Bifire ya Îsmaîl !




Bifire ya Îsmaîl !

Çîrokên Rojdîtî - 11 -

Kanê ,ziyaretê li Zeynel Abidin axa xistibû. Ji bo wê her þevên Îniyê axê di gel Mele Îsmaîl dirav,xwarin û cilûcor rê dikir ser ziyaretê...Lê ziyaretê tirs û xofek mezin kiribû zikê wana.

Mele Îsmaîl dema ku diçû ser ziyaretê bi dilekî tirsonek dûr û dirêj quran dixwend û li ser ziyaretê di ma. Li wir mayiîna wî ji bo Rustem astengiyek mezin bû. Ji ber wîqasi Rustem nedikariya wan dirav, xwarin û cilûcoran ji wir bigiri û bi dizî bibe li ber deriyê sêwî, belengaz û xizanan dayne.

Rustem bi hêrsketinek tevlihev li Mele Îsmaîl temaþe dikir û di nava xwe de xwe bi xwe digot ;
- Malneketo êdi bes e ! Dawiya duayên te xilas nabin. Niha minê ev xwarin û erzaqên han biriba li ba wan bêgunehan, ma wê ji duayên te ne bixêrtir bûna..

Rustem dit ku tu çare nemaye destvala qûna xwe li ba kir û çû ba Memê Reþ. Hal û mecal ji wî re got..

Memê Reþ aciz dibe, cixarekê dipêçe, ji xwere vêdixe û dibêje Rustem :
- Vê Îniya ku bêt dora Melle Îsmaîl e. Ezê ji wî re jî felekekê çêbikim.

Rustem ;
- Tê çawa bikî lo ?

Memê Reþ ;
- Ma tu henekên xwe bi min diki ! Te nedit çi hate serê Z. Abidîn Axa û wi bi tirs çawa bi xwe de mîzt !.

Memê Reþ planên xwe ji Rustem re got Rojekê ber Îniyê þev nivê þevê li rex hevûdu çûn ziyaretê. Ew kevir û kuçên havîrdora ziyaretê vedan, ji aliyê baxir ve Memê Reþ dîsa ket nav qefê dara gûzê û xwe tê de veþart. Rustem jî li hawîrdora kevirê qurbankêrkirinê benzîn reþand û bi barûdê fitîlek dirêj kir heya riçala dara Gûzê. Çû li hemberî ziyaretê ket nava baxiran û xwe veþart. Wek herdemê wê þevê þeva Îniyê Mele Îsmîl bi tûrikek tijî erzaq hate ser ziyeretê. Turikê xwe danî ser kevirê ku qurban li ser tê kêrkirin û qurana xwe ji ber piþta xwe derxist û dest bi dua kirinê kir.. Xwend û xwend.. Di wê encamê de, xafila, dengekî gur di mijê hêvarê de belav dibe Mele Îsmaîl veceniqî û li der û dora xwe temaþe dike. Tu tiþtê jîndar ango milyaket nayên ber çavên wi. Serê xwe di hejîne û quranê dixwînê. Dîsa ew deng xwe dubare dike.

Mele Îsmaîl tiliyê destên xwe gezkirî , li havîrdora xwe temaþe dike, bi tirs gav bi gav nêzîkî dara gûzê dibe ji riçalên darê ziyaretê heya bircên darê temaþe dike tu tiþteki nabîne . Bi þûnde vegeriya. Dîsa ew deng xwe dubare dike :
- Ya Îsmaîl ! Duayê ku tu dizanî bixwine û bifire !

Mele Îsmaîl bi dengekî qusandî û devmirî û tirs :
- Kiye ew lo ! ? Derkeve holê.. Bi navê xwedê û pêxember dibêjim ezê te efû bikim !

Ew dengê gur xwe ji nûve dubare dike :
- Ya Îsmaîl! Ma tu kerametê Mûsa pêxember nizanî ? Ji tera çi dibêjim bîne cîh, anjî ezê te helak bikim. Niha duayên ku tu dizani bixwîne û bifire.

Mele Ýsmail hiþk û kol dibe di vê encamê de Memê Reþ barûdê pêdixe. Toz û dûman li erdê radibe û agirek pêdikeve û vedimre..

Mele Îsmaîl bi kelegirî dua dike û mîna çûkên ku baskên xwe vedikin û difirin milê xwe hewa vedike û berê xwe dide erd û evrazan, bi lezê dibeze û dibêje :
- Ya xwedê.ya Mihemed ya Elî...
Û ser bi jêr ber kaþekî de diçe xwarê, brîn dibe. Mixabin brinên wî ne kûr in. Dûre hildikþe tê jor ciyê xweyê berê.
Carek din dixwaze biceribîne. Milê xwe heware vedike lê ji ber brinên xwe nikare...

Ew deng dîsa xwe dubare dike :
- Ya Îsmaîl êdi bifire !

Mele Îsmaîl serê xwe radike li banî,dimeyzîne û dibê ;
- Ez nikarim bifirim ya rebbê allemîn !

Ew deng carek din xwe nûve dike :
- Bihiþt cihê te be, êdi bifire ya Îsmaîl !

Melle Îsmaîl vê carê berê xwe dide evrazê baxiran û ji bo firandinê xwe amade dike, dema ku berpêþî tirr dibeze û dibêje :
- Hawar ya xwedê, la îllehe îlllallah, eþedû enne Mihemede Resullulah !...

Û xwe di evrazê baxiran de serjêr berdide. Li ser kevir û kuçan gildî dibe dadikeve newalê. Ser û çav lê dibin pitav. Wek meytekî li wir dirêj dibe, kûr dinale dike nalenal. Hinek gundî dengê nalenala Mele Îsmaîl dihesên û tên hewara wi û arîkariya wî dikin. Çend gundi wî dikin nav astirekî û dipêçin. Radihêjin ser milê xwe û dibin navîna gund û hawîr li dor digirin.

Melle Îsmaîl tê xwe û gundi ji wî dipirsin :
- Ma te xêr e Melle, çi bi te hat ?
- Derbazî be Melle. Dîsa te çerm qul kir !’

Melle Îsmaîl dest bi serpêhatiyê xwe dike.
“Ya ehlibeyt! Min ew pirtûka rûmet þeva Îniyê li ser ziyaretê xwend. Mij û dûman peyda bû û agirek pêket û vemirî. Wê demê li banî dengek pîroz ji xwuda gote min “ya Îsmaîl bihiþt cihê te, bixwîne û bifire. Min hinek dua nîvçe û kêm nexwendiba an jî jibîrnekiriba ezê bigihiþtima ewliyan, mixabin nesibê min nebû”...

Gundiyek dibêje :
“Lo wî serê xwe xwariye, devê wî çi dibêje guhên wî nabihîzin’

Gundiyek din dibêje :
“Heylo weylo.. Mele Îsmaîl jî wek Zeynel Axa bela xwe dît”

Gundiyeki din dibêje :
“Ziyaretê li wî xistiye”..

Rustem li wir hazir û amadeye û dibeje wanan :
“Ziyaretê an jî xwedê, kê lêxistiye baþ lêxistiye, dev ji wî bomikî berdin, ji xwere herin razên sibê kar û þuxilên we geleke..

Mele Îsmaîl piçek dengê xwe bilind dike :
- Hun bê xewl û bê îman in,tutiþtî bawer nabin. Xwedê me biparêze ku heþê min li serê min e. Ew agirê ku li çiyayê hira xwedê li pêþ Mûsa pêxember kiribû, min bi çavên xwe dît..

Rustem bi ken :
- Malneketno ! Wî þerpazeyî bibin malê.. Ji bo ku bibe ewliya xwe ji tirri baxiran de serjêr avêtiye xwarê û kud buye.. Ji ber çi ? Wî jî nanê Zeynel Axa xwariye, di hevîrtirþê nanê Axê de keda belangazan heye.. Êdi ew ji serrast nabe..

Mele Îsmaîl bi acizî û nalenal diqêre :
- Ey bêbawerino ! Hoy lanet bûyîno ! Min , vî brîndarê bihiþtê li vir berdin herin...

Gundi dibinin ku bê çareye, Mele Îsmaîl bi zorê piþt dikin dibin gel malbata wî ..
Tê gotin ji wê rojê þûnda tu qedr û qimetê Axê û Mele Îsmaîl namîne. Lê Ziyaret dibe ziyaretek nav û deng û piroz...

Adil Duran

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=430