MAFYA ÎSMAÎL !




MAFYA ÎSMAÎL !

Çîrokên Rojdîtî - 2 -

Di sala 1992 ande hatim Swîsreyê û nefiyê jiyana penaberiyê bûm.
Min piþtî wan salan bêhemdî û ji dûr ve Îsmaîl naskir.
Ew diþibi Moxolan. Ji sedem þiklê wî yê bêtoþe min xwe bi xwe digot qey ew Tirke, nîjadpereste ango faþîste..
Rojekê havînê Îsmaîl digel çend hewalên xwe li derva li baxçeyê qehwê rûniþtibûn.
Ez bi hevalekî re ..! me çek xist ber piþta xwe û em çûn rex wan rûniþtin Û me guh da ser wan. Ez ji wî û hevalên wi gelek aciz bûbûm... Lê berî hertiþtî min dixwest wan nasbikim, kî ne, çi kesin, çi dikin ûhwd...

Qala Serpêhatiyên xweyî rojane dikirin.Bi taybetî jî Îsmaîl .. :
- Þeva buhuri ez li qehvê li ser xumarê bûm. Niþkava derî vebû û berpirsiyarê PKK ê Baselê di gel çend xortan ketin hundur. Ez wî gelek baþ nasdikim. Li Dêrsimê ye.Wê demê xumar qedexe bû. Min jî baþ fahmkir ku yekî gilî kiriye û ew li pey min hatine. Li cihê xwe rabûm ber bi wan de çûm û min bang li qehvecî kir, lawo wa camêrên han mîvanên min in.çay û qehwe bide wan. Ezê herim destavê û destên xwe biþom û bêm“ min xêr hatinek ji da wan û çûm destavê û min derî li paþve mifte kir, pencere vekir û bi lez bazda trambêlê xwe siwarbûm û yallah !.. Piþtî demekê kin polîs ketin pey min. Ma ew jî hal e, min ji ber baranê bazda, xilorig barinê ez girtim ! Ji ber ku min gelek eraq vexweri bû.. Rawestandin, ji bo min zerarek mezin bû. Min go ya rebbî û trambêl bi lez ajot. Trambêla xezûrê min bû û ez jî serxoþ bûbûm. Min trambêl ajot û gihiþtim baxçeyê xezûrê xwe û li wir rawestand, mifte kir û çûm nav daristanan û xwe li wir veþart. Piþtî qederekê trambêlên polisan li wir zêde bûn. Havîrdor li trambêla min girtin. Bi bêtêlê axaftin.. Hertiþt derxistin holê.. Xezûrê min ji xew þiyarkirin anîn wê derê.. Min ew didîtin lê haya wan ji min tunebû.dengê wan dihat guhê min... Xezûrê min gote polîs „belê trambêl ya min e, lê çend saet berê zavayê min hat ji min tika kir û bir. Çi qewimiye haya min pê nine“. Polîsek got ma telefona wî ya dest ( natel ) heye ?.. Xezûrê min got min efû bikin tevxewim nehat bîra min.. Belê.. Dema ku xezûrê min telefonî min kir. Di bêrika min de telefona min a dest lê da..di wê encamê de polîsan xwe avêtin ser min û ez girtim. Ehliyeta min ji min girtin nû þevekê jî li qereqolê mam. Heya pênc salan jî destûr nadin ku ez li trambêlê siwarbim...

Piþtî vê axaftinê em jî keniyan û Îsmaîl berê xwe da me û got :
- Bira hûn min nasnakin lê ez we dinasim. Ez jî ji Dêrsimê me.. Lê li vî welatê bênamûs bi tiþtên kirêt ez miroveki xirab im.. Hûn siyasî ne û hemwelatiyê min in. Ez jî wek we raman dikim û tevgera we li ber dilê min gelek ezîze...

Piþtî wan gotinan em man ecêbmayî. Ne hesûdî, ne rikgirtin ne jî dijmintî di serê me de nema..
Gelek sal derbaz bûn. Þevekê em li xwarinxaneyek Baselê hatin ba hevûdu.

Ew berpirsiyarê berê yê Apociyan, Îsmaîl û ez.. :
- Mamoste xêr e? Tu êdi bi mafya Îsmaîl re digeri. !
- Mafya ! ( heya wê demê min ne dizanîbû ku mafya Îsmaîl ew mirove )
- Çend sal berê me xumar qedexe kiribû. Li vî bajarî çiqas xumarcî hene.. Me ew tev cezakirin.Ser û çavên wan diþikand.. Lê me gelek mecal da dîsa jî va Mafya Îsmaîl hercarê ji destê me difilitî.. Me pê nikaribû.. ( berê xwe da Îsmaîl ) Heval Îsmaîl ! Em bi dewletan re þer dikin... Nizam ji bo çi ? Me nekarîbû carekê jî baskên te biþkînin..
- ( bi ken û henek kêr da destê wî û go t )

Tu dilê min diþkînî, ji min re mebêje heval, bi vê kêrê min bikuje... Ma bilasebeb ji min re dibêjin mafya Îsmaîl ? :
Herîdawiyê min ew zilam bê bela naskir. ! Îsmaîl wek mirovekî ku di rêzê de ye. Bi zaravê Zazakî diaxifî û bawermendeki Elewî ye. Dek û dolabên gundîtiyê û canbaziya bajaran hîn bûye ku tukes nikare wî bixapîne. Bi salan arîkarî daye tevgera netewî û a çînî.. lê bê endametî..


Adil Duran

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=439