BEDÝRXANÝYAN BÝ ÞÊWÝR KOVAR Û ROJNAMEYÊN XWE DÝWEÞANDÝN.



BEDÝRXANÝYAN BÝ ÞÊWÝR KOVAR Û ROJNAMEYÊN XWE DÝWEÞANDÝN.

Kurdistanîyên hêja !
  • Her ku ez Hawarê an Ronahiyê an Roja Nû dixwîn im û berpêl dikim, tiþtina nû di nav rûpelên van kovar û rojnameyên ku Bedirxaniyan bi dûv xwede ji me re hiþtine û hiþtine dibînim. Vê carê, ez li Roja Nû vegeriyam û min ev gotarê li xwarê, ê mîr Celadet Bedirxan xwend.

    Di vê gotarê de xuya dike ku Bedirxaniyan bi þêwir kovar û rojnameyên xwe diweþandin û piþtgiriya hev dikirin..û ku ti rojname berî rojnameya ( Kurdistan ) a ku Mîr Miqdad Midhet Bedirxan li Qahîre diweþand, ne hatine weþandin…

    Hem jî ku Mîr Emîn Alî Bedirxan piþtgirekî sereke bû ji birayê xwe Midhed Beg re dema ku wî rojnameya xwe Kurdistan li Misrê çap dikir…

    Û her wiha di derketina rojnameya Roja Nû de, Mîr Dr. Kamîran Bedirxan ji birayê xwe ê mezin Mîr Celadet û hin din dixwest ku ji rojnameya wî re binivîsîn. Û wiha di hejmara pêþîn de mîr Celadet gotarek bi navê ( Merhele) nivîsandiye, di hejmara dudiwan de Osman Sebrî gotarek bi nave ( Sinc û Ol ) nivîsandiye û di hejmara sisyan ( Duþemb, 17 Gulana 1943 ) de ji rojnameya Roja Nû careke din ev nivîsa mîr Celadet Bedirxan hatiye belav kirin.

    Belê di vê nivîsê de Mîr Celadet hin ji pêwendiyên bavê xwe Emîn Alî û mamê xwe Midhet Beg diyar kirine, dema ku mamê wî Midhet li Qahîrê rojnameya KURDUSAN çap û belav dikir, hem jî bersiva bavê xwe Emîn Alî ji mamê xwe Midhet Beg re, di nav vê nivîsa xwe de belav kiriye.

    Ji ber giringiya vê nivîsê û hatina 109 saliya roja Rojnamegeriya kurdî, min jî xwest ku ez çavên xwendevanên kurd, bi van gotinan kil bikim.

    Fermo, ev e nivîsa ku Mîr Celadet Bedirxan ji bi rayê xwe Dr. Kamîran re þandiye û di rojnameya Roja Nû hejmara 3 an de hatiye belavkirin :

    1898 – 1943

    Roja Me A Nû

    Xwedi yê Roja Nû ji min û ji hinên din, ji bo hejmara rojnama xwe a pêþîn nivîsarin xwesti bûn. Min jê re bendek nivîsand; lê beriya ko qala rojnamê bikim benda min gîhandin dawiyê û xistin rojnamê û jê re ( Merhele ) gotin.
    Herçî ez, dilê min hebû, çavên xwe li boriyê bigerînim û bîrekê bav û mamekî xwe, bi vê hencetê vejînim.

    Rojnama Kurdî a pêþîn berî 45 salan, yanî di sala 1898 an de, li Misrê belav bûye. Di wê salê de mamekî min Midhet beg di Qahîrê de bi zimanê kurdî rojnameyek derêxist ( Kurdistan. )

    Kurdistan rojnama Kurdî a pêþîn e.

    Welê dixuye ko hingê, Midhet beg, ji birayê xwe ê mezin, Emîn Alî Beg, yê ko hingê li Stenbolê bû, nivîsan xwestî bûn. Emîn Alî beg ji birayê xwe ê kiçik re, di nav nivîsarine din de, teqrîzek jî rêkiribû, lê ne bi navê xwe, ji ber ko nikarîbû, lê belê bi navê ( Lawê Þ E. Fetah ).

    Ev e teqrîza bavê min;

    Pêrûz ji te re hezar cara
    Ev deng e niho li nav yara
    Mizgîniya vê cerîdeya qenc
    Þabaþ bitin çiqa hebit genc
    Ev þixlê mezin te kiriye bideet
    Cara ewilî te kiriye him-met
    Ev rehbera qenc te danî binyad
    Kirmanc hemî te kirne irþad
    Vê marîfetê tuca nehêle
    Daim ji te re miîn resûl e.
    Roja ko cerîde tête bajar
    Her der dibitin mîsalê bazar
    Çiqa hebitin li þehrî Ekrad
    Qewlê xweþiya te kirne mitad
    Rûhaniya bab û kal û ecdad
    Pê vê hinerê te kir niho þad
    Beybûniya dewleta te geþ bit
    Qasî tu hebî dilê te xweþ bit.

    Xwedê rehma xwe li wan û li hemî Kurdên ko, xêzek be jî, bi kurmancî nivîsandine bikit.

    C. A. BEDÝR XAN



    Konê Reþ
    Rojavayê Kurdistan
    Bajarê, Qamiþlo 28. 04. 2007


    Konê Reþ

    Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





  • Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

    Bo vê nûçeyê navnîþan:
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=388