Li hember êriþên dagirkerên Kurdistanê bê deng nemînin.

Piþtê têkçuyîna Beesîyên Ýraqê. êriþên dagirkerên Kurdistanê, ya yekêmîn ji alîyê Beesîyîn Surîyê li Qamiþloyê, ya dudyemîn ji alîyê Îranê li Saqiz û Muhabadê, ya sisiyemîn ji alîyê Tirkên hov li warê Þêx Ubeydullahê Nehrî, Kurdan netirsand û natirsîne....

Bi sed salane ku gelê Kurd di bin darê zordarîyên curbrcur dijî. Dagirkerên Kurdistanê, bi êrîþkarî ya tevkujîn, êrîþkarî ya derxisina ji welatê Kurdistanê, êrîþkarî ya talanî ya ser erd û bin erd, û wêraniya kû dewleta Tirkan li Kurdistanê kiriye, Kurd bi birînekî kur dinale.

Gelek ji êrîþkariyên ku Tirk bi xwe kirî ye, xwestiye bixe hustiyê hinek rêxistin û partiyên Kurdan. Ev partiyana jî bi avakî, hevalbendên wan in. Tirk di gelek caran di vî warî de bi ser ketiye. Tirk hinek caran jî weke vê carê xwe daye dest.

Lê ev car bi awayekî vekirî, eþkere û zelal, hat dîtin ku Tirkên hov û qirêj kiryarên wahe dikin. Êdî dewleta Tirk hov û qirêj wek Seyê har bi karbidestên ( Kontir - Gerîla ) xwe yên dev bi xwîn, ji ber azadiya baþûrê kurdistanê diqehirin û dizanin çi bikin. Ew êdî dizanin ku niha dor dora wan e. Ji bona bakurê Kurdistanê, ji dest wan nere, Tirkên hov û qirêj, ewê her tiþtên hovîtî û qirêj bikin û dikin jî.

Dewleta Tirk, dizanin kû dema azadîya Bakurê Kurdistanê jî hindik maye. Ji ber vê yekê ye ku dewleta Tirk bixwazin êrîþkariyên xwe berdewam bikin. Wê hewl bidin miletê Kurd bitirsînin ku, Kurd daw û doza tiþtekî li wan neke. Dewleta Tirk texmîn dikimn bi vî avayê umrê dagirkerîya dirêj dibe. Lê nafîle kirinê wan çare nake.

Dewleta Tirk, ji bîr dikin ku êdî gelê Kurd bi hemû dek dolap û lîstîkên wan hesiya ye. Loma jî roj bi roj gelê Kurd berbi azadiya Kurdistanê ve diçe. Ew azadiya ku bi salan in gelê Kurd li bendê bû, çirûskên wê wekê çirûskên newrozê xuya dibin û lawê Kurd Þoreþgerî ya xwa wekê Kawa yê leheng eþkere dike.

Ez hêvî dikim Partî, sazî û rêxisistinên Kurdistanê di warê Þoreþgerî û lehengî yê da hiþiyar bin. Hewceye Partî, sazî û rêxisistinên Kurdistanê, ji bona bigêjin Kurdistana yekgirtî, demokrat û azad, dest bi þirîgatîya xebatê bikin. Ez hêvîdarim yekîtiyeke xurt li bakurê Kurdistanê amade be. Ev yekîtî bila, bibe egera yekdengiya gelê Kurd ya li hember êrîþkariya dewleta kûr. Ji ber van hewldanan bila dewleta kûr êdî rêya xwe þaþ bike. Bila dewleta kûr, weke berê nikaribin karên xwe yên qirêþ bikin û veþêrin.

Tê dîtin prrotokolên sextê li holê ye. Dem dema protokolên sextê nine. Hinek partîyên ne hêz û pak yek caran liser kaxiz tênê cem hevdu û bi agahdarîyên direw gelê Kurd dixapînin. Ez dibêjim êdî bese. Dem dema biratîya rast û dilsoze.

Dewlata kûr tim û tim wekê bapîrîn xwayên Osmanî karê xweyên hovîtî û qirêj dike. Lê rêxistin, sazî û partîyên bakurê Kurdistanê çi dikin? Em ê çawa bikaribin li hember wan û helwestên wanê qirêj bi yek deng derkev in holê. Ez dibêjin, daw û doza me rêxistin, sazî û partîyên bakurê Kurdistanê yek e. Ew armac jî azadiya bakurê Kurdistanê ye. Eger em destên xwe bidin hev du, li gor berjewendiyên netewa Kurd, em ji xebatêra amadebin, wê demê, em ê bi ser kevin.

Tu tiþtekî ji yekîtiyê û bi hevre karkirina di warê þirîgatî ya xebatê da mezintir û xweþtir tune ye. Lê heta em weha ji hev belav bin, îro dora Þemzînan e, wê sibê dora derekî din be. Divê em li hemberî êrîþkariya dewleta tirk bê helwest nemînin. Dibê Sizî, rêxistin û partîyêb bakurê Kurdistanê bi hêzên xwe, di warê þirîgatî yê da xebat bikin. Ji bona ku em bikaribin pêþî li Þemzînin din bigirin.

Dijminê Kurd û Kurdistanê êdî baþ dizanin ku em kurd bi awayekî gelemperî bi derd û êþa xwe hesiyan in. Lewra jî êdî Kurd dizanin berjewendiyên wan li ku ne. Loma jî gelê Kurd ji nû ve roj bi roj xwe bi rêxistinî dike û wek lehenga serî li ber neheqîyadagirkerê Kurdistan ê ra dike.

Baþurê Kurdistanê bi sazî dezgehên welatî ( Dewletê ) roj bi roj pêþta dikeve. Dagirkerên hov û qirêj cara yek li Rojavayê Kurdistanê li Qamiþ lo yê cara dudyenîn, li Rojhilatê Kurdistan ê di bajarên Saqiz û Mahabada, cara sisyemîn, li bakurê Kurdistanê di warê Þêx Ubeydûllahê Nehrî da xuna Kurdan rijan din. Lê êdî Kurd li hember van kirina bê deng namînin. Dîyare dagirkerên Kurdistanê pê derxistine dawî li dagirkerîya wan tê, bi hovîtî dujmintîya xwa rava Kurdan dikin.

Dîyare dagirkerên Kurdistanê, êdî pêwîst nabînin ku êrîþkariyên xwe bi vekiri dike. Êdî dagirkerên Kurdistanê, weke berê dijmin kiryar û bûyerên xwe veneþêre. Eger ew bixwazin kirinê xwaveþêrin jî, wê nikaribin. Ji ber ku êdî dawiya lîstikên dagirkerên Kurdistanê hatiye. Kes nikare heta, heta yê dolabên ji bona xerabûnê bigerîn in.

Loma dewleta kûr, ji niha xeterên li pêþberî xwe ji nihade dibîne û dizanin ewê xeltîyên wan, buyer û tiþtên neçare bîne serê wan û texminên zelal jî dike. Le ev texmînên wan bi tu çareserîyê dagirkerîya wan li Kurdistanê dirêj nake.

Dagirkerên Kurdistanê ên din, êdî dizanen rejîma Seddam çawa hilweþiya û Kurd li wir berbi dewletbûneke serbixwe de di rê de ye. Dagirkerên hov bi þirîgên xwa, tê gihiþtin ku cara pêþî, rejîma Sûrî roj bi roj qels dibe û tê zanîn ku wê di demek ne dûr de ew jî têk here. Ji xwe ji zûde ku ji bona hilweþandina rejîma Îranê, karên curbe cur têne kirin ku wê biruxîne.

Tirkên hov, di dema 1923 da, di nav parlamentoya Tirkiyêda jî Kurdan, ji xwara kirine endam û dagirkerîya xwa bi alîkarîya endamen xwa berdewam kirine. Tirkên hov, her bêcn û deh salan carê tevkujîna Kurda pêk anîye. Disa tirkan ji bonaku Kurd êþ û kederên xwa ji bîr bike, bi þiklên hilbijartinên parlamentoya xwa, pagirên xwa bikar anîye û ev pagirane bune bazirganê hilbijartinê Parlamentiya Tirkan. Cardin dema 1965 da, tirkên hov, jî xwara ji Kuran pagir ( alîgir, dilxwaz, sempatîzan ) çêkirine û bi alîkarîya wan pagiran PDKT yê fetisandine û nehîþtibe rêxistinek welatparêz li Bakurê Kurdistanê doza Kurd pêþda bixîne. Disa Tirkan di 1984 da Kurdan pagirê Misak-î Millî çêkirine û wan pagirana wekê Kemalîstan jî boy berjewendîyên xwa bikar anîne. Kemalîstên pagirê Misak-î Millî, li ser navê Kurdan xebat kirine û nehîþtine ji bona berjewendîyên netewa Kurd rêxistin, sazî û partîyên welatparêz ava be û wan herdem li pêþîya Kurdewarîyê astengî derxistine.

Lê êdî ji niha þunda, zehemete ku tirk û hevalbendên xwe bi ser kevin. Belê dem dema Sanalê ye êdî Fen, dek, dolab, direw û fûtên dagirkerên hov, lîstik û xerabiyên wan nayên veþartin. Êdî xelk bi xwe wê li hember van lîstikin dijminê Kurdistanê rawestin.

Belê girîngîya mezin eveke kû, ewe ku em weke Kurdên Þoreþger û tekoþer bi lehengî, li hember kiryarên qirêj, yên dewleta kûr bê deng nemînin. Divê em bi hevre bi yek dengî li hember dagirkerên Kurdistanê rawestin û bikaribin welatê Kurdistanê bigîhîjîne azadîyê gelê Kurd bi azadîya Kurdistanê serfîraz bikin. Belê azadîya Kurdistanê û serfirazîya Kurdan, bi yekîtiya wî pêk tê. Yekîtî jî di destê Kurda da ye. Hewceye Em rêxistin, sazî û partîyên Kurdistanê bi dezgehên netewî amade bikin.

18 . 11. 2005

Ali Cahit KIRAÇ

alicahitkirac@yahoo.de

mirezdin@hotmail.com

Kurdistan Welatê Kurdayê. Her Bijî Kurd û Kurdistan.

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=404