NÊRÎ Û ÞÝVAN




NÊRÎ Û ÞÝVAN

Çîrokên Rojdîtî - 6 -

Her bûyerek wek mijara filmekî derbaz dibe...
Rojek ji rojan li gundekî Kastemoniyê kurê satilmiþ Þivan Mîrza piþtî ku leþkeriyê temam dike disa þûn ve vegerî gundê xwe û þivaniyê dike..

Bihar,havîn û heya payizê pezê xwe dibe mêrg - zozan û geliyan digerîne, pez qelew dibe. Lê di destpêka payîzê de nêriyek li nav bizinan diqelibe, xêr nade bizinan û hildikiþe ser wan, wan gon dide..
Þivanê me jî bi kêf wê minesebeta cinsî temaþe dike û dikeve nav xem û xeyalan.
Çend roj dibuhure .. Nêrî hertim ji xwere bizinekê diguhêre.. dike û dike...

Þivan bê tehammul rojekê ji bavê xwere dibêje :
“Yabo, ger tu min nezewicînî ji niha û pêde ezê hew biçim ber nobê pez..dev ji þivaniyê berdim”.

Satilmiþê bavê Mîrza ji kurê xwere dibêje :
- Lawo biaqil be..meke.. kê ew fikrê zewacê xist serê te.. Heya niha tiþtê halo nedihat bîra te..

Mîrza :
-Yabo ew nêriyê me di rojê de deh caran dike bizinan û heya piþtî payizê bi serê te sond dixwim ku ewê pezê gunde me hemuyan avis bike..
- Ji tera çi ! Bila awis bike.. Pez zêde dibe..
- Yabo qurban zêdebûna pez ji bo we fêde ye, ma zêdebûna mirov ne fêdeye ?.. Heya kingî ezê þivaniyê bikim ?
- Baþe kurê min..

Bavê Mîrza îqna dibe.. :
Zewac wisa ne bi hêsane, xwezgînî, adet û tore, qelen u dawet divê ew tew bêne cîh... Mîrza ji sedema peyagiriya bavê xwe gelek deyndar dibe.. Lê dawiyê daweta xwe dike.
Zivistan dest pê dike. Rojên ziwistanê gundî zêde kar nakin. Mîrza ji mal dernakeve, mîna wî nêrîyî hildikiþe ser bûkê.. Gelek roj û meh derbaz dibin.. Rojekê Nîsanê.. Mîrza hiþk û zirav, bê teqet derdikeve ber derî û havîrdorê xwe temaþe dike.. Hemu pez li mêrgê diçêre û belav bûye.. Kalekala pez e.. Lê çi bibîne, ew nêriyê ku ji ser pez nedihat xwar.. Ew jî jare û bi tenê post û hestî maye û li ber derî mexel bûye.

Mîrza diçe pêhnek li nêrî dixe û dibêje :
- Tiroo ! Ji sedema bitirbûyîna te em ketin vî halî..

Adil Duran

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=435