MEMÊ REÞ




MEMÊ REÞ

Çîrokên Rojdîtî - 12 -

1 - ZÎYARETÊ LÝ ZEYNEL AXA XÝST !

Tê gotin; Zeynel Abidîn Axa mirovekî zorbir û destxwinî bû. Hêrs û þîretên wî tirs û xofek mezin kiribû çav û dilê mirovên xizan û belengazan. Destekî wî di nav cem û niyazê de, destekî wî yê din jî li ser nanê sêwî û xizanan bû.. Memê Reþ gundiyek belengaz û mixrik û dijraberê Z. Abidîn axa bû. Dûriþma Memê kul û merez xistibû kezeba axê. Zeynel Abidîn axa dixwest ku bi gelek fen û deqan zora wî bibe û wî bide kuþtinê, lê mixabin, qet tucarî ev firsend nediket destê wi...Ji ber ku Memê Reþ ji sedema serhildana Dêrsimê asê bû bû. Ew ji êla Ýzolyan û xarziyê Keko, Memê û Husê Qepan e. ( Keko 5 leþkeran dikuje û piþtre ni bêbexti tê girtin û wi li Xarpêtê di daliqînin. Mem asê dibe û birayê wan Huso bi xençerê sîxurê Keko dikuje û 17 salan li Xarpêtê di girtîgehê de radizê.. )

Þevek tarî û bi dizî Memê Reþ diçe ba hewalê xwe Rustem. Piþti xêrhatin û xwarin û vexwarinê Memê Reþ hatina mabesta xwe ji Rustem re dibêje.

Memê Reþ ;
- Bira Rustem, vê derbê dixwazim imana Z.Abidîn aða nûve bikim !

Rustem ;
- Dev jê berde Memo qurban ew wisa bi hêsanî nayê imanê, wî piþta xwe daye hiûmatê..

Memê Reþ;
- Heyfa mêran ! Niha guh bide min. Ezê çi felekê ji wî re çêkim.

Rustem;
- Memo qurban,ez xulamê te û heya mirinê jî li gel te me, ji ber ku tu birayekî minî ezîz î..

Memê Reþ;
- Pilanê min ev e. Îþev em herin girê Þavan. Li wir ba ziyareta Kalê Spî.. Ew dara gûzê darekî herî mezin û pîr e û aliyekî wê jî kortal e. Em ji aliyê kortal ve xweliyê bikolin û riçalê mezin qul bikin. Hundurê darê pûç e, li wir ji xwe re ciyekî vekîm û bikevim nav qefê darê. Ez li wir xwe tê de veþêrim. Ji xwe tu kes nakeve þikê ku mirovek di qefê darê da ye.

Rustem;
- Êêêh ! Piþtre ?

Memê Reþ;
- Piþtî ku planê me temam bû û min jî xwe li wir veþart. Tu qurbanekî sivik bigre û here ber mala Zeynel axa.Bêje wî “axê min. Min þeva buhuri xemnek xirab dit. Ew Memê Reþê asê û qaçax hat bi xençerê êrîþî min û te kir. Kalê Spî xençer ji destê wî girt û em herdu parastin. Ji ber vê sedemê ezê berxeki qurban bikim. Tu û wîcdanê xwe”. Te ku dilê wî xweþ kir, ew bi xwe peyagirekî mezin e.. Ewê jî qurbanekê bigire û li gel te bê ser ziyaretê.

Rustem;
- Baþe Memo lê piþtre ez çi bikim.?

Memê Reþ;
- Li malê çiqas barûd heye berhev bike û em herin ziyaretê. Ew cihê ku Qurban li ser tê kêrkirin kevir e. Em hawirdora wî kevirî bi barûdê wek fitîlekê heya bircên darê bireþînin û ew xweliya dora wî kevirî jî bi benzînê þil bikin. Bila tu kes jî bi planê me ne hese..

Memê Reþ û Rustem haziriya planê xwe dikin.. Serê sibê Memê Reþ bi dizî dere dikeve nava bircên dara gûzê û Rustem jî beranekî digire diçe ber mala axê. Rustem ji axê re çi dibêje ew bawer dike û qurbanekê digire, gazî hin gundiyan dike û li gel Mele Îsmail diçin ser ziyaretê.

Pêþî li ser ziyaretê hemu niyaz û xwestina xwe pêktînin û dua dikin. Melle Îsmail jî çend ayetan ji quranê dixwîne. Beranê Rustem kêr dikin. Piþtre gayê Zeynel axa girêdidin û li ser kevir ramedînin. Mele Îsmail kêrê bi duakirinê li ser hustiyê qurbanê digerîne. Wê demê ji niþkava dengekî gur û xof ji ziyaretê tê. Hemu mirovên li wir hazir, hevceniqîn û der û dora xwe bi çaveki tirs tuje temaþe dikin. Tu kes ji cihê xwe nalebite, bi tirs dikevin nava bêdengiyek kûr.

Mele Îmail destên xwe vedike û dua dike. Di wê encamê de ew deng carek din dubare dibe. :
- “Wî heywanî berdin, azad bikin ! Di nav we de mirovek gunehkar û mebestqirêj heye. Wi gelek keda belengaz û sêwiyan xwariye û ketiye gunehê gelek mirovên dilpak !”

Piþtî wî dengî çavên hemuyan bi tirsek mezin vedibin û Zeynel Abidin axa çend gav derdikeve pêþ. Ling û gorê wî di lerize. Havîrdora darê temaþe dike û tiþtekî nabîne û bi devmirî dibêje :
- Ewê bê minasebet kîye lo ? Derkeve holê..

Di wê encamê de mij û toz û dûman ji erdê radibe, agirek li dora kevirê qurbanê pêda dibe û pêdikeve. Ji niþkava ga radibe ser piyan û bi çavên girtî li wan diqelibe û difilite. Ew di nav toz û dûmanê de devê wan û dest û piyê wan bi tirsê tê girêdan. Piþtî wê kefteleftiyê gundî direvin û axa jî wek peykerekî hiþk û kol dibe. Rustem þepikekê li wî dide.

Axa dema ku tê xwe, li ser çok û jûniyan dikeve, destên xwe radike û dua dike :
- Ya xwedê ! Tu mezinî, mihrîbanî, dilovanî, va xulamê xweyê gunehkar bibexþîne !

Ew deng dîsa xwe dubare dike :
- Axa! Zevî û erdê wan gundiyên belengaz þûnde bide wan. Deynê wan sêwiyan bibaxþe, her þeva Înîyê hin xwarin û pere rê ke ser vê ziyaretê u çend findan jî pêxe. Ber deriyê mala xwe de jî findekê pêxîne heya ku vemirî ji xwedê efû daxwaz bike ku rojekê gunehên te bên efûkirin..’

Zeynel axa bêçare hustiyê xwe xwar dike û ber bi mal ve diçe. Di wê encamê de çend gundî bi qurbanekê tên ser ziyaretê, doa dikin û dixwazin qurbana xwe kêr bikin.

Ji niþkava ew deng dîsa xwe dubare dike :
- Hûn ji nêza dimirin ew çi peyagirî ye ? Ez ji we qurban naxwazim û carek din gotina xwe nakim ducar.. Biþuxulin, li mafê xwe bigerin, keda xwe bi erzanî medin tukesî. Ew bizina ku hûn dixwazin qurban bikin, heyf e. Ewê þîr bide we, hiriyê bide we. Heya demekê dirêj hûnê jê fêde bibînin. Niha herin mala xwe, hevdu hez bikin. Bi hevre alîkarî û parvekirinê jibîr mekin.’

Gundi bi tirs þûnde dizîvirin.

Þev tarî dibe. Rustem ber bi ziyaretê ve diçe. Memê Reþ ji qefê dara gûzê derdixe uû wan kevirên dora darê qurç dikin û tên mala Rustem.

Memê Reþ;
- Rustem bira planê min çawa bû ?

Rustem :
- Helal be!Tu her bijî Memê me ! Bi xwedê ziyaretê li Z.Abidin axa xist. Piþtre ga li wî da û bi tirs û xof wî bi xwe de mîzt. Hiþk û kol bû, bû kevir û min jî þemikek li wî da çik ji çavên vî hatin xwar. Welleh wî bela xwe dît ! Êdî ew piþta xwe rast nake û va derba ku vê carê xwariye qet serrast naba..

Memê Reþ;
- Rustem bira, ji niha û pêde divê ew her þeva Înîyê xwarin, cil û coran û hinek dirav rêke ser ziyaretê.. Tu bi dizî li pey wanan here, piþtî ku ew bi þûnde vegeriyan, wan erzaqan bigire û bibe ber deriyê sêwî û xizanan dayne. Bila tu kes te nebîne..
-------------

Adil Duran

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=429