Gotar - 1 : Heft roj li Kurdistanê.



Gotar - 1 : Heft roj li Kurdistanê

Di vê payîza xêr û baranê de li 07. 11. 2006an li kurdistana azad û þêrîn mêvan bûm..

Firoka me çalak û jêhatî ji firokxana Dubey a navnetewî bi bala Hewlêr a paytext de demjimêr 7ê êvarî firiya..

Çiqas kêlîk xwîn giran bûn, te digot "girara ber min xwarine"; bi derengî dimeþiyan, nizanim ez bi lez û bez bûm, kengî welatê þêrîn bibînim.. ? ?

Piþtî du demjimêr û nîvan kaptênê firokê ceger da xwe û ji rêwiyan re got: xwe amade bikin da bi hêsanî û kêfxweþî em li firokxana Hewlêrê peya bibin.. me jî xwe amade kir.. firoka me wek teyrekî baz xwe li ser axa welat berda xwarê…

Rêwî li dû hev rêz bûn pasportên xwe didin polîs, dor giha min; min jî xwe ji bîr kir ko li welatê xwe me; li xaka pîroz im, divê bi kurdî bi axifim; mixabin ji piçûkî de em fêr bûne bi zimanê biyanî guftugo bikin.. Rahiþtin pasporta min, tev çûn û hatin û ji hev re dibêjin ev Sûrî ye û li hev dinerin..

Min jî bîr nebir ji ber ko ez bi Erebî bi wan re peyivîm; ez hiþtim û gotin divê vîza tu li pasportê xîne, di cî de min got: Kaka min Kurd im, û nehatime bo tu tiþtî ez mêvanê fistîvala Duhok a rewþenbîrî me û tenê heft rojan ez ê bimînim…

Êdî ez derbas kirim û bihna bayê welat li rûyê min da, min bihna bayê welat kir, xewnên piçûkaniyê li hiþ þiyar bûn.. "welat welat pir þêrîn e welat, taca cîhanê xemla rojhilat"

Ewê þevê min bîranên çil salî weke filmekî li ber çavên xwe meþandin, Xwedêyooooo ev xewn bi sed hezaran kurd re çû gorê û kurdistana azad nedîtin..??


26. 11. 2006
Ezîz Xemcivîn
xemcivin@hotmail.com
















Dema Weþana Gotarê, 05. 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=370