Dadgeha Kurdistanê 30 sal ceza da Dr. Kemal Seîd Qadir, kesên kêmfirsend li ser vî yekê coþ bun !



Dadgeha Kurdistanê 30 sal ceza da Dr. Kemal Seîd Qadir, kesên kêmfirsend li ser vî yekê coþ bun !

Dr. Kemal Seîd Qadir kîye ? - Dr. Kemal Seîd Qadir kurdê baþûrêye. Ew pisporê Dadmendîya ( Hiqûqa ) navnetewayî ye û ew berê mamostayê Zankoyê bû piþtre derketiye derva û li Avusturyayê bicîh bûye. Ew hemwelatiyê Avusturyayê ye.

Dr. Kemal Seîd Qadir çi kiriye ? - Ev kes di 23ê çiriya pêþîn ya 2005 de, li Hewlêrê bi emrê mideîamê giþtî hatiye girtin. Sedema girtina Dr. Kemal Seîd Qadir ji ber du nivîsên li dijê berjewendîya netewa Kurd bu û di Dadgeha Kurdistanê 30 sal ceza girt.

- Bi angorên agahdarî û nuçeyên Kurda, Dr. Kemal Seîd Qadir, demekî dirêj, di nivîsên xwada, bi heqaretkirin, piçûkxistin êriþê serokê Kurdistanê û dîroka qehremanê Kurdistan ê û nemir Mistefa Barzanî dikir. Bi wê sebebê Dadgeha Kurdistanê 30 sal ceza da Dr. Kemal Seîd Qadir.

- Piþtê 30 sal ceza dayîna Dr. Kemal Seîd Qadir, Parêzer Nurî Umer Parêzerîya wî dike. Lê gelek Kurdên kêm firsend hîna nizanin Dr. Kemal Seîd Qadir kîye, ji kuderê yê, armanca wî çi buye û ji kîjan armancêra xizmet kiriye. Disajî kesên kêm firsend, wek Dr. Kemal Seîd Qadir nas dikin lê xudî derdikevin. Bi cilên Demokrasîyê xwa dikin parêzerê Dr. Kemal Seîd Qadir. Bi dîtina min ev kesena ne parêzerin, þîrîgê armancên xirab û tarînin.

- Bi rastî birêz; Parêzer Nurî Umer tenê dikarê parêzerîya Dr. Kemal Seîd Qadir bike û Kurdistan hêlîna Demokrasîya li Rojhilata Navîne. Dibe ji alîyê Dadgeha herê bilind cezayê Dr. Kemal Seîd Qadir were xwarê û anjî were xirabkirin. Ma wê demê ewê kesên kêmfirsend bibêjim Dadgeha Kurdistanê ji me tirsîyan ? û vê yekê kir ...

- Bi angorê nuçeyên Kurda Parêzerê PDK - Baþur birêz Nejad Miftî çuye dadgehê û bi Dr. Kemal Seîd Qadir qise kiriye û li ser sedema girtina wî agahdarî dayîye wî.

- Ez dibêjim bila Dadgeha Kurdistanê kesên bê ru þerm bê ceza nehêlin. Bila cezakirin bibe egera tirsê û ji ber sedema tirsê, Kurd û Kurdistan nebe niþana Pênûskêþ'an û Çekhilgir'an. Dibêjim hewceye nirxên neteweyî ya Kurdistanê werin parastin, boy hovîtî ya terorê, boy dujmintîya Azadîya Kurdistan ê, boy neyarên Kurd û Kurdistanê boy çete û kesên ku li dijê qanûna dimeþin cezayên giran were birîn.

- Cezakirina Dr. Kemal Seîd Qadir ji alîyê partîyên Kurda nehatiye dayîn û rolrkî sîyasî li ser dadgehkirina wî tune ye. Birêz Taha Berwarî van agahdarîyan dide.

Ban angorê malpera Netkurd.com : http://www.netkurd.com ê agahdarîyâ birêz Taha Berwarî li jêre.

- Taha Berwarî : dibê je 30 sal ceza ji ber qanûna rejima kevn hatiye.
Taha Berwarî berpirsê Hukumeta Kurdistana Federe ê Skandînavyayê daxuyaniyek da ye malpera Netkurdê û diyar kiriye ku ev cezayê ku li Dr. Kemal Seîd Qadir hatiye birîn ji ber hebûna Sentûr'eka ( qanûn'eka ) kevn a dema berê ye, ku parlamentoya Kurdistanê hîn ew firsend nedîtiye wê Sentûr'ê ( qanûn'ê ) biguhere û desthilata siyasî jî nikare midaxele wê Sentûr'ê ( qanûn'ê ) bike bêje ev Sentûr ( qanûn ) bila nemeþe.

- Taha Berwarî bal kiþand ku : ”Ev biryar, biryareka siyasî nîne, biryareka dezgeheka dadperweriyê ( Qezayî ) ye, ya destpêkî ( Seretayî ). Ev biryare ji bo du tawanan hatiye dan û her yek ji wan tawanan bi 15 salan hatiye cezakirin. Biryara Dadgeha Seretayî dê di pileyên din yên Sentûrî ( qanûnî ) re derbaz bibe, ê biçe ber dadgehên navîn û belkî bilind jî. Biryarên dadgehên pileyên din wek Dadgehên mezin ên herê jor ango ê bilind, dikare bi rengekî din biryarê bidin.

27. 12. 2005

Ali Cahit KIRAÇ

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=405