Çawa laneta Kurdan xwe nîþan da ? ! ( Ditirsim nemirim…dewleteke Kurdî bibînim ! )


Çawa laneta Kurdan xwe nîþan da ? ! ( Ditirsim nemirim…dewleteke Kurdî bibînim ! )
Tê gotin ku kes û milletên baþ laneta wan heye, angu xweda tola kesên bilîmet û milletên qenc, bi þêwazekê ji þêwazan û demekê ji deman, vedigire. Þano nivîsê ingilîz ê bi nav û deng William Shakespeare ( Þêkspîr ) xwediyê lanetek wisa bû. Jinika ku ji bo hin armancên þexsî dixwest dest biavêje gora wî bi teswasê ket û dihat ku dîn bibe. Shakespeare beriya ku bimire nifir li çi kesê ku dirêjahiyê li gora wî bike, kiri bû. Ji milletan, Kurd bi lanet in lê ne mîna Shakespeare ew nifiran li tukesî naxwin. Kêm zêde, dem dirêj anjî kin be-binerin çi hat serê Îsmaîl Haniye serok wezîrê Filistînê ko berî çend rojan Pêþmergeyên Kurdistanê weke çeteyan bi navkiribûn û çawa ew li ser sînoran hate kepaze û þepirzekirin ! !

Xweda tola Kurdan ji zulimkar û sitemkarên wan distîne.

Sala 1975-an li Cezayirê pilaneke qirêj li dijî milletê Kurd bi girêdana hevpeymanekê di navbera Þahê Îranê û Seddam Husên de bi mebesta xeniqandina þoreþa Kurd, hate bestin. Piþtî wê, di sala 1993-an de eynî wexta ku Boteflîqe ê ko di îmzekirina hevpeymana bednav de amade bû, serokayetî bidest xist, dewleta Cezayirê bû qesabxaneyeke vekirî ku seriyên jêkirî yên mirovan ji yên pez û dewaran pirtir û erzantir in ! Þah jî di demeke kin de ji textê xwe hate avêtin û deselatdariya wî hetahetayê hate rûxandin. Sedam jî berî sisê salan mîna koremiþkekî qirêj di veþargeha xwe de hate girtin û niha bi hukimê bidarvekirinê re, rûbirû ye.

Hersê dewletên dij Kurd niha di rewþên xirpa û dijwar de derbas dibin : Sebaret bi Sûriyê, dadgeha navneteweyî ya taybet bi doza serok Refîq Herîrî ji Beþar Esed û darûdestên wî re tê amade kirin û hêdî hêdî ava serê wî tê germkirin ! Îran ji ber pirsgirêka çekjên atomî, li benda sizayên xwe ye. Tirkiyê ketiye rewþeke çarenûsî de ku tevlîbûna wê bo yekîtiya ewiropa, bi misogerkirina mafên gelê Kurd yên rewa re hatiye merckirin. Li Iraqê ji xwe rewþ diyar e û zorbazên ku gelê Kurd bi dirêjahiya salan azar û êþkence û sitembar dikirin, anuha li benda girêdana werîs li dora stûyên xwe ne !

Hun dibînin ! Qedera kurdan yek e û qedera dijminên wan jî her yek e ! Tîrên ku Kurd nehez berdidin singa Kurdan, carekê li wan vedigerin û di dilên wan de bicî dibin ! Ji ber ku çawa mirovên qenc yên hev in, wisa yên pîs jî an jî, em dê çawa girtina biryara bidarvekirina Seddam ê hov û dirinde û mirina Ecewît ê nankor di yek rojê de, þîrove bikin ? Dibêjin ku dema Ecewît bihîst ku dostê wî Seddam dê were îdamkirin, dilê wî di cih de, sekinî. Gelo, ev tenê rasthatinek bû an jî laneta Kurdên belengaz bû ku wê rojê du zabaniyên dij Kurd li ber xwe dibir ? Ez bawer dikim ku ev ne rasthatin bû, ji ber ku Ecewît ê ku ditirsiya berî ku bimire dewleteke Kurdî bibîne, bi bihsîtina nûçeya daliqandina Seddam re têdighît ku ew tirsa wî berbi cîbicîbûnê ve ye ! Ji xwe berî ku dilê wî bisekine, ew nîvmirî, di nav cîhana xewn û xeyal û sawîr û gumanan de, bê bask melevanî dikir:

Text û kursî, tac û erþ li bin piyan çûn ! Împeratoriyet û xewnên bi avakirina wan berba dibûn ! Welat û dewlet di hejhijîn ! Artêþan, efser û generalên xwe dadiqurtandin ! Cîhan piçûk di bû ! Hertiþtî xwe diguherand ! Simbêlên zaliman berev asîmanekî ji þevên wan tarîtir, difiriyan ! Wirdiyan di reviyan û girtiyan qeyd û bendên xwe diþkênandin !

Hertiþtî xwe diguherand ! Û Kurd mîna birûskekê xwe li berbanga wî a manendî hiþê wî tarî û nîvmirî, dixistin… Kurd þiyar di bûn, lehiya Kurdî li ber herikînê bû …û ew di xew / mirina xwe de direcifiya…. û ji niþkêve werîsên qalind li ber çavên wî yên ji ronahiyê bêpar çûn û hatin ! Dostên wî yek bi yek bidarve dibûn… Dema ku rengên sor û zer dîdar vegirtin,dema ku kesk ji asîmanan daket, dema ku zarokekî Kurd ji hawîr dora Amedê pêxwas û cil diriyayî devê xwe dagirt xûzî û di rûyê wî de… avêt !

Birûska rastiyê a dij war ku bi Kurdî wê rojê diaxivî xwe li dilê wî xist û… berbi dozexa ebedî ve kiþand, Hingê, Ecewît çavên xwe girtin û dilê wî rawestiya !


Besam Mistefa
Hewlêr, 22. 12. 2006



Besam Mistefa

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=374