Kurtenasnameya Rezoyê Osê


Kurtenasnameya Rezoyê Osê

Navê wî Ebdulrezaqê Eliyê Îsayê Osê ye . Roja 10.10.1950 li gundê Dekþûrî / Cizîrê - parêzgeha Hisiça, herêma Qamiþlo / hatiye jiyanê. Xwendina xwe, ya seretayî li gundê Tenûrî / gundê sînordaþê Dekþûrî / kuta kiriye .Ya navendî û lîse jî li bajarê Qamiþlo bi dest xistine .

Bi navên :
Aro ; Rezo ; Stêr ; Azad ; Pirs ; Ebdulrezaq Osê û Rezoyê Osê di gelek kovar û rojnaman de nivîsiye / wilo jî di malperan de / , ji wan : Stêr ; Armanc ; Dugir ; Pirs ; Metîn ; Dengê Azadî ; Zanîn….

Ji havîna sala 1970 de dest bi nivîsandinê kiriye . Gelek gotar û lêkolîn belav kirine . Wilo jî ,helbest / keveþop û nûjen / nivîsiye,þano di kovaran de belav kirine,folklor daye hev û belav kiriye, kurteçîrok nivîsîne,çîrokên zarokan dane hev û du pirtûk bi navê Dîk-Dîko û Libhinarê çap kirine / Wî bi Kurdî nivîsîne û Dr. M. Nejarî guhertine zimanê Erebî û bi hev re di bin navê danehev û pêþkêþkirina herdu navan
hatine çapkirin/.

Bi kurtî :
1 ) 1972 - 1974 Endamê komîta berpirsiyariya kovara "Þoreþgêr", ko li bajarê Berlîna Rojava derdiçû,maye.
2 ) Di van salan de jî bûye endamê komîta çapderîn,ko sê
pirtûk li Berlîna Rojava çap kirin / Dîwana S. Hêzanî ,bi Kurdî. Helperkên Kurdî , yên folklorî , bi zimanê Elemanî. Miletek berxwedanê di ber hebûna xwe de dike , bi zimanê Elemanî /.
3 ) 1977 kursê fêrbûna zimanê Kurdî li bajarê Mosko, ji
grûpek xortên Kurd / yên zanîngehê / re vekiriye.
4 ) 1978 Bûye endamê komcivîna damezrandina "Hevbenda
Kawa bo wêjeya Kurdî" / dameznerên vê hevbendê : Bavê Nazê ; Dr.M.E.Najarî ; Dr.S.Mulla û Rezo bûn / ko li Mosko pêk hat.
5 ) 1978 – 1980 Bûye endamê " komîta amadekar " bo pêkanîna yekbûna komeleyên xwendevanênKurd li Ewropa, ko di bin çavnihêriya mamoste Ezîz Mihemed de kar dikir.
6 ) 1980 – 1981 Berpirsiyariya belavoka " Ronakbîr ", li Sûriya, kiriye. ( - 1 - )
7 ) 1982 – 1984 Bi Bilûrvan re serkêþiya fêrbûna "Kursên
zimanê Kurdî" li binekova Cizîrê kiriye.
8 ) 1983 – 1993 Berpirsiyariya kovara "Stêr",bi Bilûrvan
re / weku damezrêner / , paþê bi Dilovan û hin rewþenbîrên din re kiriye.
9 ) 1993 - … Endamê komîta berpirsiyar e di kovara "Pirs" de.
10 ) 2002 - … Endam û yek ji damezrênerên " Komîta xelata Cegerxwîn" e.
11 ) 2003 - … Bûye endamê komîta þêwirdarên kovara
"Pêl" ko li Elmaniya der tê.Vê salê jî bûye endamê "PENa"
Kurd.
12 ) 2003 – Vexwendî çalakiyên sedsalaliya Cegerxwîn, li Amedê û Izmîrê,bûye.Li wir " Xwendinek di berhemên Cegerxwîn de" pêþkêþ kiriye. ( - 2 - )


Rezoyê Osê

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=511