Desturê baþurê Kurdistan ( Beþê Pêncem )

Beþê çarem :

Erik :

Maddeya hefta û duyem : Berevanî kirin li nîþtiman û selametiya axa wê û parastina dezgehên desturiyên wê û parêzgarî li yekîtiya nîþtiman û pêgîr bun bi hurmetên wê yên nimuneyî yên xebata gelî Kurdistanê ji bona azadî û demokirasiyê, erkekê pîroze li ser mile welatiyan.

Maddeya hefta û sêyemîn :
Pêgîr bun bi destur û yasayan û berçav kirina sîstemê giþtî, erkeke li ser mile her welatiyekê herêmê ye.

Maddeya hefta û çaremîn :
Rêz lêgirtin û bilind ragirtina simbolên tevgera azadî xuwaza Kurd û þoreþ û þehîdên wê û parastina hurmeta kes û karên wan û pêþmergehên Kevin û kesên xebatkar û kesên beþdar buyên ku têde beþdarin, erkekê pîroze li ser welatiyan û hikumeta herêma Kurdistanê.

Maddeya hefta û pêncem :
Li ser her welatiyekê pêwîste mulkê giþtî û sama giþtî biparêze, rêzê bo mafê mulkî yên kesên din jî dane.

Maddeya hefta û þeþm :
Divê her kes arîkariya mezêxa giþtî bike bi riya wan bac û formên ku li ser wê/wî hene ligor yasayî.

Maddeya hefta û heft :
Divê ew kesê ku postek a fermî yan fermanberiyeke giþtî têxe ser mile xwe, erkên wê bicî bîne bi reftarên bilind û dest paqijî û bi rêz û hurmet.

Deriyê sêyem

Destelatên herêma Kurdistanê :
color=green> Maddeya heftê û heþt :
Destelatên herêma Kurdistanê pêk hatine ji :
Yekem : Destelata yasa dananê ( perlementoya Kurdistan ).
Duyem : Destelata bicî anînê.
Sêyem : Destelata dadweriyê.
Yekem : Destelata yasa dananê ( perlementoya Kurdistan )

Maddeya hefta û noyem :
Perlementoya Kurdistanê destelatê wê yasa danîne li herêmê û jêderê biryar danê ye liser dozen çarenivîssaz yên gelê herêma Kurdistanê, endamên wê nunerên gel in û bi deng danek a giþtî û azad û nepenî û rasterast tên hilbijartin.

Maddeya heþtêyem:
Yekem : Awayê hilbijartina endamên perlementoya Kurdisktanê û çawaniya encam dana wê û diyar kirina dema wê û çendahiya nûneratiyê dêi perlementoyê de û þertên dengderan û endaman ligor yasayî tê diyar kirin.
Duyem : Di pêkhatiya perlementoyê de bi awayekê wekhevî bo netewên herêm Kurdistanê tê berçav kirin.
Sêyem : Endamê perlementoyê nûnerê gelê Kurdistana baûre, bi hemû pêkhatiyên netewî û siyasî û olî ve bê berçav kirina xwe bo xweyî yan devera hilbijartinê.

Maddeya heþtê û yekem:
Yekem : Xula hilbijartina perlementoyê çar sale û di roja yekem ya civîna wê dê dest pê bike.
Duyem : Li heyama 12 rojan piþtî ragehandina encamên dawiya hilbijartinan, li ser daxuwaza serokê herêmê, perlemento civînê pêktîne, eger daxuwaz hat kirin ku bicive, wê demê li demjimê 12:00 ê nîviro ya piþtî wê demê, ew bi xwe dicive.

Maddeya heþtê û duyemîn :
Perlemento yekem runþtina xwe dê bi serokatiya endamê herî bi temen, mezin pêktîne û bi dendana nihênî, serok û cêgirê serok û sekiretêrê giþtî tê hilbijartin.

Maddeya heþtê û sêyemîn :
Endamê perlementoyê beriya ku dest bikarê xwe bike, vê sundaku li xuwarê hatiye diyar kirin, dixwet :
( sund bi xuwedê yê mezin dixom ku berjewendiya gelê Kurdistanê yekîtî û hurmeta wê û maf û azadiyên welatiyan biparêzim û erkêendametiyê bi awayekî rast û bi dilsojî bi cîbînim ).

Maddeya heþtê û çaremîn :
Endamê perlementoyê li roja sund xuwardina desturî pêde fi kesekî tê hijmartin ku dest ji karê xuweyê fermanberî vekêþaye, û piþtî bi dawî buna demê endametiya wî/ê li perlemento yê, mafê vegeriyanê heye bo ser karê xwe yan karekî nêzîk ji karê caran ya wî/ê û demê endameiya wî / ê di perlementoyê de bo armanca zêde buna muçe ç piledarî û bilnd kirin û teqawîtî, tê hijmartin.

Maddeya heþtê û pêncemîn :
Nabe endametiya perlementoya Kurdistanê û endametî di perlementoya federal yan di civatên xwecihî, yan bajarvaniyan, yan fermanberêtî ya giþtî bên civandin.

Maddeya heþtê û þeþem :
Perlemento di nava salekê de du civînên çar mehî li dar dixe û rêbaza navxweyî ya çawaniya wê li dar xistinê diyar dike û civîn budiceya giþtî têde têxin ber çavan, heya ku pesend neke bi dawî nabe.

Maddeya heþtê û heftemîn :
Çêdibe ku girêdana civîna perlementoyê li ser daxuwaza serokê herêmê, yan serokê civata nûneran yan ( 25 ) ji endamên perlementoyê bo heyamekê ku ji ( 30 ) rojan bêtir nebe, bê dirêj kirin ji bo encamdana wan erkên ku pêwîs bi wê demê hene.

Maddeya heþtê û heþtemîn :
Rêjeya amadebuna yasayî ( Nîsab ) di perlementoyê de bi amadebuna piraniya reha yên endamên perlementoyê tê bicî anîn û biryarên wê bi piraniya dengên amadebu yan tê derkirin, eger têkistek ya berevajî di yasayî de nebe, û eger ew deng wekhevî bun, wê demê dê bi wî alî de cîtku serokê perlementoyê deng daye wê.

Maddeya heþtê û noyemîn :
Ji bo ( 10 ) yan bêtir ji endamên perlementoyê heye ku pêþniyara pirojekta yasayî yan biryarekê pêþkêþ bikin.

Maddeya nohetemîn :
Yekem :
Endamê perlementoyê bo wî/ê heye ku pirsa serok weziran yan cîgirê wî/ê bike derbarê wan karên ku taybetin bi civata wezîran yan yek ji wezaretan.
Duyem : ( 10 ) ji endamên perlementoyê bo wana heye ku li ser serok yan endamên civata wezîran lêpisînê bikin, û herweha got û bêjan li ser wê lêpirsînê bikin piþtî ( 8 ) rojan, ji roja gehiþtina wê daxuwazê bo serokatiya civata wezîran tê encam dayin û eger ew lêpirsîn daxuwaza li ser serokê civata wezîran, yan wezîrekê/î bawerî vekiþiyan li peyhat, wê demê bawerî vekiþiyan ji serokê civata wezîran li ser razî buna ( 2 ) ji ser ( 3 ) ya endamên perlementoyê dibe, û bo wezîr jî bi piraniya reha ya endamên perlementoyê dibe.

Maddeya nohet û yekemîn :
Maf û taybetmendiyên serokê perlementoyê û cîgir û sekiretêrê giþtî û endamên perlementoyê, dê bi yasayî bê rêxistin.

Maddeya nohet û duyemîn :
Yasaya perlementoyê û rêbaza wê, berdewamiya çawaniya kar kirinê girêdana civînên normal û awarte û serûbera dawî pê anîna endametiyê û pir kirina kursiyên xalî diyar dike.

Fethî Gezneyi
Fethigezneyi@yahoo.com


Fethî Gezneyî
Fethigezneyi@yahoo.com
Baþurê Kurdistan, 17. 12. 2006

Fethî Gezneyî

Fgezneyî@yahoo.com

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=345