Desturê baþurê Kurdistan ( Beþê duyem)


Desturê baþurê Kurdistan ( Beþê duyem) - Deriyê yekem. Bingehên serekî

Maddeya yekem : Herêma Kurdistanê, herêmeke federale di dewleta Îraqê de, ku sîstemê siyasî yê wê komarî û perlementoyî û demokirasiye piþt bi bingeha tev alî ya siyasî û lihevguherîna destelatî bi awayekê aþitî û bingeha lihev cudakirina destelatan girê dide.

Maddeya duyem :
Yekem : Kurdistana baþûr ji parêzgeha Duho, ligel sinurê kargêrî ya niha ya wê û sinurê kargêrî ya sala 1968 an ya parêzgehên Kerkuk û Suleymanî û Hewlêr û qezayên Akirê û Þêxan û Þengal û Telafer û Telkêf û Qereqoþ û nahiya Zummar û Baþîqe û Askî Kelek, li parêzgeha Neynawa û herdu qezayên Xaneqîn û Mendelî, li parêzgeha Diyale û qezayê Bedire û nahiya Cessan li parêzgeha Wasît ligel sinurê kargêriya sala 1968 an pêk tên.

Duyem : Ji bo diyar kirina sinurê kargêrî ya herêma Kurdistanê, piþt bi maddeya 140 ê ya desturê federalî girêdide.

Sêyem : Xelkên ku ji wan deverên ku ji herêma Kurdistanê hatine veqetandin, dema ligor hukimê maddeya 140 ê ya desturê federalî hat vegerandin bow ê, wê demê mêna hemû xelkên Kurdistanê dê sudmend bibin bi wek heviyê ji wan maf û erk û wan bi destve hatiyên ku di wê desturê de hetiye nivîsandin.

Maddeya sêyem :
Nabe herêmeke nû di nava sinurê herêma Kurdistanê bê çêkirin.

Maddeya çarem :
Yekem : Gel çavkaniyên destelatêlatan in û bingeha rewatiyê ne û bi riya dezgehên desturî yên wê wana bicî dike, desturê herêma Kurdistanê û yasayên wê, serwertir ûbilindtir ji wan yasayên ku ji aliyê hikumeta Îraqê ve tên derkirin, ji bilî wan warên ku tatbetin bi destelata hikumeta Îraqê ku di maddeya 110 ya desturê komarî ya Îraqa federal de hatiye diyar kirin.

Duyem : Dema yasayên herêma Kurdistanê ligel yasayên din lihev nekirin, dive ji aliyê perlementoyê ne hatibe hilweþamdin, ne hatibe çêkirin, yan jî ji aliyê dadgeha desturî ve ne hatibe pûç kirin.

Maddeya pêncem :
Perlementoya Kurdistanê dikare her yasayeka komara Îraqa federal, û di destelatên diya kirî yên Maddeya 110 ya desturê federal de nebin, bêxe nava karî, eger ew yasa di berjewendiya gelê Kurdistanê de be, ev yek jî bi yasayî tê çêkirin.

Maddeya þeþem :
Yekem : Gelê Kurdistana baþûr ji Kurd û netewên din mîna Tukimen û Kildan û Aþûrî û Ermen û Ereb pêkhatiye, ji ewên ligorî yasayî welatiyên heremê ne.

Duyem : Destelatên herêmê dikarin mafê welatî bunê li herêmê ligor yasayî çêbikin.

Maddeya heftem :
Ev desture têkest liser nasnama musulmanetiya piraniya gelê Kurdistanê dike û bingehên þerîyeta îslamê yeke ji çafkaniyên serekî yên yasa dananê, herweha tim olên mesîhî û yezîdî û yên din ji azadiya baweriyê û bicî anîna olan bi dest ve têne.

Maddeya heþtem :
Gelê Kurdistana baþûr mafê diyar kirin û biryar dana çarenivîsa xwe heye.

Ligor wê mafê jî azade liser diyar kirina bingeha siyasî û bi destve anîna pêþde çûna aburî û civakî û rewþenbiya xwe, yekgirtin bi awayekî azad ligel Îraqê bi gel û ax û serweriyê re hibijartiye, ev yek jî hatiye girêdan bi desturê federalî û sîstemê federalî û perlementoyî û demokiratî û tev alî û rêz girtin li mafên mirovî bi ket û komê wê ve, û herweha dikare cardin çav bi vê hilbijartina xwe pêde bigêrîne bo diyar kirina pêþerojê û bingeha siyasî ya xwe di van warên ku li xuwarê hetine :

Yekem : Bin pêkirina þikomendiya desturê federalî, ku mîma poþmaniyekê bê zanîn liser pêgîrbunê bi sîstemê federalî, yan bingehên desturî li demokirasî û mafên ket û koma mirovan.

Duyem : Bikaranîna siyasetên cuda cdua yên regezî û guherîna ware demogirafiya Kurdistanê, yan kar kirin ji bo hêlana þûnwar û encamên berê yên vê siyasetê, kubi poþman bunê ji wê pêgîriya desturî di Maddeya 140 ya desturê federalî de hetiye, bê danan.

Maddeya noyem :

Mafeka bingehî û desturî ya herêmê ye :

Yekem : Wergirtina bîr û baweriya herêmê, beriya mohir kirina her girê best û rêkeftinek yên navbera hikumeta federalî û her dewletek yan aliyek a biyanî ku girêday be rewþ yan mafên herêma Kurdistanê ku niha heye, yan jî di pêþerojê de dibe.

Duyem : Herên dikare li sinurê destelata xwe de bo wan yasayên ku ji derve ya destelatên diyar kirî yên hikumeta federalî ne, ligel hikumetên herêmên dewletên biyanî rêkeftinnameyan mohir bike.

Sêyem : Herêm dikare li sinurê destelata wan yasayên ku ji derveya destelatên diyar kirî yên hikumeta federalî ne, bi razî buna hikumeta federalî girêbestên rêkeftinnameyan mohir bike, ku nabe ew jî bê behaneya yasayî ya piþrast razî nebe.

Maddeya deyem :

Mafeka desturî û bingehî ya herême ye ku :

Yekem : Beþeka dadperwerî ji dahatên federalî hebe, ku bingeha hevmilî û rêjeya akinciyan û li ber çav kirina serhatiyên Kurdistanê liser þewitandin û herifandin û bê beþ buna gelê wê ji mafên xwe di berdewamiya rijîmên destelatdar yên pêþde.

Duyem : Hevbeþî kirina wê di post û fermandariyên federalî bi awayekê hevmil û rêjeyî.

Sêyem : Pileyên fermandarî yên federalî li herêma Kurdistanê bi welatiyên herêmê bê sipartêin.

Maddeya yazdeyem :
Bajarê Hewlêrê paytexta Kurdistana baþûre, perlemento jî dikare bajareka din ya herêmê bike paytexit.

Maddeya diwazdeyem :

Yekem : Herêma Kurdistanê alayek a taybet bi xwe heye û ligel ala ya komara Îraqa federal tê bilind kirin û diruþim û sirudên xwe heye û cejina netewatiya wê Newroz e û ev yek jî bi yasayekê tê rêxistin.

Duyem : Ala Kurdistanê ji sor û sipî û kesik pêkhatiye û rojeka zer ya 21 tîroþkî di navenda wê deye.

Sêyem : Sembol û nîþan û bêhin vedanên fermî, ligor yasayî tê rêxistin.

Maddeya sêzdeyem :
Herêma Kurdistanê, hêzeka berevan ya pêþmergehî heye, ji bo parastina herêmê, pêkhatî û erk û kar û fermanên wê bi yasayî tê rêxistin, û nabe mîlîþiyayên çekdarî, ji derveya kembera yasay, bê pêkanîn.

Maddeya çardeyek :
Yekem : Kurdî û Erebî, du zimanên fermî ne li herêmê, û ev desture mafên welatiyên herêmê liser fêrkirina neviyên xwe bi zimanê daykê, mîna Turikmenî û Siriyanî û Ermenî di dezgehên hikumî yên xwendinê de diyar dike, ligor hevkariyên perwerdeyî.

Duyem : Ligel zimanê Kurdî û Erebî, zimanê Turkimenî û Siriyanî, du zimanên fermîne di wan yekîneyên kargêrî yên ku ewên ku pê di axêvin piraniya akinciyên wan pêktînin, ev yek jî bi yasayî tê rêxistin.

Sêyem : Ji bo diyar kirina zimanê fermî, eger warê yasayî ji bo bikaranîna wê li herêmê di rojevê de bu, dê piþt bi Maddeya 4 ya desturê federalî girê dide.

Maddeya pazdeyem :
Herêma Kurdistanê piþt bi sîstemê aburî yê azad girê dide û rê bi pawan kirina kesî û bin pêkirinê nade û berîkanê ya azad jî tê diyar kirin.

Maddeya þazdeyem :
Hikumeta herêmê liser bingehên aburî yên sedem, çaksaziya aburî ya herêmê têxe ser mile xwe ji bona zindî kirina aburiya welatî û pêþde birin û handana berhem anînê li hemû kertên cuda cuda, eve jî ligor yasayî tê rêxistin.

Maddeya hevdeyem :
Yekem : Samana giþtî li herêmê mulkê gelê Kurdistane û hukimên taybet bi parastin û rêvebirina wê û mercên reftar liser kirinê û wê sinura ku diþiyan deye dest ji beþekê wê berde, bi yasayî tê rêxistin.

Duyem : Smanên xwezayî û avên ser erdî û bin erdî û madenên kun e hetine deranîn û kaniyên deranîna ber û madenê, samaneka netewî ne bo herêmê û deranîn û rêvebirin û þertên reftar liser kirina wana bi yasayî tê rêxistin ku berjewendiya neviyên niha û pêþerojê biparêze.

13. 10. 2006

Fethî Gezneyî

Fgezneyî@yahoo.com

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=318