Ajotina otombêlan.. Bandora wê bo ser dilî‌


Ajotina otombêlan.. Bandora wê bo ser dilî

Gelek xelk otombêl hene, û gelek ji wana pir lez diajon bê ku hizira xwe bikin, li dema ajotinê xwe bi tiþtên nav otombêlê ve mijûl dikin û li ser daþbûlê û berîka dergey û çekmece û yan radîo misecelê. Ber ra gêrî jî diguherînin li filkeyan dizivirin û yan li gel neferên di otombêlê de di kevin gengeþiyê û ... Htd. Bi rastî evana hemî eger bi awayekê baþ lêkolîn li ser bên kirin, em dibînin bi timamî mêjiyê mirovî têxin nava karî û mujul dikin, çunkî hemû ew kesên ku þufêrin vê yekê li berçav digirin ku her demekê bê hiþiyê yan xemsariyê jiyana wan têxe metirsiyê û yan jî çend heftiyekê li pey tenekeçiyê digere daku otombêla xwe çêket ji bilî wê yekî ku eger berîk jî çi têda nebû wê demê‌bêtir zehmet dibe. Di encama wan rastiyande her Ajo ( Ajoker - þufêrek ) berdewam mêjîê wî yan wê ji layê ajotinê ye û þufêrî mandî diket bi taybet eger sîstema hatin û çunê xirap nebe.

Piþtî gelek lêkolînên zanstî hate dîtin ku hindî þufêrên herî baþ jî û di sîstema herî baþ û rêk û pêk de otombêlê biajon, dê her mêjîên wan mjuîl û mandî bin û dê guherîn di dilê wan de çêbe û pir caran lêdana dilî ya zor û nexþeya dilî pir guherînan nîþan dide, anku eger ew mirov nexweþi ya dilî hebe û sîstema hatin û çunê ne bi dilîê wî be û ji nû fêrî ajotina otombêlê bibe û carna tuþî serpêçiyê û ajotina xirap bibe dê hindî din bandor hebe li ser dilî û dil dê nerehet be û nedûre tuþî zebheya dilî û bêhin kurtiyê be, û herwesa karesatên niþkî yên nexoþ mîna wergeriyanê û da'mê çêdibe bi awayekê lezgîn dilî rawestîne û tuþî celteya dilî be.

Doktor dibêjn ewa ku vê yekê giran dike derketina nîþana nedrustiya kar kirna diliye li dema karesatê hindî din seruberê þufêrî têxe nav nexoþiyan û weha dike ku nikare zal be bi ser wê seruberê de û xwe rizgar bike. Û pir caran hatiye bihîstin ku li dema ajotinê hinek kes tuþî rawestana dilî û celtê bune û wergeriyaîne yan da'm kirne û mal û zarîoên wan jinav çune.

Herweha doktor dibêjn ji bo ku mirov dur be ji wan metirsiyan, ya herî baþ ewe ku pêgîrê van xalan bin :

1 - Her kesek zebheya singî yan dilî heye li dema ajotina otombêlê de tuþî azara wê nexweþi yê buye, pêwîste rabiweste û bêhna xwe bide heta bi timamî çêdib.

2 - Ewên ku dilên wana nexweþ û mandîne pêwîste otombêlê ne ajon.

3 - Her kesek nihiþ be yan hiþê wî yan wê serda biçe pêwîste otombêlê ne ajot.

29. 08. 2006

Fethî Gezneyî

Fgezneyi@yahoo.com

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=304