Xewsê Nûranî



Çîroka Welîd Murad : Xewsê Nûranî


“Miço çi kir ? ”, ev pirs, mîna zengil hertim li ber guhê þêx dikir zimênî. rev û bazdan tanî bîra wî û dikre qolincek tirkî di ser dilê wî de. wisa jî xewn û bîranînên wî li ser hev dicivand in û kom dikir in. ew pêlên hizrên mijgirtî, lê dibûn têlên direhî û lê dihatin badan. heya nema karîbû xwe di nav wan de bilivîne.

Miço çi kir ?

Çaxê miço bû gur, sultan ji qurm radikir.
Li welêt çê dikir berberî; ferman li þêx û melan dibirî.
Hin bidar ve dikir in, hin jî sirgûn dikir in.
Þêxê me, ê ko navê wî xewsê nûranî, nema bawerî bi misto anî.
Loma, çaxê ker zirî û pê re biþkul firî, jê re nema girîng, ne musilmantî û nejî gawirî.
Wî xewsê nûranî, hertiþt ji neynikê dizanî.
Xwe tenê tê de dît û hinga gav kir in þelît.
Ew þêxê bi nav û deng, pê ve þîn hat in per û çeng.
Bû ba û bablîsok, civand in hemî jin û zarok, tevna xwe jî pêça û rîsê xwe kir gilok.
Ji serxetê bar kir û xwe li binxetê bi cî kir.
Çaxê li jêr, navenda olî û tekî damezirand in, pêwendiyên xwe ji bakur ranewestand in.
Ev bû demek dirêj ko dûrî welat, jibîr kir in hemî burc û kelat.
Xwe ji aliyekî ve kenand, ji aliyên din ve xwe vezîland, bi kul û keser jî riha sipî hejand. Ji kerba dilberan, ji eþqa kezîzeran, welat li bîra wî hat.

Xem û xeyalê ew revandin, rabû li vê qûnaxê; Biryarên dîrokî sitandin :

“Min bêriya welat kiriye, warê bav û kalan, cihê murîdên dilovan. Ez dê herim serdana wan”, Bi rastî jî di dema dawî de, ev bûn hizr û ramanên wî.

rojekê xwe bi ser rê êxist û çû serxetê. murîdên deþtê jî bihîstin ko, xews vegeriya ye. Loma, bi sedan hatin pêþwaziya wî. Dozkerên dîtina wî bi qeflan xurehan. Dilên wan tije hezkirin bû û destên wan di bin barên selikan de, westiyayî bû. Zembîlên tije libên mewîjan, gelwazên beniyê, topên bastîqê û seriyên helîlê. Te digot welatiyên wê êrdimê tevan dane ser piþta hevûdu û her yek ji wan dixwaze þêx bibîne û diyariya xwe jê re pêþkêþ bike. Hin dibûn bi toz û hinan gazî dikir û li ber canê pêxember dikir in selewat. Sofiyên rihdirêj li ber erbaneyan bi cizbê diketin. Dibû qîr û him hima wan. Milet linavhev diket. Heger ax hati be dêran, ew ne dighîþte ser rûkê zemînê.

Bidestketina armancên wisa û di wan mercan de, pir çetin bûn. loma hinan ji wan, xwe hildidan û di dilên xwe ên guvaþtî de, hêvî dikirin, bi tenê hema çavên wan li bejna wî bikeve. Bêguman, wê çavên wan bi ronî bibe. Wê ji wan re bibê mîna ko, buhuþtê bi destê xwe diêxin û di jiyana xwe de dibin serdestî. Bi wî þêweyî û ta wê astê dîtina wî dinirxandin. Lê tihna wan nediþkest. Çaxê xwe di ser serê hev re hildidan jor û awira wan lê diket, hinga bi hawar, gazî wî dikirin : “Þêx...þêêêêêêx, em gorî te ne looo,....ha ..ha, ji te re , helîl...helîl.”

Wisa jî virênî jê tanîn û ew seriyên helîlê ji þêx re tavêtin; Li textê sînga wî dixistin. çaxê xwediyên bastîqê dibihîstin, wan jî mîna xwediyên helîlê dikir in. Hinga haya xwediyê beniyê ji meselê çê dibû, wan jî gelwazên xwe bi halan û lîlan li sitûyê þêx digerand in. Wilo dikirin ta radeya ew di nav girekî ji helîl û bastîq û beniyê de dihiþt in.

Berî roj herê ava, mazûmvanê þêx ji wan daxwaz dikir, da ji hev belav bibin :

“ gelî mirovan ! Herin malên xwe û sibe dîse win dikarin werin. Çimkî þêx dixwazê hinekî xwe vehesîne. Hêêêê....ê, win gaziya min dibhîz in?”, Lê qîra wî li ser dîwarekî kher, dibû vedeng û dîse lê vedigeriye.

mirovên riyên dirêj birî bin. ên ko xizaniya xwe, li sitûyên xwe rapêça bin û hêviyên xwe kiri bin mîna berbejnekê, û bi ser qam û qilafetên xwe de, berda bin. Li ser wan ne asane ko, wisa bi gengasî bizîvir in. Bêyî dîtina þêx û pêþkêþkirin diyariyan jê re, hedanî bi canê wan nakeve û nejî miradên wan pêk tên. Nemaze, çaxê hîna li malê, biryarên xwe sitandi bin ko, þevekê li ber deriyê wî bibûrîn in û çavên xwe bi roniya wî germ bikin. Bi darê zorê, hem bi zirt û qerebalixê, heya ew ji wir kirin der.

piþtî nimêja mexrebê, þevbuhêrka þêx dîse dest pê dikir. Lê vê carê ne ew xizan û belengazên guhê gundan bûn; Mîna ên danê sibê. Lê ew dewlemend û bajarvaniyên wê navçeyê bûn. Her yek ji wan dihat; kurtedemekê dima û hevdîtinek bi þêx re lidar dixist. Di pey re þêx tene tene, pê re diçû devê derî. Ên dewlemend jî, devên xwe dibirin ber guhê wî, û çend gotinên kurtepistî jê re bidar ve dikirin. Destên xwe jî berdidan birîka cibê wî û hinek dirav ji nav tiliyên xweyî hevrimêþî, hildiweþandin. Heya þev bi derengî dibû. Gelek ji ên vî nifþî dihat in û diçûn. Çaxê di dawiya wê nîvþevê de, derfet ji þêx re çê dibû. Mîna mû, xwe ji civatê vedikþand û diçû çend mal lihev dixist in.
Þêx di vê gerê de, Pêvajoyek bi stêrik û qoseqer diafirand. Heya ko, xwe tê de, mîna qehreman û lehengê destanekê, didît :

Çaxê þeva me qar bû û barê hêþtiran kar bû.

Wî digot :

“ Bi navê xwedayê dilovan û mehrîban.” , yaho heya gaziya wî digiha asman.
Dibû birûsk û pêt û wisa gav li pey gavê davêt.
Tenûr li taran dihimhimîn, û çavên jinan diqerimîn.
Ti xeml û xêzên bûkanî, diman li benda xewsê nûranî.
Lêv li ser lêvan dimizmizîn û sitêrik li asman diçûrisîn.
Dibû req reqa tavan û çêlkew diket in davan.
Gotinên xwedê û pêxember, þeva zîz dikir in kesk û zer.
Dibû xuþên û miþên bi xelatên tirgal û satên.
Rojek li vir, þevek li wir, heya çirra qurm dibir.

Roja vegerê, bi hezarên murîdan dan dûv wî. Li pey wan jî, turimbêlên barkirî ji hemû nifþên xelat û diyariyan hebûn. Tevan bi hev re berê xwe dan sînorê serxet û binxetê. Li ser sînor jî, bûkek xemilandî û nuxumandî bi hemû xemla xweyî keçkanî li benda wî bû.

Li wir þêx biþirî û xwest xatirê xwe bixwaze û wê ahenga qeþeng bi dirazekê bi dawî bîne :

“ Bi saya xwedê û komara turkiyê, em di nav vê xêr û xweþiyê de ne. Xwedê nevî û nevîçirçirkên mustefa beg, ji ser serên me hilneyînê. gelî ummeta pêxember ! Ko selewatên xwedê li ser bin.”

Cemawer jî tevan bi hev re gotin :
“ Aaaaamîîî......în ”
Bi vê amîna dirêj re, þêx rabû sînor derbas kir û kete nav miletê binxetê de.

Elmaniya, 22.08.2003
Çîroka : Welîd Murad

Welîd Murad

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=519