ÞÊRÊ ÇîYAY BîNGOLÊ

Got yara min wekê gul e.
Ala Kurd´a li ser mil e.
Yarê her tim bi qimil e.
Ê dil day e yarê kanê.

Hur, hur sitrand li ser dil e.
Gulî hunand wek bilbil e.
Wek ser agir di qijil e.
Ê dil day e yarê kanê.

Zêr li hustu wek zengil e.
Ji wêda hat bi hingil e.
Wekê delgîstê bi dil e.
Ê dil day e yarê kanê.

Bîngol bi xîç û xirxil e.
Ji Þengalê hat di kul e.
Kezeva yarê bi kul e.
Ê dil day e yarê kanê.

Ew gulîstan xwaþ sorgul e.
Urmîye bi çem û gol e.
Xort þêrê çîyay bingol e.
Ê dil day e yarê kanê.



Ali Cahit Kýraç

alicahitkirac@yahoo.de


21.11.02


















Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=23