Dayikên Roja Þemîyê ...

Dayikên Roja Þemîyê ...


Her roja þemîyê
Û berbanga sibê
Li wan kolanên bêhîs û bêyom
Li meydanên bêdeng
ji pêy êþ û kulên dilê xwe
di ketin rê..
Ew zivistanên mirovkuj
Serma, ba û baran
zora wan nebir tu caran !
Nêrzbun
Lêdan
hatin xeberdan
Gef nexwerin û gotin:
-êra meydan..
û dengê xwe kirin yek
Bubun Pepukek
keser bi kur lorandin..
Û gotin û gotin:
-Ez lawikê xwe dixwezim
-We çi anî serê camêrê min
-Ka delalîya dilê min
-Dayêka min bidin min
-Keçika min berze buye
-Em li zarokên xwe digerin
-Em ewan sax ango mirî ju we dixwezin..
Polêsên cinawir
segên dev bi xwîn
Rêbirrîn.
Di vê roja þemîyê
Û berbanga sibê
Zor û zulum û lêdan
hatin xeberdan
Dayêkên roja þemîyê
Canê xwe bi didanê xwe ve kirin
Bi tilîlîyan ve berxwedan
....
Doz mezine
Pevçun xwînîye
û rê dirêje
Disa ezê þerê Dayêkên Þemîyî
bikþînîm mîna evînê
xurîya biþkuyê dilê xwe
Wê pêþkêþ kim bo rojên delal..

06. 05. 2005

Adil Duran




Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=444