Mihemedê Seîd Axa Deqorî Lehengê Sînema Amûd'ê


Mihemedê Seîd Axa Deqorî Lehengê Sînema Amûd'ê


Wek ku diyare di roja 13. 11. 2006 an de, 46 sal di ser þewata sînema ( Azadî ) re li Amûdê derbas dibin. Ew sînemeya ku di roja 13. 11. 1960 î de, 280 zarokên kurdan têde hatin þewitandin û ku ku îsal 78 sal di ser roja jidaykbûna lehengê wê sînemê re, Mihemedê Seîd Axayê Deqorî re dibuhire.

Bi vê helkeftinê, pêwîste ku em wî bibîr bînin, çiko mirov nikare li dor bûyera sînemê raweste bê ku navê lehengê wê Mihemedê Seîd Axa ( Bavê Fehed ) ji bîr bike .

Ew di sala 1928 an de li Amûdê ji dayka xwe re çêbûye. Di eynê salê de, sînor bi rengekî fermî di navbera Serxetê û Binxetê de hatiye danîn, û fransîzan Cizîr bi tevayî dagir kirine. Di sala 1937 an de Amûdê bi firokên Fransîzan hatiye þewitandin û bavê wî Seîd Axa ji Amûdê revyaye, xwe li çiyayê Þingalê girtiye û xelkên Amûdê derbiderî mane...ji wê hingê ve ji Amûdê re tê gotin ( Amûda Þewitî ) an Amûda Bavê Mihemed ..

Mihemed biçûkaniya xwe li Amûdê wek ya tevî xelkên wê derbaskiriye, û çîroka evîndariya wî bi ciwneke Kurd re, bûye perçak ji folklorê kurdî ..

Di roja 13.11.1960 î de, ango ji berî 46 salan ve, li çayxaneyeke Amûdê rûniþtî bû, jêre gotin: Agir bi sînema Azadî ( ya ku tekane sîneme bû li Amûdê ) ketiye ..Hingê ji cihê xwe çem bû û berê xwe da sînema malwêran, êrîþî nav rivîna agirê sînemê kir û zarok derxistin...hina jêre got:Va kurê te Fehed ji sînemê derketiye, tiþtek pê nehatiye...

Wî li wan vegerand û got : Tev zarokên min in.... û bê hedan, zarok ji nav rivîna agirê dojeha sînemê rizgar kirin... ta ku stûnek agirî bi serde hat xwarê û canê wî jî tevî canê wan 280 zarokên kurdan çû buhiþta rengin..Hêjayî gotinê ye ku Fehed kurê wî yê tekane ye.

Rehmeta Xwedê li canê wî û canê tev þehîdên Kurdistanê bibare.

Qamiþlo, 03. 10. 2006

Konê Reþ

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=315