Gotar - 3 : Heft roj li Kurdistanê.



Gotar - 3 : Heft roj li Kurdistanê

Bi þev bayekî hênik tê, ez hest bûm li cadê Hesekê, amûdê, Qamiþlo, Efrîn û Serê kaniyê me di turmbêlê de min telefonî kek Hesen Silêvanî kir. Min got giham Duhoka rengîn; gelek xêrhatina min kir û got kek Ezîz tu dixwazî Ehmed Huseynî û Selîm Biçûk bibîne ? Min got ohhh çawa ev bilbilê welatê me ne zû bi zû dixwazim. Got tu dikarî biçî Otêla Þendoxa…

Li bin roniya lampê li ser stûnên karevê, çi þeveke payîzî, hemû evînî, min ji cadeyên Qamiþlo cuda nedikirin, hembêzeke germ û sîngeke ciwan ji zû de min serê xwe li ser ne nivandiye!!

Duhok pira rewþenbîrî ya Kurdî ye :

Li bin evê duriþma hanê rewþenbîr û nivîskar û helbestvanên Kurdistanê li hev civiyan e. Ev ro roja hevtêgihan û dan û standinê ye. Gava Kurd bi siyasetê nikarin bigihên hev, giring e pênûsên ko ji yek xumavê vedixun dest bidin hev û sistema cudahiyê biþikînin..!!

Mehrecana Duhokê a rewþenbîrî sê rojan berdewam kir. Bêtir ji 180 nivîskarî li Kurdistanê bi hev re dan û standin kirin û li hev guhdarî kirin. Derfeteke baþ bû ji bo hevnasîn û derbirîna erk û astengî li pêþiya nivîsê û rewþenbîriya kurdî, naxwazim li ser rojên mehrecanê bipeyivim ji ber helbestvanê Kurd Tengezarê Marînî bi hûrbînî li ser rojên mehrecanê û her simînerê an helbestvanî peyivî ye ji bil çend navan ( jibîrkirine ), û naxwazim li gotara wî zêde bikim..

Hêvî dikim hemû bajarên kurdistanê bibin pir û ne tenê rewþenbîran bigihînin hev; belê miletê kurd hewcedarî dan û standinê ye û li hev guhdarî kirinê ye.. Divê em fêr bibin ko her kes ji mafê wî ye derbirîna helwestên xwe bi azadî bike.. Heger em fêr bibin li hev guhdarî bikin, em gavekê ber bi yekîtiyê de diçin. Lê mixabin piþtî seredana kurdistanê min gelekî ev xala hanê û rêka yekîtiyê bi taybetî li nav kesên rewþenbîr de nedît, lê xelkên sivîl û kesên normal û dilêþên milet û welat de cudahî ne diyar bû.

Kêmasî hene lê ne dibêjim baþî tune ne, na lê hezkirin, evîn û hevgirtin pir giring e, kurd miletek e ne du an sê milet in..

Çêtir, Çaktir, Kêmtir û jor û jêr ev nerîn me li bindestiyê divegerînin, pirbûna zaravayan di yek zimanî de naye wateya Çaktir û kêmtir, lê ev zarav zengîniya ziman in, gelek ji evan rewþenbîrên ko mebest dikim ne hatibûn mehrecana Duhok û ê hatibûn pir kêm bûn ji ber wilo cudahiyek diyar bû. Dema hevdîtinên wisan pêk bên, diva ye hezkirina me ji hev re bêtir bike, ne ko her yek ji me xwe di ser hev re bibîne..!!

Mehrecan bi giþtî pir hêja bû û xelkên kurdistanê bi taybetî yekîtiya nîvîserên kurd tayê Duhok ew mêvan yek bi yek bi rûmet û evînî xistibûn çavên xwe de, û pir li rewþenbîran miqate bûn, roja dawî birêz Temir Remezan tevaya mêvanên ko ji derve hatine vexwendî dîwana parêzgehê kirin, bi kêf û stran û þahî þeveke xweþ me bi hev re bihurand..


Dubey, 18. 12. 2006
Ezîz Xemcivîn
xemcivin@hotmail.com
















Dema Weþana Gotarê, 05. 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=372