Li Firoþgeha Kuman


Pêlê wêne yê hanê bike

* * * * * * * * * * * * * * * * * * *



Li Firoþgeha Kuman

( Diyalog ) di sala 1942ê de hatiye nivîsandin

Dahênerê diyalogê : Karl Valentin
Wergerandina ji Elmanî : Welîd Murad

( Zengilê firoþgehê lê dikev e )

Valentîn derbasî Firoþgeha kumên mêran dibe :

Kumfiroþ : ( Li hundirê Firoþgeha Kumên mêran )..... Roj baþ ... Daxwaza te çiye?
Valentin : Ez kumekî dixwazim.
Kumfiroþ : Gereke ew kumekî çawa be ?
Valentin : Yekî ji bo bidim serê xwe.
Kumfiroþ : Erê, jixwe tu nikarê ti carî kumekî bikþînî xwe ! Divê hertim tu kum bidî serê xwe.
Valentin : No, ne hertim. Wek nimûne li kinîþtê* ez nikarim kum bidim serê xwe.
Kumfiroþ : Ne li kinîþtê ..... Lê erê tu hertim naçê kinîþtê.
Valentin : Na ! Hew li vir û li vêderê ( mebest jê : car carnan )
Kumfiroþ : Mebesta te hew: li vêderê û li vir
Valentin : Ez kumekî dixwazim ko karibim bidim serê xwe û ji serê xwe bikim.
Kumfiroþ : Tu karê her kumî bidî serê xwe û ji serê xwe bikî! Tu kumekî nerm dixwazî yan yekî gij ?
Valentin : Na... Ez yekî gewr dixwazim.
Kumfiroþ : Na ! Mebesta min, kîjan modêlê ?
Valentin : Modêlek bêreng be.
Kumfiroþ : Mebesta te modêlek xweþik...... Li ba me modêlên xweþik ên cur bi cur bi hemû rengan hene.
Valentin : Bi hemû rengan ? Naxwe ka zerekî vekirî!
Kumfiroþ : Lê zerê fekirî ji kumên mêran re tenê li kerneval dibe, têyî nikaribe rahêjê kumekî mêran ko rengê wî zerê vekirî be.
Valentin : Ez naxwazim rahêjimê, lê ezê wî bidim serê xwe.
Kumfiroþ : Bi kumekî zerê vekirî wê bi te biken in !
Valentin : Lê kumên ji pûþ rengên wan zerê vekirî ne !
Kumfiroþ : Haaa, tu kumekî pûþî dixwazî ?
Valentin : No, kumekî pûþî min tûþî biva êgir dike !
Kumfiroþ : Mixabin, kumên ji asbist hîn tune ne.... .Kumên bedew ji kulavê nerm li ba me hene.
Valentin : Kumên ji kulavê nerm neyîniyên wan hene, mirov bi wan hor nabe, çaxê ji ser serî dikevin ser zemînê.
Kumfiroþ : Nalo, naxwe ji xwe re kumekî hesinî bikire, ê ko mirov ketina wî dibhîze !
Valentin : Ez weke mirovekî sîvîl ji min re çê nabe ez rahêjim kumekî hesinî !
Kumfiroþ : Niha ... divê tu zû biryarê bidî, tu kumekî çawa dixwazî ?
Valentin : Ez kumekî nû dixwazim !
Kumfiroþ : Erê, hew tenê kumê nû li ba me hene
Valentin : Ez dixwazim erê yekî nû.
Kumfiroþ : Erê, lê yekî çawa ?
Valentin : Kumekî mêran !
Kumfiroþ : Em pîþ bi kumên jinan nakin !
Valentin : Ez jî kumê jinan naxwazim !
Kumfiroþ : Danûsitandina bi te re pir çetine, ezê niha gelek kuman þanî te bidim !
Valentin : Wateya wê çiye, gelek kum, tenê ez yekî dixwazim, min jî erê tenê seriyek heye.
Kumfiroþ : Na na..... Ez gelekan þanî te dikim ji bo hilbijartinê.
Valentin : Ez hilbijartinê naxwazim, lê ez kumekî dixwazim, ê ko li min were !
Kumfiroþ : Bêguman divê kumekî li gor te be, heger tu ferhiya serê xwe bêjî, hinga emê kumekî li gor te bibîn in.
Valentin : Ferebûna serê min ewqas ne wilo fere ye, mîna tu hizir dikî! Ferebûna serê min nemara 55ê ye .... Lê ez kumekî nemara wî 60 dixwazim.
Kumfiroþ : Êdî hinga wê kum gelekî li te mezin be.
Valentin : Lê, wê xweþiktir rûne ! Heger ez wî 5 nemaran biçûktir bibim, wê ji min bikeve.
Kumfiroþ : Ev jî sûde jê tune ye, heger mirov ferebûna serê wî 55 be, divê nimara kum jî 55 be ! Ev ji kevn de wisa ye.
Valentin : Ji kevn de !....... Ev tiþtekî xembare, ko bazirgan hîna bi tiþtên kevin û kelepor ve girêdayî ne, û ne bi dema nû re diçin !
Kumfiroþ : Ma niha çi pêwendiya ferebûna kum bi dema nû re heye ?
Valentin : Li min bibûre : Seriyê mirovan ne weke xwe dimînin ! Lêbelê ew xwe hertim diguher in!
Kumfiroþ : Ji we re..... Lê ne derveyî, em li vir gelekî fereh çûn. ( dûr )
Valentin : Erê, te dixwest ferehiyê nas bikî!
Kumfiroþ : Lê, belê ne ji dema nû re, lê ji serê te re !
Valentin : Tenê min ji te re þirove kir, ko mirovên demên kevin wan seriyên din hebûn li gor û berawerdî ên îro.
Kumfiroþ : Ev tiþtekî kelevajî ye...... Bêguman her mirovek, ji çaxê ko cîhan afirî ye, serê xwe heye, lê em ne li ser vê taybetmendiyê diaxivin, lê belê li ser meziniya serê te....... Wisa, bihêle tu ji min hîn bibî, rahêje vî kumê nemara 55 ê, buhayê kum 15 Mark in, xweþike û baþe û modelî ye.
Valentin : Bêguman ezê xwe ji te hîn bikim, ma ne tu pisporî,.... wisa kum modelî ye, tu dibêjî.
Kumfiroþ : Erê, îro modelî tê çi wateyê! Îro gelek mêr hene, bi siroþtiyek zehî ( seyr ) tên bi navkirin, ew baz didin di havînî û zivistanî de, di dema berf û qeþayê de, bê kum li derve digerin û dibêjin, ev ya herî modelî ye.
Valentin : Wilo.... naxwe lixwenekirina kum ya herî modelî ye ? Erê, mafir wisa ye ez kum nema dikirim ! Bi xatirê te ( gule gule ) !

___________________________________

*: kinîþte = kenîse = dêra fileha ye ( xiristiyan )

Elmaniya, 31.05.2005

Welîd Murad

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=521