî li taxa Kurdan li Þamê hate veþartin.

Li van salên dawî de hinek nûçe derdikevin ku qaþo Celadet Bedirxan ji aliyê dezgehê hewalgiriya(îstîxbarata) dewleta Suriye ve hatiye kuþtin. Lê belê heta niha tu belgeyek di vî derbarî de tûneye û zarokên Mîr Celadet (Sînemxan û Useyma Bedirxan) jî di vî derbarî de didin zanîn ku ev nûçe bê bingehin û ji gote gotan pêkhatiye.

Berhem :

Elifba Kurdî
Rêzimana Kurdî
Rûpelên Elfabê
Ferhenga Kurdî
Rêzimana Elifbaya kurdî
Dîbaca nimêjên îzêdiyan

________________________________________________________________

Ya Kurdistan, Ya Neman !


___________________________________________________________________

Sonda Mirinê.

“Sonda me mirin e di riya te de welat.

Kefen kirasê me ye ferman lihem li hilat.
Hinc li me miriye ji bo me ma xebat.

Xwîna me hat firotin pê bikirin Kurdistan.

Em dîltiyê naxwazin ji me re rûmettire goristan.

Li ser tirba kuþtinê kal û pir digrîne.

Dil kezebê me giþkan tijî xwîn û birîn e.

Xort û law qîz û bûk hemû sond xwari ne.

Xwîna me hat firotin pê bikirin Kurdistan.

Em dîltiyê naxwazin ji me re rûmettire goristan.

Bi lorîka mirinê em hatin pêçandin.
Liyandin þûna þîr em bi xwînê mijandin.

Gazi werin xortno welat çû qedandin.

Xwîna me hat firotin pê bikirin Kurdistan.

Em dîltiyê naxwazin ji me re rûmetire goristan”.

Faîk Bucak

  • Faîk Bûcak, ne tenê siyasetmedar bû. Helbestvan jî bû. Di hemû helbestên xwe de bang li xort û keçên Kurd dikir. Hêviya wî xort bûn. Helbesta xwe ya navdar “Sonda Mirinê“ ji bo xorten ku canê xwe yê ezîz ji bo welat feda dikin, li zîndanan jiyana xwe ji dest didin nivîsandi bû.

  • Faîk Bûcak, dema ku helbestên xwe dinivîsand wê demê þert û îmkanên îro weke îro tune bûn. Mirov nikarîbû tiþtên nivîsandî bi xwe re bigerîne. Faîk Bûcak helbestên xwe êvarê bi dost û hevalên xwe didan jiberkirin û digot ”qîza xalê min, van helbestan baþ jiber bike, rojekê ku ez canê xwe ji dest bidim bela ev helbest wenda nebin. Berî þehadeta wî dostekî helbestên wî bi dengê wî di kasêtekê de tomar kiribûn.

    ________________________________________________________________

    JÝ BO KURDÝSTAN WER E XOYBUN Ê.

    Yarê bixun e sitranê dîlanê.
    Dilê min birîn e lê dilovanê.
    Min dil da te bejn zirava halanê.
    Hey endam bi vejînî wer e xoybun.

    Ji çîya û deþt nalin tê ax yarê.
    Boy te dilê min jan da birîndarê.
    Li warê me derman gulê baharê.
    Hey endam bi vejînî ver e xoybun.

    Mezra botan warê mîr û mîrekê.
    Mem got, em nevin çîroka dîrokê.
    Tarîya zîndan ronîk e jîrekê.
    Hey endam bi vejînî ver e xoybun.

    Kanê mezra botan xwazil bi berê.
    Mem çubu warê Zîna evîndarê.
    Fesadê wan bu sebebê kederê.
    Hey endam bi vejînî ver e xoybun.

    Sê Ehmed û Xecê çu ser zozanê.
    Wekê kevok bu li çîyay Sîpanê.
    Xezal xun berda ser bejn û fîstanê.
    Hey endam bi vejînî ver e xoybun.

    Zarok roda çu ji ber þîpa avê.
    Hilanîy e dengê þîna dêw bavê.
    Bîr anî Helepçê dil bu wek þevê.
    Hey endam bi vejînî ver e xoybun.

    Neyar hat boy qirkirina Dêsimê.
    Hovîtî kirin li Muþ û Amedê.
    Xun rijandin li Zîlan û Qoçgîrê.
    Hey endam bi vejînî ver e xoybun.

    Boy Kurdistan li ber gule baranê.
    Hunandîy e vejînî û xoybunê.
    Boy Partî Demokrat a Kurdistanê.
    Hey endam bi vejînî wer e xoybun.

    Alî Cahît Kiraç : Dema nivisandina helbestê, 25.11.2002

    ________________________________________________________________

    Ya Kurdistan, Ya Neman !


    ________________________________________________________________



    ________________________________________________________________

    Democratic Party of Kurdistan - Independence

    Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun

    P D K - XOYBUN





    Þêr Þêre, Çi Jine, Çi Mêre ! Ya Kurdistan, Ya Neman !


    ___________________________________________________________________
























    Kurdistanîyên Hêja :
  • Emê, bi avakirina Kurdistan a mezin, dagirkerên Kurdistan ê, ji ser axa Kurdistan ê, bavêjin der û dawî li Saltanat û Heytehola wan bînin. Emê, komarên wan, hilþînin û desthilatîyên wanên gemar, bikin tarîtî ya dîrokê...

    Xuþk û Bira yên Hêja !

  • Ji boy aþîtîya Cîhanê, hewceye em, dawî li þeþ devletên îro, -Tirkiye, 2-Îran, 3-Ýraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin, Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn tevê Nexþê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paþê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...

    Di vî pirojê da, Nexiþê Kurdistana mezin, digîhî je, Ewropa yê. Hewceye, her Kurdên, bi xîret û mêrxas, beþdarê, ramana, Kurdistan a mezin be.

  • Em hêvînin, partî û rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, li her pênc perçeyên Kurdistan ê rista ( sîstema ) Federe, pêk were. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, pêk bîne.

  • Em hêvînin, zaravayên Kurdî, Loranî, Goranî, Soranî, Kurmancî, Hewramî, Zazakî û hwd, di Kurdistanek Federe da xurt û geþ bive...

    Kurdistanîyên Hêja :

    Alî Cahît Kiraç : Kurdistanîyen hêja, werin, beþardarê PDK-XOYBUN ê bin, em, bi hevra, Kurdistana Mezin, avakin û ruhê Þêhîdên Kurdistanê, þad bikin...

    • Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun ê, bang li kevneþopên PDK ya 1965 ê û bang li kesên Kurdistanî dikim, beþdarê PDK-XOYBUN ê bin, em bi hevra, axa Kurdistana pîroz rizgar bikin...

    • Dubare, bang li kevneþopên PDK ya 1965 ê û li her kesên Welatparêz û Kurdistanî dikim, bi endamtî, beþardarê PDK - XOYBUN'ê bin, Partîya xwa ya PDK ê, xurt û zindî bikin. PDK - XOYBUN, berdewama PDK ya 1965'a ye û dixwaze, bi zindîbuna PDK ê ra, bi avakirina Kurdistana mezin, ruhê Þehîdên Kurdistan ê, þad bike...

    • Ez hêvîmim, partî û rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, li her perçe'yên (Herem'ên) Kurdistan ê, rista ( sîstema ) Federe, pêk were. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, pêk bîne.

    • Disa, hêvîmim, zaravayên Kurdî, Loranî, Goranî, Soranî, Kurmancî, Hewramî, Zazakî û hwd, di Kurdistanek Yekgirtî û Federe da, xurt û geþ, bive...

    • Ez amademe, bi welatên Emperyal ra, Peymanek pêk bînim... Di vî peymanê da, 200 sal, berjewendîya welatên Emperyal, hebe û Kurdistan jî, heta hetayê, azad be...

    • Eger, welaten Emperyal, ji bo avakirina, Kurdistana Mezin, alîkarî bide me, wê demê, emê jî, 200 sal, qezenca, ser-erd ê û bin-erd ê, Kurdistanê, ji % 50 yê, bidin wan, welatên hevkarên xwe û emê, 200 sal, Lula Neftê jî, ji wan, welatên hevkarên xwe ra, vekin... Emê, ji bo parastina Kurdistanê, ji Artêþa Kurdistanê ra, 80 Mîlyon, Dabançe, Tifing'ên herê Moderin, Rokêt'ên, Antî-Panzer û Fûze'yên, Antî-Tîyare û hwd, ji wan, welatên hevkarên xwe, bikirin...

    Birayê we : Alî Cahît Kiraç | Alî Cahît Kiraç | Alî Cahît Kiraç

    ___________________________________________________________________

    Kengê Kurdekî Were Kuþtin, Hun Jî Sê Zarokan Çêkin ! . .





  • Gelê Xuþk û birayên Kurd, neyarên Kurda û dagirkerên Kurdistanê bi sed salane, Bira, Bav, û Xuþkên me Kurda bi þiklên curbecur dikujin. Dibê em dev ji tolhildanê bernedin. Ango hewceye em mafên xwayê Tol Hildanê bikar bînin.

  • Gelê Xuþk û birayên Kurd, dema neyarên Kurda û dagirkerên Kurdistanê, Kurdekî kuþt, hun jî bi cengawerî tol hilanîn ( heyf hilanîn ) bigirin.

  • Gelê Xuþk û birayên Kurd, kengê Kurdekî bi destê neyarên netewa Kurd were kuþtin, hun jî, di þuna wî kesê þehîd da, sê zarokan çêkin !...

  • Gelê Xuþk û birayên Kurd, dema hun nu dizewicin, an cêvî an jî sêber zarok bînin dinê !...

  • Gelê birayên Kurdên li Kurdistan ê û Kurdên li seranserê Cîhanê, hetanê sala 2113 yê, ango hetanê sed salê kî, bi kêmasî, sê an jî çar Jin bînin, ango sê caran an jî çar caran bizewicin, bila jimara Kurda, li Kurdistanê û li seranserê cîhanê, zêde be. Dakû em, bikaribin, li hemberê dagirkerên Kurdistan ê, xwe biparezin û em li hemberê Teknolojî ya îro wenda nebin !...

    Birayê we : Alî Cahît Kiraç | Alî Cahît Kiraç | Alî Cahît Kiraç

    ___________________________________________________________________



    ________________________________________________________________




    Sonda Mirinê

    “Sonda me mirin e di riya te de welat.

    Kefen kirasê me ye ferman lihem li hilat.
    Hinc li me miriye ji bo me ma xebat.

    Xwîna me hat firotin pê bikirin Kurdistan.

    Em dîltiyê naxwazin ji me re rûmettire goristan.

    Li ser tirba kuþtinê kal û pir digrîne.

    Dil kezebê me giþkan tijî xwîn û birîn e.

    Xort û law qîz û bûk hemû sond xwari ne.

    Xwîna me hat firotin pê bikirin Kurdistan.

    Em dîltiyê naxwazin ji me re rûmettire goristan.

    Bi lorîka mirinê em hatin pêçandin.
    Liyandin þûna þîr em bi xwînê mijandin.

    Gazi werin xortno welat çû qedandin.

    Xwîna me hat firotin pê bikirin Kurdistan.

    Em dîltiyê naxwazin ji me re rûmetire goristan”.

    Faîk Bûcak


    ________________________________________________________________


    Mirin !

    Mirin tim, tim bi dore.
    Dagirker hat bi zore.
    Xortên Kurda pispore.
    Ma dîrok, ne bi dore. ?

    Dayê Cawpêç bidure.
    Xort mirine, bi dore.
    Þehîdên me, bi gore.
    Xortê Goran û Lore.

    Xuna me Kurda sore.
    Ne Çar Mixe, li jore.
    Mirine kî çi zore.
    Bêjin ev çi bandore.

    Dujminê hov, çav sore.
    Xortên me, pizotê sore.
    Çuriskên Newroz sore.
    Ger Kurd rabe, çav sore.

    Kurmancê jêr û jore.
    Reþ, çur, kej û por sore.
    Bira bi min, ne þore.
    Bê xîretî pir zore.

    Alî Cahît Kiraç : 04. 09. 2006


    ________________________________________________________________

    Dayika Gorî..., Roja Te Pîroz Be...

    Ey Þehîdên, Lor û Gorî.
    Hewram, Kurmanc û Soranî.
    Lorî, lorî, Berxo lorî.
    Dayika Kurdistan, gorî.

    Dayik divê û digîrî.
    Ey Þoreþgero, ez gorî.
    Tu, ji Kurdistanê durî.
    Lê, ji Çavên min, ne durî...

    Barî, bari, Kimya barî.
    Kolanen me, tijî mirî.
    Hêsirên Dayikan barî.
    Ji bo, bi hezaran mirî...

    Daykên, Erebên Gemar'î.
    Gengeþîyên Þîî, Sunî.
    Tim û tim, bimîne zindî.
    Biruskên we, li webe, ebedî...

    Dayikên, keftorên Romî.
    Zarokên we, Sêpî danî.
    Dawîya, Zanyarên me, anî.
    Me, Liqên Pêþmerge, danî...

    Li Amed, Dêrsim, Qoçgirî.
    Li ser Kurda, Gûle barî.
    Me kuþtin, parî û parî.
    Þervanên me, tol hilanî...

    Kurd, hiþar bune, Ez-benî.
    Þervan þand, Çîya û banî.
    Dayikên me, Cêwîyan anî.
    Civakê, Dîlanan danî...

    Alî Cahît Kiraç : 11.05.2013

    Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun

    P D K - XOYBUN


    ________________________________________________________________



    JÝ BO KURDÝSTAN WER E XOYBUN Ê !

    Yarê bixun e sitranê dîlanê.
    Dilê min birîn e lê dilovanê.
    Min dil da te bejn zirava halanê.
    Hey endam bi vejînî wer e xoybun.

    Ji çîya û deþt nalin tê ax yarê.
    Boy te dilê min jan da birîndarê.
    Li warê me derman gulê baharê.
    Hey endam bi vejînî ver e xoybun.

    Mezra botan warê mîr û mîrekê.
    Mem got, em nevin çîroka dîrokê.
    Tarîya zîndan ronîk e jîrekê.
    Hey endam bi vejînî ver e xoybun.

    Kanê mezra botan xwazil bi berê.
    Mem çubu warê Zîna evîndarê.
    Fesadê wan bu sebebê kederê.
    Hey endam bi vejînî ver e xoybun.

    Sê Ehmed û Xecê çu ser zozanê.
    Wekê kevok bu li çîyay Sîpanê.
    Xezal xun berda ser bejn û fîstanê.
    Hey endam bi vejînî ver e xoybun.

    Zarok roda çu ji ber þîpa avê.
    Hilanîy e dengê þîna dêw bavê.
    Bîr anî Helepçê dil bu wek þevê.
    Hey endam bi vejînî ver e xoybun.

    Neyar hat boy qirkirina Dêrsim ê.
    Hovîtî kirin li Muþ û Amed ê.
    Xun rijandin li Zîlan û Qoçgîr ê.
    Hey endam bi vejînî ver e xoybun.

    Boy Kurdistan li ber gule baran ê .
    Hunandîy e vejînî û xoybun ê.
    Boy Partî Demokrat a Kurdistan ê.
    Hey endam bi vejînî wer e xoybun.

    Alî Cahît Kiraç : 25. 11. 2002
    ________________________________________________________________



    Bi Sonda Mîran Be, Naguhurim û Nazivirim...

    Bi Gurzê, Rustemê-Zal kim.
    Bi Rimên, Mîrên Kurda kim.
    Bi Þurê, Bav û Kalan kim.
    Naguhurim, nazivirim...

    Bi Agirê, Newrozê kim.
    Bi Axa, Kurdistanê kim.
    Bi Av, Hîvê û Rojê kim.
    Naguhurim, nazivirim...

    Bi bawerya Kurdistan'ê kim.
    Bi wî Melekê Tawiz kim.
    Bi Ola Êzidatî kim.
    Naguhurim, nazivirim...

    Bi Kurd û Kurdistan'ê kim.
    Bi Rêbazya Barzanî kim.
    Bi Ola, Zerdeþtê-Kal kim.
    Naguhurim, nazivirim...

    Bi serê Keyên Kurda kim.
    Bi wî Kaway Hesînger kim.
    Bi Qewlên Mizeba-Reþ kim.
    Naguhurim, nazivirim...

    Bi serê Bira û Bav kim.
    Bi serê Kur û Birarzî kim.
    Tekoþeryê ji bîr nakim.
    Naguhurim, nazivirim...

    Canê Þirîn feda dikim.
    Xoybun dîyarê Kurda dikim.
    Bi Kurda ra Peyman dikim.
    Naguhurim, nazivirim...

    Alî Cahît Kiraç : 15.06.2013
    ________________________________________________________________

    Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun

    P D K - XOYBUN


    Hun, bi xêr hatin.
















    | | |

    Alî Cahît Kiraç | Alî Cahît Kiraç | Alî Cahît Kiraç | Alî Cahît Kiraç


    Têkilî - E-Mail : alicahitkirac@yahoo.de & mirezdin@hotmail.com

    Têkilî - Tel. : 0049 - 160 980 565 70



































    PDK Slide Show 9 : http://www.pdk-xoybun.com/images/alicahitkirac_pdk.htm

    PDK Slide Show 10 : http://www.pdk-xoybun.com/images/xoybun12.html




    Ji Raya Giþtî Re, Agahdarî ! Di salên 1980 da Hîzbul–Kontra ( Beþa Yekemîn )


    ________________________________________________________________



    Vet. Dr. Nurî Dersimî - Ey Civanê Kurd ! ( Ey Kürt Gençliði ) Ji Denge Wî Gohdarî Bikin :




    ________________________________________________________________

    Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun


    | | |

    PDK - XOYBUN | PDK - XOYBUN | PDK - XOYBUN | PDK - XOYBUN


    www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê.



    ________________________________________________________________



    Þêr Þêre, Çi Jine, Çi Mêre ! Ya Kurdistan, Ya Neman !



    Þêr Þêre, Çi Jine, Çi Mêre ! Ya Kurdistan, Ya Neman !

    ___________________________________________________________________


    Teorî û Proje ya Kurdistana Mezin !



    ___________________________________________________________________


    PDK – XOYBUN, bang li welatên cîhane dike û dibêje, ji boy avakirina Kurdistana Mezin, piþgirî bidin Partîyên Kurda, Fîrme û Fabrîqe' yên xwa yên curbecur, bînin Kurdistan ê !




    Wêne' yên Bajaren Kurdistana Mezin !





    Kurdistanî yên Hêja !

    Hezar salê, Dagirkerên Kurdistan ê, Bav û Kalê me, bi þiklên Curbe-cur kuþtine. Dema em, Kurdistana mezin, çê nekin, ewên hîna, Hezar salên din jî, me û Zarokên me, bi þiklên Curbe-cur, bikujin. Divê em, dawî li þeþ devletên îro, ''1-Tirkiye, 2-Îran, 3-Ýraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn, tevê Nexþê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paþê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...



    Alî Cahît Kiraç : Büyük Kurdistan Projesini, Amerika, Britanya, Rusya, Israil ve Avrupa Devletlerine Sunuyorum.

    ___________________________________________________________________

    Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun













    Ewê, di pêþerojê da, li dora sinorê, Kurdistana Mezin, 1500 + 500 = 2000 Miqerên Arteþî, bên çêkirin...



    Kurdistan Welatê Kurda ye ! Kerkûk Dilê Kurdistanê ye !





    Bimire Dagirkerî ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !



    Piroje ya Kurdistan a Mezin ! Groß Kurdistan Projekt !


    http://www.pdk-xoybun.com & http://www.xoybun.com
    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map ) - 1


    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map ) - 2



    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map ) - 3



    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map ) - 4



    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map ) - 5



    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map ) - 6



    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map ) - 7



    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map ) - 8

    ___________________________________________________________________

    Ya Kurdistan, Ya Neman !




















    Her Bijî, Kurd û Kurdistan.















    Ey Netewa Kurd, Li Dijê Jenosîda ( Tevkujîna ) Kurd, Amadeyêceng ( Seferbebin ) Bin ! Ey Kurd Ulusu, Kurd Jenosîdîne ( Soykirimina ) Karþi, Top Yekûn Savunma ya Gêçîn !
    ___________________________________________________________________

    Ger Amerîka, Birîtan ya û dewletên Ewropa yê, alîkarî bidin me, emê dagirkeran ji ser ax' a Kurdistanê bavêjin der, wê demê, emê 200 sal, Lula neftê, ji wanra vekin ...

    Ya Kurdistan, Ya Neman !









  • Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

    Bo ev nûçe navnîþan:
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=8132